Emerîka: Agirbest Efrînê jî li xwe digire

Emerîka: Agirbest Efrînê jî li xwe digire

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku biryara agirbesta Sûriyê Efrînê jî li xwe digre. Nauert Rûsyayê jî bi wê yekê tohmetbar dike ku ji kuştina xelkê Sûriyê berpirsyar e.

A+A-

Heather Nauert di konferanseke çapemeniyê de li Washingtonê amaje bi rewşa dawî ya li Sûriyê û Efrînê kir.

 

Nauert diyar kir: “Biryara agirbestê li Sûriyê nehat cîbicîkirin û vê hefteyê zêdetirî 100 kesan hatin kuştin.”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert herwiha destnîşan kir ku vekirina korîdorên mirovî ji aliyê Rûsya û Sûriyê ve, cihê pêkenînê ye.

 

Heather Nauert di beşeke din a axavtina xwe de Rûsya jî bi wê yekê tohmetbar kir ku ji kuştina xelkê Sûriyê berpirsyar e.

 

Li Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî bi yekdengî herî kêm ji bo mehekê biryara agirbesta mirovî hatibû wergirtin ku alîkariyên mirovî bigihîjin Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha bi taybetî nexweş û birîndarên ku rewşa wan giran e û welatiyên li Xûtaya Rojhilat ku dorpêçkirî ye, bên tehliyekirin.

 

Di biryarê de herwiha daxwaz hatibû kirin ku ji bo pêkhatina van yekan jî divê hemû alî "bêyî ku dereng bimînin" 30 rojan şer û pevçûnan rawestînin.

 

Di heman demê de daxwaz hatibû kirin ku dorpêça li ser Yarmûk, Fûa û Keferya û herwiha Xûtaya Rojhilat ku rewşa mirovî lê "pir xerab e", bên rakirin.

 

Li gorî biryarê, li Sûriyê operasyonên leşkerî yên dijî DAIŞ, El Qaîde, Eniya Nûsra û herwiha komên ku Encumena Ewlekariya NY wan wekî terorîst bi nav dike, dê berdewam bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin