Encama resmî ya referandûmê; % 92,73 ‘Erê’ ji bo serxwebûnê

Encama resmî ya referandûmê; % 92,73 ‘Erê’ ji bo serxwebûnê

Mafê dengdanê bi giştî 4 milyon û 581 hezar û 225 kes bûye û ji wê hejmarê 3 milyon û 305 hezar û 925 kesan beşdarî di referandumê bûne

A+A-

Li gorî Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê hejmara kesên xwedî mafê dengdanê bi giştî 4 milyon û 581 hezar û 225 kes bûye û ji wê hejmarê 3 milyon û 305 hezar û 925 kesan beşdarî di referandumê bûne.

Herwiha bi derxistina dengên betal, spî û dûrxistî ku nehatine hesabkirin, 3 milyon û 85 hezar û 935 deng dirist bûne û hatine hejmartin.

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê herwiha rêjeya wan dengan aşkere kiriye, ku ji ber hebûna kêmasiyan, an şaşiyan û spîbûna wan nehatine hesabkirin.

Li gorî komîsyonê 170 hezar û 611 deng hatine dûrxistin, 40 hezar û 11 deng hatine betalkirin û  9 hezar 368 deng jî spî bûne û ji ber wê yekê nehatine hesabkirin.

Komîsyonê da xuyakirin, ku ji hejmara 3 milyon û 85 hezar û 935 dengên dirist, 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan deng dane ‘Belê’ û serxwebûna Kurdistanê, ku dike %92.73 dengan.

Herwiha 224 hezar û 464 kesan jî dengê ‘Na’ di referandumê de bi kar anîne ku dike %7.27ê rêjeya giştî ya dengan.

Komîsyonê rêjeya beşdarbûna xelkê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî %72.16 ragihand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin