Encamên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî diyar bûne

Encamên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî diyar bûne

Encamên Pêşpirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûne. Xelat 21ê Îlonê wê bi merasîmekê bên dayîn.

A+A-

Kesên di 27emîn Pêşpirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemeniya Azad de bi ser ketine diyar bûne. Xelat roja şemiyê wê bi merasîmekê bên dayîn.

 

Di warê nûçeyên kurdî de Gokhan Altay bi nûçeya xwe ya “Qeyûmên Sîlopiyê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî firot rêveberên AKPyê” bû yekemîn.

 

Di pêşbirkê de di warê nûçeyên tirkî de, jûrîyê xelat daye du kesan. Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal bi nûçeya xwe ya “Çerxa gendeliyê ya 244 hezaran a şêwirmendê qeyûm di belgeyan de cih girtiye’ û ji rojnameya BirGünê jî Huseyîn Şîmşek bi nûçeya xwe ya “274 zarok welidîn” bi ser ketiye. Her wiha ji Euronewsê Rabî Çetîn jî bi nûçeya xwe ya  “Her çiqas nasname hebe jî penaberê sûriyeyî şandine herêma El Nûsrayê’ Xelata Juriyê wergirtiye.

 

Di warê nûçeyên jinan de li ser navê rojnamevanên jin ên girtî edîtora Jinnewsê Kîbriye Evren hêjayî xelatwergirtinê hatiye dîtin.

 

Her wiha juriyê îsal biryar daye ku Xelata Rûmetê jî bide sê kesan ku Huseyîn Aykol, helbestvan Hicrî Îzgoren û Parêzer Ozcan Kiliç in ev kes.

 

Di warê xelata fotografan de jî nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin, bi fotografê xwe yê “Dorpêç û berxwedana jinê” û nûçegihanê fotografan ê European Pressphoto Agencyê (EPA) Sedat Sûnayî jî bi fotografê xwe yê bi navê “Destê Jinê” hêjayî xelatê hatine dîtin.

 

Di warê karîkaturê de jî Aşkin Ayrancioglûyî bi xêza xwe ya bi navê “Yok Edici” (Tuneker) hêjayî xelatgirtinê hatiye dîtin.

 

Lijneya hilbijartinê

Nûçeyên kurdî: Sûna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankûş, Ferîd Demîrel û Mehmet Alî Ertaş.

Nûçeyên tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli û M. Ferhat Çelîk.

Nûçeyên jinan: Nevîn Cerav, Mehveş Evîn, Melîs Alphan, Nejla Demîr û Berîtan Elyakut.

Wêne: Mûstafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk û Nazmî Belge.

Karîkatûr: Dogan Guzel, Gulay Batur, Îmam Cîcî û Sefer Selvi.

 

E-ROJNAME

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin