Emerîka û NY bo jinûveavakirina Sûriyê mercek datîne

Emerîka û NY bo jinûveavakirina Sûriyê mercek datîne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Nûnerê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê mercekê li pêş jinûveavakirina Sûriyê datînin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeoû Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihandin; ti axaftinek derbarê jinûveavakirina Sûriyê de nayê kirin, ta bi yekcarî çareseriya siyasî ji krîza wî welatî re neyê dîtin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Pompeo û De Mistura li ser wê yekê li hev kirin, ku divê hemû alî li riyên çareseriya siyasî bigirin ber.

Herwiha ragihand jî, hîna zû ye ku behsa avedankirina Sûriyê were kirin.

Tekez kirin, jî, çareseriya siyasî li gor biryara 2245an a Encûmena Asayişa Navdewletî be û destûra Sûriyê jî were sererastkirin û hilbijartinên pêşwext werin encamdan.

Derbarê koçber penaberan de, Pompeo got: “Ev pirs divê bi beşdariya dam û dezgehên navdewletî bin û piştî rewşa ewlehiyê li Sûriyê peyda bibe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin