Encama Lûtkeya Soçiyê: Li ser Îdlibê lihevkirinek nîne

Encama Lûtkeya Soçiyê: Li ser Îdlibê lihevkirinek nîne

Lûtkeya Soçî di navbera, serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de bi dawî hat. Lê vê carê jî hersê aliyên garantorên Astanayê nekarîn li ser rewşa aloz a Idlibê lihev bikin, dê danûstandinên wan li ser çarenivîsa wî bajarî berdewam bin.

A+A-

 Lûtkeya Soçî di navbera, serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de bi daîw hat. Lê vê carê jî hersê aliyên garantorên Astanayê nekarîn li ser rewşa aloz a Idlibê lihev bikin, dê danûstandinên wan li ser çarenivîsa wî bajarî berdeewam bin. Herwiha hersê welatan ragihandin, Sûrî tenê dikarin li gel Moskow, Tehran û Enqerê bigihin çareseriya qeyrana li wî welatî û ti rêyeke din li pêşiya wan nîne.

 

Di dawiya civîna Lûtkeya Soşî de hersê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevbeş îmze kirin, ku paşê di konferanseke rojnamevanî de ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve hate xwendin.

 

Li gor daxuyaniyê, hersê welatan piştgiriya xwe bo berdewamîdan bi gotûbêjên navbera hersê welatan, ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê nîşan dane û ragihandine, ku Sûrî tenê li gel Moskow, Tehran û Enqerê dikarin dawî bi wê krîzê bînin û rêyeke din li pêşiya wan nîne.

 

Serokê Rûsyayê, Vladimir Putîn ragihand: “Nerîna me ya hevbeş ew e ku divê Sûrî bi tenê ligel me biryarê li ser siberoja welatê xwe bidin. Rêyên din ji bo çareseriya Sûriyê tune ne, ji vê nerînê ve bi taybetî me proseya siyasî ya navxwe ya Sûriyê gutûbêj kir. Yekxistina hêzên me dibe sedema bilezkirina avakirina komîteya nivîsandina destûrê nû yê Sûriyê ku erkê me orgenîzekirin û avakirina komara bê ya Erebî ya Sûriyê dibe”.

 

Çareserkirina rewşa aloz a Idlibê bi dirêjiya qeyrana Sûriyê, yek ji xalên herî cuda û nakok di navbera Rûsya û Tirkiyê de bûye, vê carê jî herdu aliyan nekarîn li ser rewşa Idlibê li hev bikin û tenê ragihandin ku ew dê berdewamiyê bidin gotûbêjên derbarê Idlibê de.

 

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan jî amaje bi rewşa Idlibê kir û got: “Pirsa Idlibê û agirbest li seranserî Sûriyê ji mijarên giring û karên me yên herî li pêş bû. Me bi giringî ve behsa giringî û hestyariya rewşa Idlibê kiriye. Di heyama 8 salên bihorî de xelkê Idlibê gelek êş û azar û îşeknce dîtine û baceke gelek giran dane”.

 

Îran ji aliyê Amerîkayê ve weke piştevanê grûpên terorîstî tê tometbarkirin, lê belê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di konferansa rojnamevanî ya li Soçiyê de bi berdewamî behsa wê yekê dikir, ku Îran amade ye ji bo rûbirûbûna terorê.

 

Ruhanî di vê bareyê de got: “Aramanca me ya hevbeş rûbirûbûna terorê û vegerandina aramiyê ji bo Sûriyê, nivîsandina destûrekî nû, cêgîrbûna hikûmeteke demokrat li wî welatî, vegerandina koçberan û avakirina Sûriyê ye”.

 

Ev civîna li Soçiy, çaremîn civîna lûtke di navbera hersê welatan garantor di krîza Sûriyê de bû. Tevî birêveçûna wan civînan, hêj gelek babet di navbera wan welatan de bi hilawîstî û neçareserkirî mane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin