Emerîka, wê statuya Rojavayî bi awayekî dîplomatîk nas bike

Emerîka, wê statuya Rojavayî bi awayekî dîplomatîk nas bike

Rojnameya Eşerq el Ewsetê 10 xalên plana Amerîkayê eşkere kirin ku bi wan xalan plan dike ji aliyê dîplomasî ve herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ji aliyê dîplmasî ve binase.

A+A-

Li gor nûçeya Sputnikê, Rojnameya Eşerq el Ewsetê ragihandibû ku rayedarekî rojavayî payebilind ragihandiye ku birêveberiya amerîkî amadekariyan dike ku ku stratejiyeke nû ji bo Sûriyeyê diyar bike û herêmên di bin kontrola HSDê de ji aliyê dîplmasî ve nas bike.

Li gorî rojnameyê, Amerîka dê 10 gavan biavêje da ku herêmên HSDê nas bike û van gavan wiha rêz dike:

"Rojname diyar dike ku Serokê Amerîka Donald Trump dê di xala yekem de dê sozên xwe yên dane Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî piştguh bike û dê li ser biçekkirina HSDê berdewam e û wiha dewam dike: Zêdekirina piştgiriya leşkerî ya HSDê ku Serokê Amerîkayê di nîvê meha borî de biryareke cîbcîker ji bo çekdarkirina wan hêzan îmze kiribû û herwiha xwestibû ku hejmara wan ji 25 hezaran bibe 30 hezar".

 

"AMERÎKA DÊ HSDÊ BIKE ARTÊŞE NIZAMÎ"

"Perwerdekirina HSDê û guhertina rola wê ku dê wê bike artêşeke nizamî da ku piştî DAIŞê ewlekariya wan herêmên rizgarkirî dabîn bike û herwiha dê endamên polîs û asayîşê jî perwerde bike û ewlekariya li van herêman misoger ku hîn hucreyên DAIŞê lê hene û ji 3 hezar endaman pêk tê."

 

"AMERÎKA DÊ REQA Û TEBQAYÊ JÎ TEV LI HERÊMÊN HSDÊ BIKE"

Dê encûmenên herêmî yên sivîl ên li herêmên rizgarkirî xurt bike û encûmên Reqa û Tebqayê de jî di palana siberojê ya wan herêman de ye.

 

"REQA DÊ BIBE LAS VEGASA ROJHILATA NAVÎN"

"Dê dewletên hevpeymana navdewletî teşwîq bikin da ku çavkaniyên madî û mirovî ji bo avakirina bajarên wêrankirî dabîn bikin û tê gotin ku Reqayê dê bikin Las Vegasa Rojhilata Navîn"

 

"HSD GIRINGTIRÎN ZEVIYÊN PETROLÊ KONTROL DIKE"

"Dê xizmetguzarî û binesaziyên bajaran xurt bike û dê sûdê ji çavkaniyên suriştî bigirin ku petrol, gaz, çandinî û ava jî di nav de ye, ji ber ku HSDê giringtirîn zeviyên petrol û gazê yên Sûriyeyê kontrol dike."

Saziyên hikûmî û dadweriyê dê werin perwerdekirin û ev jî balkêş bû ku Berdevkê hikûmeta Fransayê Benjamen Grivo pêncşema borî ji bo girtiyêjn Fransayê yên ku li "Kuristana Sûriyeyê" ji aliyê HSDê ve hatine girtin dê li wir "werin darizandin, eger saziyên dadweriyê bikarin darizandineke dadmend dabîn bike."

 

"AMERÎKA DÊ JI ALIYÊ HEWAYÎ VE JÎ HERÊMÊN HSDÊ BIPARÊZE"

Parastineke hewayî ji wan herêman re were dabînkirin û 5 baregehên leşkerî yên rojhilatê Firatê jî dê bimînin ku du hezar pispor û leşkerên amerîkî li wan bixebitin û herwiha odeyeke operasyonên hevbeş dê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk re were avakirin.

 

"AMERÎKA DÊ BAREGEHA RIMÊLANÊ JI BO DÎPLOMATAN AMADE BIKE"

Nasîna dîplmasî ya va van herêman û hinek pispor dê ji bo baregeha Rimêlanê û baregehên din bi pêş de bixin da ku bikarin pêşwaziya dîplomatên amerîkî bike.

 

"LI GEL DIJDERKETINA ENQEREYÊ, AMERÎKA DÊ HSDÊ TEV LI CENEVÊ BIKE"

Amerîka dê fişarê bike ji bo HSDê û heyetên wê yên siyasî beşdarî pêvajoya siyasî ya Cenevê bibin li gel dijderketina Enqereyê jî.

Piştgirtina pêvajoya hilbijartinan a ku niha li federasyona Bakurê Sûriyeyê çêdibe ku biryar bû 19ê vê mehê bi rê ve biçe lê dûre hat bipaşdexitin.

 

"AMERÎKA DÊ MINBIC Û EFRÎNÊ JÎ BIPARÊZE"

Herwiha dê piştgiriya leşkerî, siyasî û dîplomasî li Herêma Rojhilatê Firatê bê dabînkirin û herêmên Efrîn û Minbicê jî werin parastin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin