Emerîkayê cardin gef li Esedî xwar

Emerîkayê cardin gef li Esedî xwar

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de, Nikki Haley ragihand, heger rêjîma Esed çekên kîmawî bikar bîne, wê Amerîka bi tundî bersivê bide.

A+A-

Doh Encûmena Ewlehiya Navdewletî, derbarê rewşa Sûrya civîneke taybet lidar xist.

Di civînê de, Nikki Haley got: Peyamek me ji bo serokê Sûrya Beşar Esed û hemû ew aliyên dixwazin çekên kîmawî bikar bînin heye, di heyama 18 mehên derbasbûyî de, min du caran li vê Encûmenê got, heger çekên kîmawî bên bikaranîn, emê bersivê bidin û di herdu caran de jî me gotinên xwe bicî kir û me bingehên rêjîma Esed bordûman kir.

Herwiha got: Niha jî ez ji rêjîma Esed û hevparên wê ji Rûsya û Îranê re dibêjim, bêzehmet hêviyan li ser bersivnedana me girê nedin.

Haley tekez kir, ku heger Esed çekên kîmawî bikar bîne, berpirsatiya wî karî di stiwê Rûsya de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin