Encûmena Wezîran Dicive

Encûmena Wezîran Dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina çend pirsên girêdayî bi hêlên giştî yên karnameya Hikûmetê îro dicive.

A+A-

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina çend pirsên girêdayî bi hêlên giştî yên karnameya Hikûmetê îro dicive.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê destpêka sala nû ya xwendinê û pirsgirêk û giriftên li pêş Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Perwerdeyê û çend pirsên bi Wezareta Darayî û Wezarta Planandanê dicive.

Li gor wî jêderî, di civînê de amadekariyên her du wezartên Perwerde û Xwendina Bilind ji sala nû ya xwendinê re û pirsgirêk û giriftên li pêş wan her du wezaretan tên guftûgokirin.

Herwiha çend babetên girêdayî bi Wezareta Darayî û hin babetên girêdayî bi plana yasadanê li ber ronahiya hêlên giştî yên bernameya karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên guftûgokirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin