• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 32 °C
  • Hakkari 26 °C
  • Şırnak 33 °C
  • Ağrı 24 °C

Endamê Meclîsa PAKê yê berê Zafer Kizil hate desteser kirin, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş hîna jî nehatîye berdan

Endamê Meclîsa PAKê yê berê Zafer Kizil hate desteser kirin, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş hîna jî nehatîye berdan
Endamê Meclîsa PAKê yê berê rêzdar Zafer Kizil roja 21.02.2018an li Wanê ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin.

Endamê meclîsa PAKê rêzdar Mehmet Ermiş jî di roja 14.02.2018an li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê ji alîyê polîsan ve ji ber parve kirinên wî yên di sosyal medyayê de hatibû desteser kirin û heta îro jî nehatîye berdan.

thumbnail_mehmet-ermis-foto.jpg

 

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birêvebrîya Navendîya PAKê Rêzdar Hanifi Turan jî ji ber axaftinên xwe yên di konferanseke li Wanê de di roja 31.01.2018an de li Emnîyetên Stenbolê û Dîyarbekirê îfade dabûn.

Dewleta Tirkîyeyê bi hinceta Rewşa Awarte û Efrînê li himberî partîya me û li himberî rewşenbîr, nivîskar, hunermend û sîyasetvanan bi desteser kirin, girtin û cezayên hefs kirinê êrîşeke ku nayê qebûl kirin dest pê kirîye. Van êrîşan di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de , destkeftîyên heyî jî ji holê radike.

Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku hevalê me Mehmet Ermîş û hemû girtîyên sîyasî serbest berde, dawî li Rewşa Awarte, li vî şerê heyî, li sîyaseta li dijî Kurdan bîne; dawî li van hemû desteser kirin, girtin û hefs kirinan bîne. Ji bo bi rêyên aştîyane, demokaratîk û sîyasî hemû pirs û pirsgirêk bêne çareser kirin em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku gavên pêwîst bavêje. 21.02.2018

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe 447 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din