• Diyarbakır 33 °C
  • Batman 32 °C
  • Hakkari 25 °C
  • Şırnak 31 °C
  • Ağrı 22 °C

Emîn Alî Bedirxan

Seîd Veroj

thumbnail_emîn-alî-bedirxan.jpg

 

Emîn Alî Bedirxan, kurê Mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, mîrê dawîn ê Mîrnişîniya Botan bû û piştî têkçûna serhildana 1846an ji aliyê Dewleta Osmanî ve tête destgîrkirin û wî bi tevî hemû endamên malbatê, rêdikin Stenbolê. Mîr Bedirxan şeş meh li Stenbolê girtî dimîne, paşê biryara sirgûnkirina wî tête derxistin û wan bi tevî hemû endamên malbatê sirgûnê girava Girîdê dikin.

Dema ku ew bi malbatî li qeza Xaniyeya girava Girîdê di sirgûniyê de bûn, di sala 1856an de li hemberê Dewleta Osmanî serhildanek yunaniyan çê dibe. Mîr Bedirxan ji bo têkbirina serhildanê, bi çekdarên xwe ve alîkariyeke girîng dide Dewleta Osmanî û ji ber vê alîkariyê, destûra vegera wî ya ji bo Stenbolê tête dayin.

Piştî ku Mîr Bedirxan ji Girîdê vegerandin Stenbolê, “Li vê derê heft salan dimîne.”1 “Di sala 1866an de ji bo wezîfeyek fermî çûye Şamê û di sala 1870ê de, di 65 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Gora wî, li Şamê di taxa kurdan de ye û nêzîkê gora Seleheddînê Eyûbî ye.”2 Mehmed Uzun dibêje; “Gora wî, li goristana Hezretî Mewlana Xalid e û li ser kêla gorê tarîxa mirinê, 1868 hatiye lêkirin.”3

Mihemed Emîn Alî Bedirxan ê lawê Mîr Bedirxan, di sala 1851ê de li Girîdê ji dayik bûye. Dema zaroktiya wî, li giravên koçberiyê de derbas bûye. Perwerdeyiya hiquqê dîtiye û di wîlayetên cûr bi cûr ên dewleta Osmanî de dozgerî û dadgerî kiriye. Di destpêka salên 1880an de bi jinek çerkez re zewiciye. Piştî bûyina lawê wî yê Sureyya, dayika wî ya çerkez miriye. Di helbesteke wî ya ku paşê bi navê “Xîtabek ji bo Çerkesa min”4 hatiya nivisîn de, diyar dibe ku gelek hez ji malxweya xwe kiriye û pirr li ber mirina wê ketiye. Di helbestê de hestên xwe weha aniye ziman:

“Emîn Alî Beg ji mirina jina yekem şûn ve, zewaca duyem dike û vê carê jî bi navê Semîha careke din bi jineka çerkes re dizewice. Di zewaca diduyan de jî şeş zarokên wî çêdibin; pêncê wan lawîn û yek jî keçik e: Celadet, Kamiran, Tevfîk, Hîkmet, Safder û Meziyet.”5 Lawekî wî yê bi navê Bedirxan, ji ber ku di biçûkayî de miriye, ew bi giştî nayê jimartin.

Ji zarokên Emîn Alî Beg ê bi navê Bedirxan, di hijdeh mehiya xwe de li menfaya keleha Ekayê diçe ser dilovaniya xwe û mirina Bedirxan gelek tesîr li Emîn Alî Beg dike. Celadet Beg li ser mirina birayê xwe dibêje:

“Ev brayê ku xwedê di menfayê de da û di menfayê de standibû. Ev birayê kiçîk û delal ko di nav sê-çar saetan de ser ejnûwên bavê min, di Keleha Ekayê de mir.”6

Celadet Bedirxan dibêje dema ku rojnameya Roja Nû ji min nivîsarin xwest, dilê min hebû çavên xwe li boriyê bigerînim û bîrekî bav û mamekî xwe bi vê hencetê vejînim. Rojnama kurdî a pêşîn berî 45 salan, yanî di sala 1898an de, li Misrê belav bûye: Di wê salê de mamekî min Mîdhet Beg, ji Stenbolê revî û çû bû Misrê. Mîdhet Beg di Qahîrê de bi zimanê kurdî rojnameyek derêxist: Kurdistan. Kurdistan rojnama kurdî a pêşîn e.

Welê dixuye ku hingê, Mîdhet Beg, ji birayê xwe yê mezin, Emîn Alî Beg, yê ko hingê li Stenbolê bû, nivîsan xwesti bûn. Emîn Alî Beg, ji birayê xwe yê kiçik re, di nav nivîsarine din de, teqrîzek jî rêkiribû, lê ne bi navê xwe, ji ber ko nikarî bû, lê belê bi navê “Lawê Şêx E. Fetah”.

Hewldana serhildanên piştî Mîr Bedirxan

Piştî tevger û serhildana Mîr Bedirxan, çend carên din jî serhildanên Bedirxaniyan çêbûn. Ezdîn Şêrê ku di tevgera Mîr Bedirxan de derbasê aliyê Osmanîyan bû, di sala 1853an de bi xwe li hemberê dewletê serî hilda û nêzîkê deh salan desthilatdariya wî ya li herêmê dewam kir û paşê têkçû.

Ji têkçûna tevger Mîr Bedirxan û nefîkirina wan a ji bo girava Girîdê, çûyin û vegera Kurdistanê, ji endamên malbata Mîr Bedirxan re qedexe bû. Lêbelê dil û bala wan her li ser Kurdistanê bû. Li gor agahdariyên nameyek Bedirxaniyan, gelek caran hewldanên ji bo çûyina Kurdistanê û ji nû ve sazkirina Mîrnişîniya Botan çêbûne.

Piştî bidawîhatina şerê Rus-Osmanî yê sala 1877an û beriya destpêkirina tevgera bi serokatiya Şêx Ubeydullahê Nehrî (1880), rêxistinkirina tevgereke nû ji aliyê Osman û Husên Begê Bedirxanî ve di salên 1879an de tête kirin. Di demeke kurt de bandora tevgerê li herêmên wekî Zaxo, Çolemêrg, Amêdî, Mêrdîn û Mîdyatê belav dibe. Navend û destpêka tevgera birayên Bedirxanî, dîsa herêma Cizîra Botan û hawîrdorê wê bûn. Bi tevdîr û mudaxaleyeke dijwar a hikumeta Serayê, serokê tevgerê Husên Beg hate girtin û tevgera wan jî têkçû.7 Lêkolîner Hasan Yıldız li ser vê tevgerê dibêje: “Di sala 1877an de ji malbata Bedirxaniyan Osman û Hisên Paşa, ji bo sazkirina Mîrnişîniya Botan diçin Cizîrê. Piştî ku Sultan Abdulhemîd pê dihese, Behrî Paşayê birayê wan rê dike pey wan da ku wan îqna bike û vegerîne Stenbolê. Her du bira, ji bona ku careke din xwîn neye rêtin vedigerin.

Hewldanên ji bo çûyina Kurdistanê û ji nû ve rêxistinkirina tevgera kurd, di sala 1892an de ji aliyê Xelîl û Ebdurezaq Bedirxan Beg ve jî tête ceribandin lê bi ser nakeve.”8

Emîn Alî Beg, “Dema ku nefîkiriyê mecburî yê Stenbolê bû, du caran hewl da ku bireve, lakîn bi ser neket; carekê li Trabzonê û cara din jî li Beyazidê piştî berxwedanekê hate girtin.”9 Sureyya Bedirxan dibêje: “Piştî têkçûna Tevgera Şêx Ubeydullah, di sala 1889ê de, her du lawên Mîr Bedirxan; Emîn Alî û Mîdhet Beg ji bo rêxistinkirina tevgera kurd ji Stenbolê bi keştiyekê çûn Trabzonê da ku bigîjin Kurdistanê. Kurd, ji hatina wan agahdar bûn û mifrezeyeke kurd çûbû herêma “Cewîzlîk”ê ji bo pêşwazîkirina her du Mîran. Her du aliyan bêtengasî hev dîtin û di bin serokatiya Mîrên xwe de ber bi Erzerumê ve ketin rê. Lêbelê di vê navberê de, Mistefa Nûrî Efendî yê ku bi karê çûyina wan re mijûl bû û xeberguhêziya wan dikir, ji ber tirsa xwe, aliyê Serayê jî bi dizîka ji vê bûyerê agahdar kiribû. Lakîn birayên Bedirxanî îhtîmala çêbûna îxanetek wisa hesab nekiribûn. Lewma li gor nexşeya diyarkirî, di îstiqameta çûyina xwe de rêya xwe domandin hetanî Bayburdê. Lê di başûrê Bayburdê de ji aliyê du mifrezeyên leşkerî yên Erzerum û Ezirganê ve li pêşiya wan kemîn hatibû danîn û her du Mîr bi mifrezeya xwe ve dikevin nav kemînê. Bi pevçûnek dijwar xwe digehînin çiyayên qeza Madenê. Mixabin li vê derê ji aliyê leşkerên tirk ve têne berdestkirin.”10 Paşê “di sala 1910an de Bedrî û Mîthed Beg, di salên 1917-1916an de Hisên Paşa, Silêman û Hesen Began jî hewl dan ku biçin Kurdistanê, didoyên wan ji aliyê hikumeta tirk ve hatin kuştin.”11

Wekî li jorê jî hate gotin Emîn Alî Beg, perwerdeyiya hiquqê dîtibû û li wê demê li Edliyeyê kar dikir. Salên 1903-1904an li Selanîkê, paşê li Anqere û Konyayê (1906)12 kar dike û dawiyê ji mifetîşiya Edliyeya Edirneyê teqawît dibe. Nakdîmon dibêje: “Emîn Aliyê bavê Kamiran û neviyê Mîr Bedirxan, di dewleta Osmanî de serokatiya Mahkemeyeke bilind kiriye û bi xwe jî abûqat bû.”13

Li jorê jî hate gotin, “çûyina malbata Bedirxaniyan a Kurdistanê, ji terefê Osmaniyan ve hatibû qedexekirin. Ji ber vê yekê, Emîn Alî Bedirxan ji bo ku zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî mezin bike, ji Kurdistanê dengbêj, mamoste, nivîskar û helbestvan dianî. Yek ji wan jî helbestvanê navdar ê kurd, Hecî Qadirê Koyî bû.”14

Di 23yê Adara 1906an de, ji ber bûyera kuştina şehremînî Ridvan Paşa, ku Abdurezaq Bedirxan û apê wî Alî Şamîl Bedirxan wek kiryarê vê bûyerê dihatin sûcdarkirin. Dîsa bi fermana Abdulhemîd biryara nefîkirina (koçberkirina) hemû mêrên malbata Bedirxaniyan tête derxistin; pêşiyê ji Stenbol û gelek wîlayetên din ên wekî Hayfa, Yemen, Beyrûd, Rodos, Nablus, Kayserî, Isparta, Konya û Yozgatê ve ji bo wîlayet û welatên Afrîka û Rojhelata Navîn têne nefîkirin. Mustafa Turan dibêje: “Piştî jêbirina rutbe û apoletên Alî Şamîl Paşa, çiqas kurdên mensûbê Bedirxaniyan hebûn, hemû koçberê Trablusgarbê kirin.”15 Abdurezaq Bedirxan li ser vê bûyerê dibêje: Hemû endamên malbata min yên li Konstantînopolê bûn, zêdeyê sê hezar mensûb û xizmên me, pêra jî merivên me yên dûr, yên ku li hemû aliyên Tirkiyeyê diman, hêdî hêdî hatin girtin û ew di girtîxane û kelayan de cîwar kirin, hinek jî sirgûn kirin.”16

Halîde Edîb Adivar ku keça jina pêşîn a Alî Şamîl Bedirxan bû, dibêje: “Li ser kuştina Şehremînî Ridvan Paşa, zarokên diwazdeh salî jî di nav de, li Stenbolê mêrek Bedirxaniyan nemabû. Pirraniya wan ji vê bûyerê jî neagahdar bûn.”17 Di dema vê nefîkirinê de, bi tevî sêzdeh zarokên Bedirxaniyan Sureyya, Celadet û Kamiranê lawên Emîn Alî Beg, di klasên cihê cihê de xwendevanên Mekteba Sultanî ya ku îro bi navê Galatasaray tête bi navkirin bûn. Ahmed Ramîz jî vê bûyerê dişibîne muamele û kiryarên Abasiyan yên li bajarê Mekkeyê û dibêje: “Ew kiryar û tevgerên ku vê dawiyê ji bo Bedirxaniyan rewa hatine dîtin; darbeyeke namerd e û ji bo tunekirinê ye, di vir de dîn kirine wesîteya tehrîbkirina welat.”18

Nefîkirina vê carê, wekî ya Girîdê demek dirêj najo, piştê îlankirina Meşrûtiyetê, Bedirxanî carekî din vedigerin Stenbolê.

Xebata rêxistinî û siyasî

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn (24ê Tîrmeha 1908), efû hate îlankirin û Bedirxanî dîsa vegeriyan Stenbolê. Emîn Alî Bedirxan jî piştî ragehandina Meşrûtiyetê, vedigere Stenbolê. Di nav xebata Cemiyeta Teavûn û Teraqî ya Kurdan (CTTK) de cî digire û dibe damezirênerê vê cemiyetê.19 Herweha dibe damezirênerê Cemiyeta Neşrê Mearîf a Kurd (1908).20 Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê jî, di nav xebata gelek rêxistinên kurd û yên mixalifên Îtihad û Terakkî de cî digire. Digel Seyîd Abdulqadir di nav xebata Cemiyeta Tealiya Kurdistanê (CTK) de cî digire û herweha dibe damezirêner û serokê duyemîn ê CTKê.

Di sala 1918an de Emîn Beg, Mewlanzade Rifat û hin hevalên wan “di 22yê Teşrîna Ewela 1918yê de Partiya Radîkal Avamê”21 damezirandibûn ku serokê vê partiyê Mewlanzade Rifat bû û paşê bi hev re tevlî rêxistina Cemiyeta Tealiya Kurdistanê (CTK) bûne. Her sê kurên Emîn Beg: Sureyya, Celadet û Kamiran

Bedirxan jî endamê CTKê bûn. Di heman demê de li Qahîreyê jî, sala 1918 bi navê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê rêxistinek nû ji aliyê Sureyya yê kurê Emîn Alî Beg ve hatibû damezirandin.

Emîn Alî Beg serkirdeyekî girîng ê CTKê bû û li ser navê cemiyetê beşdarê gelek hevdîtinên siyasî û dîplomatîk bûye. Li gor raporta hejmar “FO 371/4192” ya Komîserê Bilind ê Îngiliz, di 10ê Tîrmeha 1919an de, di navbera heyeta Komîteya Kurd û Hikumeta Tirk de li ser vexwendina endamê koma wezîran Heyderî Zade civînek hatiye sazkirin. Ji aliyê hikumetê ve Heyderîzade, Abuk Paşa yê wezîrê berê parastinê û Avnî Paşa yê wezîrê herbiyeyê; heyeta Komîteya Kurd jî pêk hatibû ji Seyîd Abdulqadir, Emîn Alî Bedirxan, Mewlanzade Rifat, Yarbay Emîn Beg û Bînbaşî Awnî.

Di vê civînê de, bi kurtebirî li ser meseleya ermenan û dahatûya kurd-Kurdistanê gotûbêj çê dibin. Di pêdeçûna civînê de Emîn Alî Beg dibêje; “Gelo hikumeta we dikare ji vê civînê şûn ve hebûna Kurdistanê nas bike û hikumeteke otonom qebûl bike?” “Eger hûn dixwazin îmtiyaz bidin Kurdistanê, ya baştir ne ew e ku hûn ji nûha ve waliyekî kurd û wezîfedarên kurd rêkin Kurdistanê?

Avnî Paşa soz dide ku dê ji bo Kurdistanê waliyek kurd û wezîfedarên kurd bêne tayînkirin.”22

Ev biryar, di nav çapemenî û milletê kurd de hêvî û bendewariyeke peyda dike. Bi îhtimaleke mezin ji ber vê, Celadet Bedirxan di nivîsa xwe ya bi navê “Memêrên kurd ji Kurdistanê re”23 de, pêdiviya pêkanîna vê biryarê tîne ziman.

Noel jî dibêje: “Di sala 1919an de tirkan xwest Emîn Alî Beg wek waliyê Diyarbekir tayîn bikin, lêbelê dizanîn ku ew tu wextekî dev ji xewna serxwebûna kurdan bernade, ji ber vê yekê pêşniyar nehate tetbîqkirin.”24

Li ser pêkanîna biryara navborî, ji aliyê îngiliz û tirkan ve çi eger û sebeb têne nîşandan bila bêne nîşandan, ev biryar û gotin, qethen nehatine tetbîqkirin.

Piştî ku Mistefa Kemal û hevalên xwe kongreyên Erzerum û Sêwasê girêdan, heman demê roj bi roj nakokiyên nava CTKê jî zêdetir dibûn. Rewş ber bi tevlihevî ve diçû û bar girantir dibû. Di nav rêxistina CTKê de du grub çêbûbûn; beşek damezirêner û rêvebiran, di nav sînorên Dewleta Osmanî de pêkanîna muxtariyetê (otonomî) dixwest û beşeke din jî serxwebûnê dixwest. Yanî êdî rêzên CTKê ne yekpare bûn. Li ser vê dubendiya nav CTKê, Seyîd Mihemedê kurê Seyîd Abdulqadir dibêje: “Di nav CTKê de, Emîn Alî Bedirxan, Xelîl Rehmî Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Mewlanzade Rifat û Kemal Fewzî “îstiqlal” dixwest.”25

Di atmosfereke siyasî ya bi vî rengî de, di dawiya Sibata 1920ê de beyanatek Seyîd Abdulqadir di rojnameyan de tête belavkirin. Di beyanatê de gotibû “Kurd daxwaza serxwebûnê nakin, ew, muxtariyetê ji bo Kurdistanê dixwazin.”26 Vê beyanata Seyîd Abdulqadirî, nakokiyên nav rêxistinê hîn bêtir derxistin holê û ji ber vê yekê beşekî endamên rêvebir ji CTKê veqetiyan. “Ew ên ku ji CTKê veqetiyan, bi navê Cemiyeta Teşkîlatê Îçtîmaiyye (CTÎ) û paşê jî Partiya Milletê Kurd (PMK) du rêxistinên nû damezirandin.”27 Lêbelê li ser dîroka damezirandin û bernameyên CTÎ û PMK, agahdariyek berfireh li ber destê me nîne.

Li gor agahdariyên Malmîsanij, piştê ku di nav CTKê parçebûn çêbû, Emîn Alî Beg, di rêza gruba serxwebûnxwazan de cî girt û digel hevalên xwe bi navê Cemiyeta Teşkîlatê Îçtîmaiyye ya Kurd (CTÎK), rêxistineke nû damezirandin û ew jî bû serokê wê rêxistinê.28 Qedrî Cemîlpaşa (Zinar Silopî) navê damezirênerên vê rêxistinê weha rêz dike: Emîn Alî Bedirxan Beg, Ferîd Bedirxan, Şukrî Baban, Fuad Baban, Hîkmet Baban, Dr. Abdullah Cevdet, Dr. Şukrî Mehmed, Kemal Fewziyê Bedlîsî, Ekrem Cemîlpaşa, Nejmedînê Kerkûkî, Mewlanzade Rifat û Memduh Selîm Begî.”29 Emîn Alî Bedirxan wek nûner û serokê vê rêxistinê tête nasîn. Di hin rojnameyên wê demê de, navê Nejmedîn Huseynî jî wek serokê CTİyê hatiye nivîsandin. Ugur Mumcu li ser nav û rêza damezirêneran dibêje: “Di rêvebiriya vê grubê de şexsiyetên wekî Emîn Alî Bedirxan Beg, Ferîd Bedirxan Beg, Babanzade Şukrî Beg, Babanzade Hîkmet Beg, Dr. Abdullah Cevdet, Dr. Şukrî Mehmed Beg, Kemal Fewzî yê Bedlîsî, Ekrem Cemîl Paşa, Necmedîn Huseynî yê Kerkûkî, Memduh Selîm Begî û Mewlanzade Rifat”30 hebûn.

Gruba navborî dixwest prensîbên mafê çarenûsiyê ji bo milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Lêbelê bernameyeke wan a bi rêkûpêk a neteweyî jî tune bû.

Li gorî hevpeyvîna Emîn Alî Bedirxan a di rojnameya Bosfor de: “Di nav kurdan de du daxwaz û nêrînên cûda hene; em hemû jî Sultan wek Xelîfe qebûl dikin, lêbelê terefek dixwaze ji aliyê polîtîk ve bi temamî ji Tirkiyeyê veqete û aliyê din jî, ji ber helwesta Awrupiyan û hîleyên turkan, bi xweragirtinek oportinîst, dixwazin di bin sîwana Tirkiyeyê de otonomiyek çêbe. Lakin yên ku wisa dibêjin, beşek hindik in.”31

Li gor agahdariyên kovara Jînê, di nav gruba serxwebûnxwazan de kesayetiyên wekî: “Ferîd Beg, Şukrî Baban (Suleymaniye), Fuad Baban (Suleymaniye), Hîkmet Baban (Suleymaniye), Dr. Ebdullah Cewdet (Arapkîr), Dr. Şukrî Mihemed (Baqirmaden), Kemal Fewzî (Bedlîs), Ekrem Cemîlpaşa (Amed), Nejmedîn Huseynî (Kerkûk), Memduh Selîm (Wan) û Mewlanzade Rifat” hebûn.”32 Ev grub di heman demê de bi navê “Demokratên Kurd” jî tête nasîn û di damezirandina “Partiya Milletê Kurd” de jî cî digrin. Piştî ku ev partî ji aliyê hikumetê ve tête girtin, bi serokatiya Necmedîn Huseynî Partiya Demokrata Kurd (PDK) tête damezirandin.

Ji çalakiyên wê diyar dibe ku piştî parçebûnê CTÎKê, xebateke hîn aktîf meşandiye; rêxistinên nû yên legal û îlegal damezirandine. Lêbelê nikariye navenda rêxistinê û potansiyela xebata wê bigehîne li ser erdê Kurdistanê, destkevtiyên girîng û mayinde bi dest bixe. Wekî ku hatiye gotin; her giya li ser koka xwe şîn tê; xebat û çalakiyên ji dûrê Kurdistanê nikarî tesîra pêdivî li ser civata kurd bike û ji ber vê yekê jiyana wê jî dirêj neajotiye. Piştî ku Tevgera Kemalîst li Kurdistanê bandora xwe xurt kir û serhildana Qoçgiriyê jî têkçû, di dawiya sala 1921 û serê sala 1922an de êdî tevgera neteweyiya kurd mecbûrê xebata îllegal bû û ji nû ve têkilî û xebatên yekbûnê dest pê kir. Bi tevî damezirandina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (KÎK), êdî navenda tevgera netewiya kurd li Kurdistanê bi cî bû.

Piştî parçebûna CTKê, “Li ser pêşniyara Emîn Alî Beg, komek Bedirxaniyan di dawiya Gulana 1920an de biryara damezirandina komeleyek malbatî girtine û Emîn Alî Beg ji bo serokatîya komelê hatîye hilbijartin. Ji naveroka ewraqên komelê wisa diyar dibe ku li ser kurd û Kurdistanê, ji bo nûnerên dewletên gewre yên wekî Brîtanya û Fransayê serlêdanên nivîskî û devkî hatine kirin. Karê amadekirin û wergera notayên ji bo nûnerên van dewletan, ji aliyê Abdurehman û Celadet Beg ve hatiye kirin.33

Ji nameya ku di 6ê Hezîrana 1920an de ji Komîseriya Bilind a Fransayê re hatiye nivîsandin diyar dibe ku Emîn Beg, ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve wek Mîrê dawî yê Mîrnişiniya Cizira Botan tête qebûlkirin.34

Xusûsiyeteke rêxistina CTKê jî, têkiliyên wan ên bi mixalefeta wê demê re bû; bi taybetî jî têkiliya CTKê, bi Partiya Hûrriyet û Îtîlafê û Partiya Ahrar a Osmanî re hebû. Bêguman pêşiyê li hember tevgera Îtîhad û Terakkî û paşê jî li hember tevgera Kemalîst, bi rêxistinên mixalîf re têkilî û peymanên kurdan çêbûne. Di vê çarçoveyê de “Emîn Alî Beg jî heman demê Endamê Merkezî yê Partiya Hûriyet û Îtilâfê (14 Qanûna Ewel 1919) bû.”35

Têkiliyên bi mixalefetê re di dema darizandina rêvebirên Tevgera 1925an de têne rojevê û dibin yek ji sebebên sûcdarkirina kadro û rêberên kurd. Di dema darezandinê de dozger Ahmed Sureyya Ozgevren ji Seyîd Abdulqadir dipirse û dibêje: “Li ser têkiliya we û Partiya Hûrriyet û Îtîlafê, di navbera ewraqên we de muqawelenameyek siyasî hatiye dîtin, li ser vê babetê dibêjî çi? … Belê, me bi Partiya Hurriyet û Îtîlafê re muqawelenameyek çêkiriye. Li gorî vê muqaweleyê, dê ji bo Kurdistanê muxtariyetiyek bihata dayin… Ew ên ku îmzeyê wan di bin vê muqawelenameyê de hebûn: ji aliyê me ve yê Min, Mele Seîd û Emîn Alî Bedirxan; ji aliyê Partiya Hûrriyet û Îtîlafê ve yê Vasfî, Zeynelabîdîn û Sebrî Xoce bûn.”36

Noel dema behsa xûsusiyetên wî yên şexsî dike dibêje: “Emîn Alî Bedirxan; giregir û kesayetiyek ber bi çav û nûnerê malbata Bedirxaniyan bû. Pîremêrekî bejindirêj, rîsipî û xweşmêr bû. Kesayetiyek bihêz, bi taybetî li ser kurdên Botan û bi giştî jî li ser hemû kurdan xwedî tesîreke giran bû.”37

Piştî serkevtina tevgera Kemalîst, gelek rewşenbîr, welatparêz û xanedanên kurd ji bêgaviyê cî û warê xwe terk kirin. “Emîn Âlî Bedir-Xan û sê kurên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran jî bûn mehkûmê îdamê. Bab û Sureyya revîne Misrê. Celadet û Kamiran paşê çûne Almanyayê ji bo xwendina bilind.”38

Emîn Alî Bedirxan di Gulana 1923yan de li Misrê nexweş dikeve û sala 1926ê ji ber nexweşiya dil, di 75 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe.

 

Têbinî:

1- Lütfi (Ahmed Ramîz), Emir Bedirhan, 20. Yüzyıl Başlarında Kürt Milliyetçi Söylemine Bir Örnek, bgst Yayınları, İstanbul, 2007, r. 88

2- Edward William Charles Noel, Kürdistan 1919, Avesta Yayınları, İstanbul, 1999, r. 93

3- Mehmed Uzun-Rewşen Bedirxan, Defter-i Â’malım, Belge Yayınları, İstanbul, 1998, r. 23

4- “Xîtabek ji bo Çerkesa min Tîra qederê canê min diêşîne, Pirr dirêj bû veqetandina me êdî bes e, Heyata min bêxem û bê te derbas nabe. Ez xerîbek derbeder im, bêkes im, Tu li ku yî zewqa heyata min, Çerkesa min. Kî bû sebeb ecêb, webalê kî ye, Agirê jihevbûnê hîna jî nemiriye, Ji van zehmetiyan bedena min bûye wek xeyalekî. Ez xerîbek derbeder im, bêkes im, Tu li ku yî zewqa heyata min, Çerkesa min. Ji vê nexweşiya giran re dê mirin çi bike, Ez karim li hember her êş û elemê sebir bikim, Dema em bigehin hev, dê ji nû ve heyat dest pê bike. Ez xerîbek derbeder im, bêkes im, Tu li ku yî zewqa heyata min, Çerkesa min. (12yê Adara 1316 (M- 25ê Adara 1900)”4 (Ji arşîva Sînemxan Bedirxan)

5- Prens Sureyya Bedirxan, Kürt Davası ve Xoybun, Med Yayınları, İstanbul, 1994, r. 8

6- Celadet Alî Bedir-Xan, Lorîya Bedir-Xan, Hawar, no: 5, Şam, 20ê Tîrmeh 1932, Çapa hejmarên 1-9, Amedekar: Mihemed Bekir, Sweden,1987
 
7- Muhammed Emin Zeki Beg, Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Nûbihar Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 2012, r. 222- 223. Bn. Celîlê Celîl, 1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri, Avesta Yayınları, İstanbul, 2014, r. 54
 
8- Hasan Yıldız, 20. Yüzyıl Başlarında Kürt Siyasası ve Modernizm, Doz Yayınları, 2. Baskı, İstanbul, 2006, r. 98-100, Neqilkirina ji Dosya Kurdistanê, c. 12, r. 60
 
9- Edward William Charles Noel, Kürdistan 1919, Avesta Yayınları, İstanbul, 1999, r. 94
 
10- Dr. Bletch Chirguh, Kürt Sorunu: Kökeni ve Nedenleri, Avesta Yayınları, İstanbul, 2009, r.41-42
 
11- Hasan Yıldız, J. b., r. 99
 
12- Malmîsanij, Cızira Botanlı Bedirhaniler, Avesta Yayınları, 2. Baskı, 2000, İstanbul, r. 130
 
13- Nakdimon, Şalom; Irak ve Ortadoğu’da Mosad, Elips Yayınları, Ankara, 2004, r. 9
 
14- Mihemed Bekir, Pêşgotina ji bo çapa hejmarên: 1-9ê kovara Hawarê, Weşanxana Hawar, Sweden, 1987, r. 20
 
15- Mustafa Turan, 31 Mart’ın Gizlenen Yüzü, Derin Tarih Kültür Yayınları, İstanbul, 2015, r.32
 
16- Prof Dr. Celîlê Celîl, Autobiyagrafiya Ebdurrezaq Bedirxan, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2000, r. 16
 
17- Halide Edib Adıvar, Mor Salkımlı Ev, çapa 3, Can Yayınları, İstanbul, 2014, r. 168
 
18- Lütfî (Ahmed Ramîz), Emir Bedirhan, 20. Yüzyıl Başlarında Kürt Milliyetçi Söylemine Bir Örnek, bgst Yayınları, İstanbul, 2007, r. 70
 
19- Dr. Bletch Chirguh, Kürt Sorunu: Kökeni ve Nedenleri, Avesta Yayınları, İstanbul, 2009, r..43
 
20- Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler (1918-1922, Cilt: 2, İletişim Yayınları, r. 224.
 
21- J. b., r. 105. Lîsteya damezirêner û rêvebiran: Reîs: Mewlanzade Rifat, Emîn Alî Beg (malnişîn e ji mifetîşîya malîyeya Edirneyê), Mazlûm Beg (rojnamevan), Mehmed Faîk Beg (Bazirgan), Ragip Beg (xwedîyê rojnameya Mûdafaa), Babanzade Azîz Beg.
 
22- Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kürdistan:1918-1958, Doz Yayınları, İstanbul, 1992, r. 77
 
23- Celadet Bedirhan, Kürdistana Kürd Memurlar, Serbestî, no: 482, 1 Mayıs 1919
 
24- Edward William Charles Noel, Kürdistan 1919, Avesta Yayınları, İstanbul, 1999, r. 94
 
25- Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, cild: 3, 2001, Ankara, r. 951
 
26- Kurdistan Press, no: 50, 1988, r. 8
 
27- Rohat Alakom, Şerîf Paşa: Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları, Avesta Yayınları, 1998, İstanbul, r.102
 
28- Bn. Malmîsanij, Cızira Botanlı Bedirhaniler, Avesta Yayınları, 2. Baskı, 2000, İstanbul, r. 131
 
29- Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Çapa Sêyem, 2007, Diyarbekir, r. 55
 
30- Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Tekin Yayınevi, 1991, Ankara, r. 186
 
31- Dr. Bletch, Chirguh, Kürt Sorunu, Avesta Yayınları, 2009, İstanbul, r. 66
 
32- Jîn (Kovara Kurdî-Tirkî,1918-1919), Cild: I, Werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, Weşanxana Deng-Sweden-1985, r. 101
 
33- J. b. r. 98
 
34- Hasan Yıldız, 20. Yüzyıl Başlarında Kürt Siyasası ve Modernizm, Doz Yayınları, 2. Baskı, İstanbul, 2006, r. 98-100, Ji Dosya Kurdistanê, c. 12, r. 60
 
35- Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cilt: 2, İletişim Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 326
 
36- Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, Cilt: 3, 2001, Ankara, r. 940-50
Bu yazı toplam 495 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar