Encama hilbijartina Rojava hate eşkerekirin

Encama hilbijartina Rojava hate eşkerekirin

Encamên hilbijartina qonaxa duyem a ku li Rojavayê Kurdistanê di 1ê Kanûnê de hatibû lidarxistin hatin eşkerekirin.

A+A-

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê daxuyaniyek belav kir û got, rêjeya beşdariyê ji %69 e

Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî ku ofîsên wê yên li Rojava hemû hatine girtin, ji ber zext û fişarên li ser wan beşdarî hilbijartinan nebû û hilbijartin boykot kirin.

Encamên Hilbijartinê:

Rêjeya beşdariya di hilbijartinan: 69%

 

HERÊMA CIZÎRÊ

 

Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd:Ji 99 namzetan 40 kursî bi dest xist

 

Kesên serbixwe: Ji 268 namzetan 144 kursî bi dest xistin

 

HERÊMA FIRATÊ

 

Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 954 namzetan 847 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 124 namzetan 40 kursî bi dest xist

 

Kesên serbixwe: Ji 95 namzetan 67 kursî bi dest xistin

 

HERÊMA EFRÎNÊ

 

Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 1175 namzetan 1056 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 197 namzetan 72 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: Ji 48 namzetan 8 kursî bi dest xist

 

Kesên serbixwe: Ji 86 namzetan 40 kursî bi dest xistin

 

TEV-DEM'ê Lîsteya Neteweya Demokratîk ji bo beşdarî hilbijartinê bibin ava kir û ji 18 partiyan pêk te. Li gel partiyên kurdî Ereb, Asûrî û Siryan di nav lîsteyê de cih digirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin