Emerîka dixwaze Pêşmerge vegere Kerkûkê

Emerîka dixwaze Pêşmerge vegere Kerkûkê

Endamê encûmena Kerkûkê Qasim Hemze got, Rakan Cibûrî ku Bexdayê ew li şûna parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daniye, serdana Bexdayê kiriye, da ku ji Ebadî re bêje, ku şandeke Amerîkî ji wî xwestiye Pêşmerge li Kerkûkê vegerin.

A+A-

Qasim Hemze diyar kir, ku "Doh êvarî li avahiya parêzgeha Kerkûkê, civîneke nihênî di nav şandeke serbazî Amerîkî û Rakan Cibûrî de hat lidarxistin û têde behsa vegera hêzên Pêşmergên Kurdistanê ji bo parêzgeha Kerkûkê hat kirin".

Hemze got: "Ji bilî Rakan Cibûrî ti kes di civînê de amade nebû û şanda Amerîkî ji aliyê fermandeyê navendî yê hêzên Amerîka ve hatibû şandin, lê Rakan Cibûrî nekarî rasterê bersiva daxwaza şandê ji bo vegera hêzên Pêşmerge bide, heya ku wê pirsê li gel Heyder Ebadî behs neke. Lewra wî îro serdana Bexdayê kiriye.

Li gorî zanyariyên heman jêderî, biryar e îro Heyder Ebadî li gel Rakan Cibûrî bicive û helwesta xwe li ser wê daxwaza Amrîkî bide xuyakirin.

Heya niha jî ti aliyekî pêwendîdar ne li Herêma Kurdistanê û ne li Bexdayê û nejî li Amerîka ew zanyarî piştrast nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin