Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Rojavayê Kurdistanê de civîya

Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Rojavayê Kurdistanê de civîya

Nûnerê Amerîkayê di civînê de ragihand, eger bê piştrastkirin ku çekdarên ser bi Tirkîyê ve êrîşî xelkê sivîl kirine û binpêkirin encam dabin, Tirkîyê dê berpirsyar be.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Artêşa Tirkîyê roja 9ê Cotmehê bi alîkarîya çekdarên Sûrî ku Enqere piştgirîya wan dike, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Neteweyên Yekgirtî ragihandîye, ku li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkîyê heta niha zêdetirî 180,000 kes koçber bûne.

Alîkara Sekeretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya ji bo karûbarên mirovî ragihandîye,  ku ji ber êrîşên Tirkîyê 180,000 kes koçber bûne ku 80,000 ji wan zarok in.

Balyozê Tirkîyê yê li Netewên Yekgirtî, Ferîdûn Sinirlîoglu jî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de gotarek pêşkêş kir û behsa armanca welatê xwe ji operasyona Kanîya Aştîyê kir û îdia kir, ku operasyona wan li gorî yasayên navdewletî birêve çûye û got, Tirkîyê xwestîye sînorên xwe ji gefên YPG û PYDe biparêze.

Ferîdûn Sinirlîoglu herwiha bal kişande ser wê yekê jî ku Tirkîyê li Sûrîyê rasterast şerê DAIŞê kirîye.

Sinirlîoglu got: “Her ji roja yekem armanca operasyona Kanîya Aştîyê zelal bû, ji bo nehêlana gevên terûrê bûn li ser sînorê me li gel Sûrîyê , bo parastina yekgirtî û yekparçeya axa Sûrîyê bû, her wiha bo parastina kesên sivîl û diristkirina jîngehekê bû ku xelkê Sûîiyê bi selametî û li ser xwasta xwe vegerin ser malên xwe. Ev operasyon bi temamî li gor yasayên navdewletî û yasayên mirovayetî bû, bi tenê terorîst û bingeh û otomobîlên wan bûne armanc, me hemû rê girtine ber, heya ziyan negehe ti kesekê sivîl, herwiha ziyan negehe cihên sivîlan jî.”

Nûnerê hikûmeta Sûrîyê li Netewên Yekgirtî, Beşar Ceiferî jî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de amade bû û hincetên Tirkîyê bo destpêkirina êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê red kir.

Beşar Ceiferî diyar kir, Tirkîyê bi wê operasyonê, bi awayekî zelal
yasaya navdewletî, mîsaqa Netewên Yekgirtî û herwiha biryarên Netewên Yekgirtî binpê kirîye” û hincetên Enqerê bo destpêkirina operasyona leşkerî li nav axa Sûrîyê wek “derew” bi nav kir.

Ceiferî da xuyakirin, “êrîş ji bo dagîrkirina Sûrîyê bûye û ji ber wê bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û herwiha bûye sedema koçberbûna bikom.”

Nûnerê Amerîkayê yê li Encûmena Asayişa Navdewletî jî di wê civînê de ragihand, eger piştrast bibe ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve êrîşî xelkê sivîl kirine, Tirkîye dê berpirsyar be.

Michael Barkin got: “Ragihandina hevbeş a 17ê Cotmehê rêxweşkirin bû ji bo agirbesta hertimî, em hêvî dikin li ser bingeha wan piştrastbûnên ku ji alîyê berpirsên Tirkîyê û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk ve hatine dayîn, rêz li wê agirbestê bê girtin, kesên sivîl parastî bin, û herwiha şerê tund ê jinavbirina DAIŞê jî berdewam be. Ev ew çareserî ye ku jiyana xelkî diparêze, herwiha dê alîkar jî be ji bo aramiyeke demdirêj li navçeyê.”

Di heman civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, Rusyayê jî ragihand, ew li dijî her planeke perçekirina axa Sûrîyê ne.

Balyozê Rûsyayê li Netewên Yekgirtî, Vassily Nebenzia da xuyakirin, ku “rêkeftina Rûsya û Tirkîyê giring e û kilîla (mifteya) biichbûna aramî û îstiqrarê li Sûrîyê ye.”

Nebenzia got: “Em dê berdewam bin li ser hewlên alîkarîkirina Sûrîyê û Kurdan, ji bo ku bikarin derbarê pirsên giştî danûstandineke temam bikin.”

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin