Endamê KN yê PDKÎ Çeko Rehimî koça dawî kir

Endamê KN yê PDKÎ Çeko Rehimî koça dawî kir

Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat, bi sedeme sekinîna lêdana dil, xatira xwe ji me xwast û tevlî karwanê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bû.”

A+A-

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, (PDKÎ) li ser koça dawî ya Endamê Navendî yê Partiya xwe Ebdulrehman Rehimî naskirî bi navê Çeko Rehimî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya xwe de PDKÎ’yê eşkere kir ku wan qehremanekî Kurdistanê ji dest daye û Çejo Rehimî temenê xwe ji bo rizgariya Kurdistanê terxan kiribû.

Daxuyaniya PDKÎ’yê wiha ye: “Mixabin û bi kesereke mezin ve, em radigehînin ku Çarşemî 11ê Gulan a 2016, hevalê xebatkar û mandînenas kak Çeko Rehîmî, Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat, bi sedeme sekinîna lêdana dil, xatira xwe ji me xwast û tevlî karwanê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bû.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin