Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Zaxo bi tundî şermezar kir

Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Zaxo bi tundî şermezar kir

.

A+A-

 Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Zaxo bi tundî şermezar kir û diyar kir, ew piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînan derbarê vê êrîşê de dikin.

Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî do Duşemê di derbarê êrîşa li ser Zaxo de daxuyanî da û got, endamên Encûmena Asayişa Navdewletî hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê re nîşan didin û hêviya başbûna bilez û temam ji bo birîndaran dixwazin û piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînê derbarê bûyerê de dikin.

Herwiha Endamên Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji hemû welatên endam dikin ku bi awayekî çalak ligel Hikûmeta Iraqê û hemû dezgehên din ên pêwendîdar ji bo piştgirîkirina van lêkolînan, hevkariyê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Endamên Encumena Asayişa Navdewletî piştevaniya xwe ji bo serxwebûn, serwerî, yekîtî, yekparçeyiya ax, proseya demokratîk û geşbûna Iraqê dubare dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin