Endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin

Endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin

Endamekî Xwecihî yê Supaya Pasdaran li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.

A+A-

Endamekî Xwecihî yê Supaya Pasdaran li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.

 

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî, bûyer roja bihorî li cadeya Istiqlal a bajarê Pîranşarê çê bûye û grûpeke çekdar li nav bajêr teqe li endamekî xwecihî yê Supaya Pasdaran a Îranê yê bi navê Xalid Şuwane kirine.

 

Qaymeqamê Pîranşarê, Seyîd Elî Turabî rûdana bûyerê piştrast kiriye û ragihandiye, ku Xalid Şuwane li nava bajarê Pîranşarê “hatiye terorkirin” û hêzên ewlekariyê li ser bûyerê dest bi lêkolînan kirine.

 

Seyîd Elî Turabî herwiha diyar kiriye, di pêşerojê de ew dê zanyariyên zêdetir derbarê bûyera kuştina wî endamê xwecihî yê Supaya Pasdaran de belav bikin.

 

Heta niha ti aliyekî Rojhilatê Kurdistanê berpirsatiya kuştina wî endamê Supaya Pasdaran negirtiye stûyê xwe.

 

Meha bihorî û di 9ê Hezîranê de jî, fermandarekî xwecihî yê Supaya Pasdaran ê bi navê Hasil Ehmedî tevî 2 çekdarên din li Pîranşarê hatibûn kuştin.

 

Pîranşar bajarekî Rojhilatê Kurdistanê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye, ku dikeve ser sînorê bi Başûrê Kurdistanê re.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin