Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin?

A+A-

 

Ewil dagirîya Kirkûkê û îro jî ya Efrînê, di sedsala bîstyekemîn da bona neteweya Kurd karesat û birînek kûr e û herweha, fêla dewletên dagirker û encama dijminîya wana dîyar dike.

Mixabin êriş, dagirkirin û talankirin bûye pîşeya dagirkeran.

Wêneyên talankirina Efrînê di torên medyayê da cih digrin; kesên ser bi “Artêşa Azada Suriyê”va dikevin nava xanî, dikan û firoşgehan hema çi bi ber deste wana ket hembêz dikin û dibin.

Netênê tiştên di dikanan da herweha, makîne û traktorên Efrînîyan jî dikevin ber talanê.

Bêguman, ev talankerî li ber çavên Artêşa Tirk diqewimin, lê ger bi xwe nekin jî rastiyek heye ku ji vê wêrankerî û talankerîyê Tirkîyê berpirsyar e.

Tirkîyê endamê Konseya Ewrupa ye dê çawa di bin vî barî da derkeve, bi sedan kes hatin kujtin, gund û bajarokên Efrînê hatin rûxadin, talankirin herweha û bi giştî, mal û milkê niştecihên herêmê zirarek mezin dîtin û hê jî dibînin.

Mixabin, cîhan li hemberî dagirîya Efrınê û kujtin, wêrankirin û talankirinê bêdeng e, weha dîyar e ku ev bêdengî dê heta kîçax bidome ne dîyar e.

Nirxên mirovî, gotinên demokrasi, hiqûk û dadmendiyê sêwî man, ti kes jê xwedî derneket, heçkû berî çend mehan rayedarên Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) û dewletên Ewrûpî behsa qehremanîya şervanên Kurd dikirin.

Rastiyek heye, ku ger Pêşmerge û şervanên Kurd nebûna têkoşîna li dijî DAEŞê di demek ewqas kurd da bi sernediket, pêşîya xeterê nedihat girtin û herweha, bi giştî Cîhana Rojava dê bedelên giran bidana, ango bi gotinek din Kurdan xwe dan ber bedêlên giran.

Kurdan xwe dan ber bedêlên giran, lê “hevkarên” wana keriyên diz û lûmpenan dan ber xwe û welatê Kurdan wêran û talan kirin.

Gelo emê çawa ji vê dorpêçê, ji neyênîya jeopolitîka Kurdistanê û herweha, ji vê medorê (eşkele, mengene) rizgar bibin, bi sedan sal in ku Têkoşîna Azadiyê didome, bi sed hezaran qurban hene, hê jî ciwanên Kurd xwîna xwe dirêjînin.

Ez ne bawerim, ku bi dagirîya Kirkûk û Efrînê her welatparêzekî Kurd dilkeser nebe, nekeve ber pêla xwemginîyek kûr.

Lê bele, dilkeser bûn, xemginî tenê ne bes e, di cihana îro da du tiştên girîng hene ku em divê bibinin, di têkilî û tevgera xwe da rasyonel bin.

Yek ji vana, cihana îro ne wekî cihana sed salî berê ye, dema ku pişte Şerê Yekem, herweha pişte Şerê Duyem, pir mixabin neteweya Kurd ji parvekirinê bêpar ma, bêguman di vî tobloyî da hewesên emperyal yên dagirkeran cihekî girîng digre, lê ji vê girîngtir neyekrêzîya nava mala Kurdî bû.

Berê di navbera dewletan da ewqas beramberê hev pabendî tine bû, lê îro ne weha ye hemû dewlet li hêlekê di nava saziyên navdewletî da bihev ra cih digrin, di hêla din da li ser berjewendiyên hevûdin karîger in.

Dîsa, carek din Şerê Sar dest pêkir, ev têt wê wateyê ku têkoşînek, daxwazek û mafek pir bi gengazî dikane bêt fetisandin û firotin û herweha, li hemberî êrişên hovane mafxwaz bi tenê bêt hiştin.

Ji dest vê, divê em şert û mercên cîhana îro, peywendiyên di navbera dewletan da û herweha bandora saziyên navdewletî di astek rasyonel da bibinin, bi qasî derfetên xwe hesabê xwe bikin.

Bila ji bîra me neçe, di qada navdewletî da em bêkes in, heta ku pêdivîya berjewendiyên wana nebe ti kes bona me gotinekê jî nabêje, mînakên Kirkûk û Efrînê ev rastîya navdewletî dîyar kirin, bêguman ez behsa dewletan û hêzên serdest dikim, berevajî grup, partî û derdorên bêhêz dost in, lê li ser peywendiyan ne kartêkerin.

Ya dudîyan û ya herê girîng, nebûna yekrêzîya nav mala Kurdî ye, mixabin di kêşeyên neteweyî da jî hesabên hizbî û keseyatî giran dikşînin.

Di destpêkê da divê ez bêjim, ku heta di nav mala Kurdî da yekrêzî nebe, li ser pirsgirêkên neteweyî yek helwestî nebe, ango hêzên Kurdî azadîya welêt û neteweya xwe nekin ber hewesên desthilat û berjewendiyên hizbî û keseyatî, rewşa me her dê weha be û li ber nûçeyên kujtin, rûxadin û talakirinê xulkê me dê her teng bibe.

Mînakên herê balkêş, Kirkûk û Efrîn in, ji xwe bipirsin ger li başûrê Kurdistanê taybetî pêywendiyên Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê û Partîya Demokrata Kurdistanê li ser mijarên neteweyî yek helwest bûbûna em dûçarê karesata Kirkûkê nedibûn.

Dîsa ger li rojavayê Kurdistanê TevDem û ENKSê gurê Peymana Duhokê bikirana, li rojavayê Kurdistanê bi hevra kar bikirina û desthilat parve bikirina, Tirkîyê nedikarî êrişî Efrînê bike.

Bi salan rewşa siyasîya rojavayê Kurdistanê bû beniştê devê dîplomasîya Tirk, di qada navneteweyî da.

Nuha mafê me heye, ku em bipirsin gelo kî dê berdêla vê karesatê û wêrankirinê bide?

Mahmut Kilinc

19.03.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin