Emê mirinê hilbijêrin, ne serîtewandinê!

Emê mirinê hilbijêrin, ne serîtewandinê!

“Bi navê gelê Kurd daxwazê li we dikin, mafê gelê Kurd yê çarenivîsa xwe bigrin ber çav. Ew mafê ku di belgenameyên netweyên yekgirtî de cih girtîye û dibêje, her milletek mafê wî heye, ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide”.

A+A-

Komîteya Bilind a Hevkarîya Partîyên Kurdistanî li Almanya bi beyanekê bangî azadîxwazên dinyayê, serokên welatên cîhanê sazî û dam û dezgehên navdewletî û cîhanî kir û daxwaza piştgiriya serxwebûna Kurdistanê li wan kir.

 

“Em bi navê gelê Kurd daxwazê li we dikin, berpirsîyarîya exlaqî ya xwe bi kar bînin û mafê gelê Kurd ê çarenivîsa xwe, bigrin ber çav. Ew mafê, ku di belgenameyên netweyên yekgirtî de cih girtîye, û dibêje her milletek mafê wî heye, ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Gelê Kurdistanê di vê çarçoveyê de, di 25.09.2017an de, bi pêvajoyek demokratîk û şefaf (zelal) giştpirsîya serxwebûnê pêk anî. Ji sedî 92,7 ji dengdêran dengê "belê" bo serxwebunê dan. Ne hew Kurd, her wiha Ereb û Tirkmen û Kildan û Aşurî, Misilman û Mesîhî û Êzdî di vê proseyê / pêvajoyêde beşdar bûn. Bi şahîdîya hemû çavdêrên navdewletî, li gorî hemû pîvanên cîhanî ev pêvajo proseyeke şefaf û demokratik bû.

 

"Gelê Kurd, li rojhilata naverast yek ji gelên herî kevntirîn e.  Gelekî aştîxwaz e, û xwedîyê kultur û ziman û axa xwe ye. Bi gelên din yên navçeyê re bi şêweyekî aştiyane û birayetî jîyaye û tu carî zilm li kesî nekirîye. Hew di şer û êrişên dijminan de xwe parastîye.

 

"Mixabin, piştî şerê cîhanê yê yekemîn gel û axa Kurdistanê bi ser her çar welatên Iraq, Îran, Tirkîye û Surîye ve hat par vekirin. Ji wê demê heta niha zilm li Kurdan tê kirin, bi agir hesin dixwazin gelê Kurd ji nav bibin / ji holê rakin. Bi çendîn car û şêwên cuda hatîye komkuj kirin û bi hezaran jînde hatine binax û enfal kirin.  Bi ser wî gazên kîmyayî hatine taqî kirin. Lê belê gelê Kurd carekê jî dest neavêtîye bikaranîna zilim û terorê. Tersê wê, tevgeriyaye, û xwestiye bi riyên demokrasî û aştîyane mafên xwe bi dest xe.

 

 "Hemû dinya şahidê wê bû, ku dema gelê Kurdistana Iraqê biryara referandûm û serxwebunê da û encama wê bi serketinê "belê" bû,  rejimên Iraq û Îran û Tirkî ne hew encam qebûl nekirin, tersê wê, gefên dagirkirin û komkujîya gelê Kurdistanê dixwin. Ew gelê, ku ev çar sal in xwe di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kirîye mertal û bergirîya dinyayê dike, bi rik li hember dijminên mirovatîyê radiweste û dijmin anîye ber têkçûnê. Di vê pêvajoyê de, pêşmergeyên Kurdistanê bihezaran rolên qehremaniyê lîstine. Qurbanî dane û bihezaran jî birîndar û kêmendam (seqet) bûne. Mixabin, welatên demokrasîxwaz, ku bawerîya wan bi demokrasî û biryara gelan heye, di şuna ku piştevanîya gelê Kurdistanê bikin û piştgirîya proseyê bikin, ew tiştên bo gelên xwe helal dibînin, lê bo gelê Kurdîstan heram dibînin.

 

"Me hêvî dikir ku, dema yekem derçûna encama rapirsîya gelê Kurdistanê ew ê hemû bi yekdengî û bi hêz piştgirî û pîrozbayîya me bikin. Tersê wê, we ev nekir. Hûn li dijî me sekinîn. Ji ber wê niha hikumeta tayferîya mezhebî ya li Bexdayê û rêjîmên Îran û Tirkîyê tehdîdan li gelê Kurdistanê dikin û abloqya hewayî û erdî xistine ser me, hêzên xwe nêzîkî sînor kirine û gefên lêdana Kurdistanê dixwin, ji ber ku me daxwaza mafê xwe kiriye.

 

"Em dawê li we dikin, ku hûn li ser bingeha mafên mirovan, mafên gelan û hemû wan diruşmên we, bang li we dikin, ku piştgirî û piştevanîya xwe bo gelê Kurdistanê nîşan bidin û pêşîya wan rejîmên barbar û şoven bigrin, ku destên xwe ji zilm û neheqîyê beramber gelê Kurdistanê bikşînin. Me destê xwe yê aştîyê bo her hêlê dirêj kirîye, dijî şer û xwînrijandinê. Em dilxwazê wê ne, ku hemu gelên navçeyê bi azadî û tebayî û her kes li ser axa xwe bijî. Lê di dema her gef û êrişeke li ser gelê me û welatê me de, em neçarin, xwe biparêzin.

 

"Emê mirinê hilbijêrin, ne serîtewandinê!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin