Encûmena Dadwerîya Iraqê: Biryarên Dadgeha Federal neyasayî ne

Encûmena Dadwerîya Iraqê: Biryarên Dadgeha Federal neyasayî ne

Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê ragihand, hemû biryar û rêkarên yasayî yên Dadgeha Federal a Iraqê neyasayî ne û kar bi wan biryar û rêkaran nayê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê, Fayiq Zêdan di nivîseke fermî de ev yek ragihandîye û ji bo hemû dadgehên Iraqê şandîye.

Di nivîsê de tê gotin, Encûmena Bilind a Dadwerîya Iraqê di civîna xwe ya roja 23-1-2020 de biryar arasteyê hemû dadgehên Iraqê kirîye, ji ber ku rêjeya yasayî ya Dadgeha Federalî temam nîne, ew jî ji ber xanenişînbûna Farûq Samî, lewma ti deqeke destûrê bo mekanîzma berbijêrkirina kesekî din di nava yasayê de nîne.

Di 21-5-2019 de, Serokê Dadgeha Federal madeya 3 a hejmar 30 a sala 2005 hilweşand û heta niha parlamentoya Iraqê ti yasayek li cihê wê madeyê dernexistîye, lewma damezrandina her endamekê ji bo wê dadgehê, ti bingeheke wê ya yasayî û destûrî nîne. Her biryarek jî ku Dadgeha Federalî bi beşdarîya dadwerê xanenişînkirî bide, ji alîyê yasayî ve nedirist e û nayê qebûlkirin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin