Encamnameya Konferansa: Em Êzîdî ne

Encamnameya Konferansa: Em Êzîdî ne

Li bajarê alman Pldenburgê bi navê EM ÊZDÎ NE konferansek pêk hat.

A+A-

Li bajarê Almanyayê, Oldenburgê Konferanseke bi navê EM ÊZDÎ NE pêk hat. Konferansa ji aliyê Navenda PENa KURD, Navenda Şêwêrmendiya Êzidiyan li Almanyayê û Navenda Mala Êzidiyan li Oldenbûrgê  hatibû organîzekirin di 20.08.2016an de, pêk hat.Gelek rewşenbîrên kurd û nûnerên sazî û civaka Êzdiyên li Almanyayê beşdarî Konferansê bûn û di dawiya Konferansê de encamnameyek hat belavkirin.

Encamnameya Konferansê ev e:

Ev konfêrans bi dirûşma " EM ÊZIDÎ NE" bersivek wêjeyî ya rewşenbîrê kurd e, ji bo qirkirina li ser Êzdixanê li Şengalê ȗ herweha civaka Ȇzdiyan di duhemîn salvegera vê komkujiyê de, di 20ê Tebaxa 2016ê de li bajarê Oldenburgê hat lidar xistin.

 

Kiryarên ku hêzên terorîstên tarî û mirovkuj yên bi navê “Dewleta Islamî” (DAISH) ê li dijî mirov û çanda me yî Êzidîtiyê li Şingalê kirin, Fermana qirkirina me Êzidîyan û çanda me yî kurdî bû, ku li gor pîvanên şarezayên Yekîtiya Neteweyan jî gihiştiye asta Komkujiyê (Genozidê).

 

Armanca me ew e, ku em bala tevayiya rewşenbîrên Kurd û cîhanê, dezgehên netewî û navnetewî yên tevayiya gelê Kurd, raya giştî ya cihanê, Yekitiya Netewan û Yekitiya Ewrûpayê bikşînin ser pirsgirêkên vê qirkirinê û rêçareyan bi lezgînî û bi wicdan ligor pîvanên navnetewî yên mirovahiyê û li gorî hiş û hestên Êzidiyan bibînîn.

 

Civaka Êzidiyan di encama zilm u zoriyeke dijwar û pêvajoya dîrokeke giran de, niha di demeke pir girîng û hestyar de dijî. Di sedsala dawîn de, bi sedema gelek egeran, Ȇzîdî mecbȗr mane welatê xwe, şênê pîr-kalan û dê-bavan, milk û mal, perezgehên xwe yî pîroz û goristanên xwe bi cî bihêlin ȗ li temamiya cihanê bela bibin. Lewre jî bi asîmlasiyonê, pirsgirêkên hebȗn-nebȗnê ȗ nexweşiyan re rû bi rû mane. 

 

Kareseta Şengalê, ya ku qirkirina Êzidiyan ji xwe re kiribû armanc, di 3ê Tebaxa 2014an de Ȇzdî hanîn û wan li ber hebûn û nebȗnê dane sekinandin. Di welatê me  yî dêrîn û kevnar de, li ser axa pîr-kalan û dê û bavan, tenê gavek erd di bin piyên me de mabȗ, ew jî kete tirsa nemanê.

 

Çeteyên mirovkujên “Dewleta Islam” î, DAȊŞê, bi çekên giranên herî pêşketî ȗ bi piştgîriya gelek dewlet û rêxistinên îslamî Şengal talan kirin. Ew warê ji bo êzidiyan pîroz, dil ȗ sembola Ȇzdîxanê, ciyê  parastina bawerî, çand û dîrokê, di nava çend sehetan de tar û mar û wêran kirin.

Pêtir ji 430 hezar Êzdî di welatê xwe de bûne aware û penaber. Bi hezaran jin, keç û zaroyên Êzidiyan dîl hatin girtin û wek kole li bazarên dewletên îslamî îro jî têne firotin. Bi hezaran kal, pîr, jin û mêr bi hovitî hatin qetilkirin.

Konferansa me Bang li hemû rewşenbîr û nivîskarên Kurd û yên cîhanê, Yekitiya Netewan û Yekitiya Ewrûpayê dike, ku ew bi awayeke xurt parêzerên daxwazên li jêr bin û jibo bicîhanîna wan çalak bixebitin.

Mafê rewa yê Êzdiyan jî, çi yekane, çi komane heye, ku di nav aşitî, aramî û azadiyê de li ser axa pêşîyên xwe bijîn. Xwedî li bawerî, ol, çand, ziman û dîroka xwe derkevin, biparêzin û pêşve bibin.

Jiber wê jî divê;

1- Êzdixan di nav nexşeya Kurdistanê de be, lewra dilê dîrok û çanda Kurd û Kurdistanê ye,

2- Xelkê Êzdixanê, ango Êzidî di nav Erdnîgariya Kurdistanê de xwediyên mafên xwe yên çarenûsiyê, xweîdarekirinê, birêvebirina dezgehên xwe yî ewlekarî û parastinê bin,

3- Bajar û Gundên Êzdixanê û rêyên wê bi zûtirîn dem ji nû ve bêne avakirin, hemû xizmet bên pêşkeş kirin, daku şêniyên wê yên aware û penaber vegerin warê xwe û li kelepora xwe xwedî derkevin û civaka xwe pêşve bibin,

4- Bi lezgînî li Êzdixanê, Zanîngeh û navendên Akademî, nexweşxane û dezgehên derûnî, xwendegeh û dezgehên perwerdeyî bêne zêdekirin û nûjenkirin, û hemû dezgehên xizmet gihandinê û jêrxana abûrî werine vekirin.Herwaha ji mîrî, ango hikûmeta başurê Kurdistanê tê xwestin, ku ew li her zanîngeheke başûrê Kurdistanê beşê lêkolînên êzdayetiyê veke û bi bawerî piştevaniya wan bike, peywendiyên xwe bi dewletên derve  re bike merc, da beşên zanyariya Kurdologiyê – û di nav de beşê zanyariya êzdatiyê-  vekin, bê çawa wan, beşên Tirkologiyê, Arabistik, Semîtistik û beşê zanyariya Islamê vekirine.

 

5- Plan û programek ji bo pêşxistina jiyana ekonomik a Êzdixanê bi xelkê Êzdîxanê re bête amadekirin,

6- Komkujiya Şengalê mîna Jenosid li Hemû dewlet û dezgehên navnetewî  bê qebûlkirin,

7- Li dewletên Êzidî lê dijîn, ola Êzidîtiyê fermî di yasayên wan ên bingehîn de û di dezgehên navnetewî de, mîna Yekitiya Netewan, Yekitiya Ewrûpa û hwd. bête parastin û garantî kirin. 

8- Konferans ji hemû partî, hêz û rêkxistinên Kurdistanî, yên di berxwedana Şengalê de beşdarin, hêvî dike, ku ew qedera civaka Êzîdî bikin bingeha yekitiya netewî û pêşerojek azad û bihevrejîyanê bibin alîkar. Herwaha ew berxwedana hemû şervanên Kurdistanê; Gerîlla, Pêşmerge, û Şervanên din ji bo parastina Şengala Pîroz bilind dinirxîne û silavan li şehîdên berxwadana Şengalê dike.

Bi navê Konfêransa  EM ÊZİDÎ NE

 

Navenda PENa KURD

Navenda  Mala Êzîdiyan li Oldenbûrgê

Navenda Şêwêrmendiya Êzidiyan li Almanya 

 

Oldenburg, 20.08.2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin