Encamnameya hevdîtina Erdoğan û Putin hat belavkirin

Encamnameya hevdîtina Erdoğan û Putin hat belavkirin

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokê Rûsyayê Vldimir Putin re li bajarê Soçiyê hatin cem hev. Hevdîtina her dû lîderan li dora 4 sietan dewam kir. Ragihandina çapemeniyê ya di navbera her dû welatan ya hevbeş wehaye:

“Her dû lîder ragihandine ku têkiliyên Rûsya-Tirkiyê tevî ezmûnên herêmê û navdewletî yên heyî, li ser rêzgirtin, nasîna berjewendiyên di pêşde û bi berpirsiyariyên navdewletî de lihevin û ji bo pêşdebirina wan îrada hevpar danîne ortê.

Di vê çaçroveyê de her dû lîder li ser mijarên di rojevê de îstîşare kirine, wê hecma bazirganiyê pêşdetir bixin, wê her dû dewlet di seha enerjiyê û aboriyê de bendeyên hev bin, di seha gihandinê, bazirganiyê, çandiniyê, fînans, tûrîzm û înşaatê de hevkariyên xwe xwurt bikin û pêngavên berbiçav bavêjin.

Her dû dewlet wê peymana Îstenbolê ya ji bo neqla hûbûbata Ûkraynayê dewam bike, rola xwe ya erênî bimeşînin.

Her dû lîder ji bo Rûsya maddeyên xam yên gubrê û hilberîna gubrê bê navber îxrac bibe, wê li ser esasê peymana Îstenbolê bimeşin.

Li ser mijara Sûriyê, her dû lîder lihev kirine ku bingeha yekîtiya axa Sûriyê biparêzin û li dijî rêxistinên terorîst bi hevre bimeşin.

Her weha li ser hukumraniya Lîbyayê, yekîtiya axa wê, yekîtiya netewî her dû welat hemfikrin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin