Endamê PAKê Yılmaz Kaya koça dawî kir!

Endamê PAKê Yılmaz Kaya koça dawî kir!

Endamê Partiya Azadiya Kurdistanê Yılmaz Kaya, doh 11ê Îlonê li Stenbolê ji ber krîza dilî, koça dawî kir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, bo Kayayî peyama sersaxiyê weşand.

A+A-

Doh 11ê Îlonê, Endamê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Yılmaz Kaya, li Stenbolê, çû ber dilovaniya Xwedê. Hat diyarkirin ku Kayayî ji ber krîza dilî rehmet kiriye.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Birêz Mustafa Özçelikî, bo Yılmaz Kayayî peyama sersaxiyê belav kir. Özçelikî wisa got:

"Hevalê me Yılmaz Kaya çû ber dilovanîya xwedê

Hevalê me, welatperwerê Kurd, dilsozê doza azadiya Kurdistanê Yılmaz Kaya , ji ber krîza dilî îro (11.09.2018) li Stenbolê çû ber dilovaniya xwedê.

Her mirin bê wext e, lê te em bi rastî jî gelekî zû û bêwext bi tenê hiştin kekê Yılmaz. Ez gelek gelek xemgîn im.Yılmaz Kaya ev e 40 sal e hevalekî min ê ji nêz ve bû. Di siyasetê de jî, di hevaltiyê de jî, di hemşerîtiyê de jî ev e 40 sal e em bi hevdu re bûn. Yılmaz Kaya dilsozekî doza azadiya Kurdistanê bû.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bihuşt be. Serê malbata wî, yê me gişa, yê gelê Kurdistanê sax be.

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin