Encûmena Atlantîk li ser danûstandinên aliyên Kurdî raportek belav kir

Encûmena Atlantîk li ser danûstandinên aliyên Kurdî raportek belav kir

Encûmena Atlantîk li ser danûstandinên aliyên Kurdî raportek belav kir

A+A-

Encûmena Atlantîk raportek derbarê danûstandinên aliyên Rojavayê Kurdistanê de raportek belav kir û di beşekê de amaje bi serdana Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê û civîna wî ya li gel ENKS û PYNKê tê kirin.

Ji meha 11 sala 2019an ve PYDê û partiyên Hevpeymanên wê ligel ENKSê danûstandinan dikin.

Encûmena Atlantîk dibêje, danûstandin bi sponseriya Amerîka birêve diçin weke gaveke dîrokî tê temaşekirin, lê pirsgirêkên demdirêj yên navbera herdu aliyên sereke bandorê li ser proseya danûstandinan kiribû.

Lê berî du rojan ji serdana James Jeffrey PYDê pêşniyareke Amerîka ji bo parvekirina deshelatê bi wekhevî erê kiribû, ew jî di çarçoveya dezgeheke siyasî ya hevbeş ji bo birêvebirina navçeyên di bin deshelata Birêveberiya Xweser.

Ev gava PYD rola Amerîka nîşan dide, lê hîn rêkeftineke giştî nehatiye kirin.

Di raporta Encûmena Atlantîk a Amerîkî de li danûstandinên aliyên Kurdî tê gotin;

“Ji meha 11 sala 2019 ve şanda herdu aliyan bi çavdêriya Amerîka civîn saz kirin, civînên wan piştî operasyonên leşkerî yên Tirkiyê destpê kirin.

Ew civîn ji bo bidawî anîna pirsgirêkên siyasî yên partiyên Kurdî ne, yekem encama proseyê piştî 8 mehan hate ragihandin û Amerîka destxweşiyê li qonaxa yekem a proseyê kir.

Rêkeftina Duhokê bingeha danûstandinan e; Rêkeftina Duhokê sala 2014an bi serpereştiya Mesûd Barzanî birêve çû, rêkeftina Duhokê nehatibû bicî kirin, hejmarek ji berpirsên ENKSê ji aliyê PYDê ve hatin derkirin

Berpirsên ENKS dibêjin ew nikarin serbest li bakurê rojhilatê Sûriyê tev bigirin.”

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sema Bekdaş ji Rûdawê re desthilat û erkên Lêvegera Bilind aşkere kiribû û ragihandibû, desthilatên Lêvegera Bilind girêdayî rewşa gelê Kurd li Sûriyê ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin