Veysi Aydin

Veysi Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Encamên hilbijartinên Almanya

A+A-

Hilbijartinên federalî yên Almanya bi rêve çûn.

 

Gorî encamên hilbijartinê partîya serokwezîra Almanya CDU (Yekîtîya Mesîhîyên Dîmuqrat) bi rêjeya 33 ji 100 bu yekemîn partî. Gorî helbijartinên sala 2013`an dengê CDU ji sedî 9 kêm buye. Gorî vê rêjeyê 218 kursî bi dest dixe.

 encamên-hilbijarinê-almanya-001.jpg

Partîya SPD (Partîya Sosyal Dîmuqrat) di bin serokatîya Martin Schulz dora 5 ji 100 kêm deng girt u gîhajt rêjeya 20,8 ji100. Gorî vê rêjeyê 138 rêje bi dest dixe.

 

Di dîroka Almanya ya Federal cara yekemîn partîyek (dilxwaza) faşîstên nazîyan ango AfD (Alternatîf bo Almanya) 13,3 ji 100 deng girt u bu partîya sîyemîn di parlaencamên-hilbikartina-alman.2..pngmenta Almnya. Gorî vê rêjeyê AfD 87 kursî bi dest dixe.

 

Grûne/Bûndnis 90 (Partîya kesk) kanî dengê xwe bi parêze u rêjeyek 9,1 ji 100 bi dest xist. Gorî vê rêjeyê 60 kursî bi dest xist.

 

Die Linke (Partîya Çep) rêjeya 9,1 ji 100 wergirt u kursî yên wê di parlamentoyê de dibe 59.

 

FDP (Partîya Dîmuqrata Azad) di hilbijartinên 2013`an nekarî bikeve parlamento. Lê di bin serokatîya Ch. Lindner karekî bi hêz meşand u yekser10,5 ji 100 bi dest xist u bi vê rêjeyê dê 70 kes bişîne parlamenta federal.

 

Serokê partîya SPD piştî hilbijartinan beyan kir, ku dê di hikumeta dahatî de beşdar nabin u dê bikevin mixalefetê.

kêm-u-zêdekirina-dengan-gorî-partîyan.pngencamên-hilbijarinê-almanya.4.jpg.png

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin