Emerîkayê dosyaya Koyê bire Encumena Asayîşa Navdewetî

Emerîkayê dosyaya Koyê bire Encumena Asayîşa Navdewetî

Amerîkayê dosyeya êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên PDKÎ û HDKê li Koyê bire Encûmena Asayişa Navdewletî.

A+A-

Balyoza Amerîkayê ya li Netewên Yekgirtî Nikki Haley jî dibêje, divê Encûmena Asayişa Navdewletî giringiyeke taybet bide destdirêjiyên Îranê yên li nav axa Iraqê.

 

Hate ragihandin, Amerîka bi awaykî fermî mijara mûşekbarankirina baregehên HDK û PDKÎyê gihande Encûmena Asayişa Navdewletî. Balyoza Amerîka ya li Netewên Yekgirtî jî di gotarekê de bo yekemîn car jî li civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî navê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê anî û behsa wê êrişê kir, ku di wan demên dawiyê de bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koyê.

 

Hate diyar kirin, Nikki Haley di gotara xwe de got, êrişa Îranê bo ser baregehên partiya demokrat binpêkirina serweriya Iraqê ye û herwiha binpêkirina projebiryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ye.

 

 

Her wiha hat gotin Nikki Haley di gotara xwe ya li Encûmena Asayişa Navdewletî de daxwaz ji hemû endamên wê encûmenê kir, ku gelek giringî bi êrişa Îranê ya li Koyê bidin û tekez kir, ku gelek sedem hene ku giringî bi vê mijarê were dan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin