Endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê hatin hilbijartin

Endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê hatin hilbijartin

.

A+A-

Piştî 5. Kongreya Asayî ya HDPê 29 endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya wê partiyê jî hatin hilbijartin. Di civînê de nîvê endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê hatin nûkirin.

Meclîsa Partiyê ya HDPê ji bo diyarkirina endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya partiyê li Balgata Enqerê civînek saz kir.

Civîn di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar de pêk hat û têde 100 endamên sereke yên Meclîsa Partiyê, 50 endamên yedek (rezerv) ên Meclîsa Partiyê 30 kes ji endamên rûmetê yên Meclîsa Partiyê û 9 kes ji Komîteya Disîplînê ya Navendî û 7 kes ji Komîteya Lihevanînê amade bûn.

Li gor agahiyan, Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar di civînê de axaftinek kir û piştre jî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Di civîn de plansaziya 2 mehên bihê hat amadekirin û paşê endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê hatin diyarkirin.

Ji 29 endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê, 15 kes ji endamên nû hatin hilbijartin, 14 endamên berê jî li cihê xwe man.

Li gor daxuyaniya HDPê endamên Komîteya Rêvebir a Navendî ya partiyê ev in:

Ayşe Acar Başaran, Cihan Aydin, Dersim Dag, Dogan Erbaş, Ebru Gunay, Elif Bulut, Emirali Tûrkmen, Feleknas Uca, Gulistan Kiliç Koçyigit, Hatice Akdag, Hişyar Ozsoy, İdil Ugurlu, Mahfuz Gûleryûz, Mehmet Rûştû Tiryaki, Murat Çepni, Musa Piroglu, Naci Sonmez, Omer Ocalan, Ozlem Gûndûz, Pero Dûndar, Ridvan Turan, Samet Mengûç, Serhat Eren, Sultan Ozcan, Şaziye Kose, Tayip Temel, Tuncer Bakirhan, Turgut Oker, Turkut Çatar û Tûlay Hatimogulları.

HDPê ragihandiye ku Cihan Aydın, Dersim Dag, Elif Bulut, Emirali Tûrkmen, Gulistan Kiliç Koçyigit, Hatice Akdag, Hişyar Ozsoy, İdil Ugurlu, Mehmet Rûştû Tiryaki, Murat Çepni, Omer Ocalan, Pero Dûndar, Ridvan Turan, Serhat Eren, Turgut Oker wek endamên nû yên Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê hatin hilbijartin.

Herwiha Ayşe Acar Başaran, Naci Sonmez, Samet Mengûç, Feleknas Uca, Ebru Gûnay, Ozlem Gûndûz, Dogan Erbaş, Sultan Ozcan, Şaziye Kose, Tayip Temel, Tûlay Hatimogulları, Turkut Çatar, Musa Piroglu, Mahfuz Gûleryûz û Tuncer Bakirhan jî li cihê xwe man.

Biryar e sibe Komîteya Rêvebir a Navendî ya HDPê yekemîn civîna xwe saz bike û têde erkê endamên nû yên wê komîteyê diyar bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 3ê Tîrmehê (Temûz) li Enqere ya paytexta Tirkiyê pêncemîn kongreya xwe ya normal lidar xistibû û di kongreyê de Mithat Sancar û Pervîn Buldan careke din wek Hevserokên Giştî yên HDPê hatibûn hilbijartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin