Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bersiv da rejîma Sûriyê

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bersiv da rejîma Sûriyê

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bersiva medyaya rêjîma Sûriyê da.

A+A-

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva medyaya ser bi rêjîma Sûriyê ve da û ragihand, Cihê pêkenînê ye rejîmeke şovînî, sîtemkar û dijî Kurdan ku bo mana xwe piştgîriya terorîstan kir, da ku xwe weke alternatîveke baştir ji tundrewan xwe binasîne, behsa terorê bike.

 

"Li hin medyayên ser bi rejîma Sûriyê ve di nava lîsteyeke dûr û dirêj de ya wan kesên ku hevkariya opozîsyona Sûriyê kirine û weke piştevanên terorê hatine binavkirin, amaje bi navê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî hatiye kirin.

Cihê pêkenînê ye, ku rejîmeke şovînî, sîtemkar û dijî Kurdan ku bo mana xwe piştgîriya terorîstan kir, daku xwe weke alternatîveke baştir ji tundrewan xwe binasîne, behsa terorê bike.

Rejîmek ku çekên qedexekirî li dijî xelkên sivîl bi kar anîbe û xwîna bi sedan hezar welatiyên Sûriyê rijandibe û bi miliyonan kesên din koçberî welatên derdorê kiribe, çi îtîbareke vê heye ku bangeşeya çêkirina lîsteyeke wisa bike?

Tişta ku zêdetir jî cihê pê dikenînê ye, ew e ku hinek nefamên siyasî û gendel û xayîn bi vê nûçeya han kêfxweş dibin û ji bo vê li diholê didin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin