Endamên Civata Nûneran Dosyeya Împîçkirinê Dan Civata Senatoran

Endamên Civata Nûneran Dosyeya Împîçkirinê Dan Civata Senatoran

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, du xalên ser sedemên împîçkirina Serok Donald Trump îmza kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Civata Nûneran bi 228 dengên erê beramber 193 dengên na biryar dabû ku du xalên împîçkirinê bişîne pêş senatoran.

Heft endamên Civata Nûneran yên dê li Civata Senatoran wek dozger kar bikin, tev meşîyan avahîya Civata Senatoran û dosyeya ser sedemên împîçkirinê dan wir.

Agahdarkirina fermî ya ser sedemên împîçkirinê dê ji alîyê heft endaman ve îro Pêncşemê li Civata Senatoran çêbe.

Serokê Qanûna Bingehîn John Roberts, ku dê darizandina li Civata Senatoran birêve bibe, dê li civatê sond bixwe.

Piştî sonda Robert, senatorên dê wek jurî kar bikin jî dikin yek bi yek sond bixwin.

Bi vî awayî darizandina li Civata Senatoran ya bo peyvajoya împîçkirinê bi fermî destpê bike.

Li ber e ku rûniştinên sereke yên ser împîçkirinê roja Sêşemê destpê bikin.

Ji alîyê din ve qelemên ku Pelosi bo îmzayê bikar anî dê wek bîranîn bidin endamên Kongresê.

Trump dê dîroka Amerîka de bibe serokê sêyan yê dijî wî darizandina împîçkirinê çêbûye.

Berdevika Qesira Sipî: Peyvajoya Împîçkirina Trump Sexte Ye

Berdevika Qesira Sipî Stephanie Grisham dîyar kir ku peyvajoya împîçkirina Serok Donald Trump sexte û ne rewa ye.

Grisham da zanîn ku axaftina Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi tiştekî naguherîne ku wê gotibû ku ‘’Îro rojeke dîrokî ye û mijara wan Qanûna Bingehîn ya Amerîka ye’’

‘’Serok Trump Peymana Bazirganîyê ya bi Çînê re ya bo berjewendîya Amerîkîyan e îmza kir û dê xebatên bo hemî Amerîkîyan bidomîne. Ew vî karî dike û li alîyê din, Demokrat jî dê xebatên dijî wî bidomînin’’ Grisham got.

Qanûndanerên Amerîkî bi 228 dengên erê beramber 193 dengên na biryar dan ku du xalên împîçkirinê bişînin pêş senatoran.

Civata Nûneran bi sedema ku Serok Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bo bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongresê asteng kirîye, împîçkirina wî pejirandibû

Dengê Amerîka

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin