Encûmena Jinên Êzdî li dijî du wezaretên Almanyayê doz vekir

Encûmena Jinên Êzdî li dijî du wezaretên Almanyayê doz vekir

Bi tometa xemsarîkirin di vegerandina endamên DAIŞê yê Almanî û dadgehkirina wan de, Encûmena Jinên Êzidî dozek li dijî wezaretên Dad û Navxwe yên Almanyayê tomar dike.

A+A-

Bi tometa xemsarîkirin di vegerandina endamên DAIŞê yê Almanî û dadgehkirina wan de, Encûmena Jinên Êzdî dozek li dijî wezaretên Dad û Navxwe yên Almanyayê tomar dike.

Parêzerê wê encûmenê ji Rûdawê re sedema giliyê aşkere dike û dibêje, hikûmeta Almanyayê xemsar bûye û xwe ji erkê vegerandin û darizandina DAIŞiyên Almanî de vediziye.

Parêzer Berthold Fresenius ragihand, divê Hikûmeta Almanya tometbarên li Iraq û Sûriyê werbigire yan jî wan bişîne Dadgeha Dadê ya Navdewletî, lê Wezareta Dadê ya Almanyayê red dike ku xemsarî di vê babetê de kiribe û amaje bi wê yekê dide ku li ser daxwaza Almanyayê 22 çekdarên Almanî yên DAIŞê li Sûriyê hatine girtin û her çekdarekî DAIŞ yê Almanî vegeriyabe wî welatî, lêkolîn ligel wî hatiye kirin.

Berthold Fresenius dibêje: “Ew kes (DAIŞiyên almanî) jibo hikûmeta Almanyayê naskirî ne, hebûna wan kesan xuya ye û îstixbarata Almanyayê li wê derê heye. Dezgehên lokalî yên li wê derê daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kirin ku beşdariyê di dadgeheke navdewletî de bike yan jî wan gunehbaran bi fermana desteserkirinê werbigre.”

Herdu wezaretên Almanî ku doz li dijî wan hatiye vekirin, red dikin ku gilîname gihîştibe destê wan, lê belê iha fermana desteserkirina çend DAIŞiyên Almanî li cem wan e, ku li Sûriyê hatine desteserkirin.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Almanyayê, Stefan Zimmermann ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Tawanên DAIŞê ji aliyê dezgehên lidûvçûnê li Almanyayê berdewam têne şopandin. Her çakdarekî DAIŞê yê ku vegere Almanyayê divê hesabê sizadanê bike. Dozgerê Giştî û dezgehên ewlekariyê hevkariyeke bihêz bi hev re dikin. Niha çend lêkolînên cuda birêve diçin. Li cem me niha 22 fermanên desteserkirinê heye ku li Sûriyê girtî ne.”

Serokê Encûmena Navendî ya Êzdiyan li Almanya ku mezintirîn saziya Êzdiyên Almanyayê ye û ji 28 mal û komeleyan pêktê, Doktor Irfan dibêje, “em ne li dijî dadgehîkirina DAIŞên Almanî ne lê li dijî şêwazê ne û Almanya dost û alîkarê me ye.”

Gel û hikûmetên federal û herêmên Almanyayê bi dehan projeyên alîkariyê bo Kurdên Êzdî hebûne û ew çend jî bûye sedem ku dengên nerazî li dijî vê pêngava Encûmena Jinên Êzdî bilind bibe.

Çavkanî- Rûdaw 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin