Encûmena Nûnerên Amerîkayê projeyasa dorpeçên bo Tirkiyê pesend kir

Encûmena Nûnerên Amerîkayê projeyasa dorpeçên bo Tirkiyê pesend kir

.

A+A-

Amerîka bi niyet e hejmareke siza bi ser Tirkiyê de bisepîne ku weke rêkarek li dijî kirîna sîstema mûşekî S-400an. Encûmena Nûnerên Amerîkayê rêşnivîsa ku sizayên ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400an jî lixwe digire pesend kir.

Encûmena Nûnerên Amerîkayê rêşnivîsa bi navê Yasaya Desthiltdarkirina Berevaniya Niştimanî ku hejmarek sizaayên li dijî Tirkiyê weke rêkarek li hemberî kirîna sîstema mûşekî S-400an jî lixwe digire bi piraniya dengan pesend kir.

Rêşnivîsa Yasaya Desthiltdarkirina Berevaniya Niştimanî bi 335 dengên erê û 78 dengên na ji aliyê Encûmena Nûnerên Amerîkayê hat qebûlkirin.

Li gor nûçeya BBCê eger di senatoyê de rêjaya dengan ji sêyê du paran zêde be, mafê Serokê Amerîkayê nîne projeyasa veto bike. Tê çaverêkirin ku di Senatoya Amerîkayê de dengdan li ser rêşnivîsa wê yasayê were encamdan.

Pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku eger ew rêşnivîsa yasayê were berdestê wî dê mafê xwe yê vetoyê bikar bîne. Lê piraniya endamêm Kongreyê di wê baweriyê de ne ku eger li senatoyê jî weke Encûmena Nûnerên bi rêjeyeke zêde were pesendkirin, dibe ku Trump wê biryara xwe xwe biguherîne.

Projeyasa navborî cezakirina Tirkiye ji ber kirîna sîstema mûşekî S-400an ferz dike.

Li gor projeyasayê, piştî pesendkirinê di nava 30 rojan de divê ji 12 sizayan herî kêm pênc siza li dijî Tirkiyê bêne cîbicîkirin.

Di çarçoveya projeyasayê de dibe ku li dijî rayedarên Tirkiyê yên ku peywendiya wan bi kirîna sîstema mûşekî ya Rûsyayê heye bêne cezakirin.  Herwiha Amerîka, Tirkiyê ji kirîna firokeyên F-35 bêpar dihêle.

Trump pêştir rê nedabû ku hinek sia  bi ser Tirkiyê de bêne sepandin.

Tirkiyê sala 2017an peymana kirîna mûşekên S-400 li gel Rûsyayê îmze kir. Beşa yekemîn bi buhayê 2,5 milyar dolaran par gihîşte Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştrast kiribû ku 23yê Cotmeha 2020an ku mûşekên S-400 li wî welatî hatine ceribandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin