Emerîkayê Rapora Rêxistinên Terorê yên 2017an belav kir

Emerîkayê Rapora Rêxistinên Terorê yên 2017an belav kir

Wezreta Derve ya Emerîkayê Rapora 2017an a Rêxistinên Terorê yên 2017an belav kir. Di raporta terorê de navê YPGê hatiye derxistin. Raportê, îranê jî weke 'Mezintirîn Sponsora Terorê' bi nav kir.

A+A-

Di raportê de FETÖ weke 'rêxistina terorê' tê binavkirin lê Fetula Gulen weke 'rûsipiyê dînî' bi nav dike. 

Her wiha di raporta par de di derbarê YPGê de dihat gotin: "Tirkiye YPGê weke şaxa PKKê bi nav dike' lê îsal ev îfade ji rapotê hatiye derxistin. Navê YPGê di raportê de derbas nabe. Lê navê PKKê wek rêxistina terorê hêj di raportê de ye.

Li aliyekî din raport, 'Dewletên ku piştiriyê didin terorîzmê' jî belav kir. dİ raportê de ; Îran, Sûdan, Koreya Bakûr û Sûriyê weke sponsorên terorîzmê hatin binavkirin.

Di raporê de amaje bi Îranê tê kirin û wek “sponsorê herî mezin ê terorê” tê binavkirin û tê gotin: “Îran li hember neseqamgîriya Efganîstan, Bahreyn, Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê berpirs e.”

 

Rapor dide xuyakirin, ku Îran hewl dide ziyanê bigihîne hikûmetên li herêmê û hevdem alozî û nakokiyên di navbera welatan de zêde dike. Herwiha balê dikişe ser wê yekê ku rêveberiya Tehranê bi riya Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran, wezareta îstîxbarat û asayîş û Hizbûllaha Lubnanê van karên xwe dike û dibêje: “Bi van karan bûye sponsorê terorê li ser asta cîhanê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin