Endamê Polîtbîroya PYKS Ismaîl Hemê jiyana xwe ji dest da.

Endamê Polîtbîroya PYKS Ismaîl Hemê jiyana xwe ji dest da.

PAKê bi daxuyanîyek sersaxîyê ji malbata rehmetî, ji PYKSê û ji gelê Kurdistanê re xwest.

A+A-

Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (PYKS) Ismaîl Hemê jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Navendî ya PYKSl ragihand ku di Çarşemê ya 17ê tebaxê endamê polîtbîroya partiya wan koça dawî kir.
Li gorî ragihandina Komîteya PYKSê, Hemê bi sedema krîzeke dil li bajarê Qamişlo vefat kiriye. Ismaîl Hemê 52 salî bû û ji Dirbêsiyê bû.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxuyanîyek sersaxîyê ji malbata rehmetî, ji PYKSê û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin