Emê bikevin Rojhelata Feratê

Emê bikevin Rojhelata Feratê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ewê li dijî Rojhelata Feratê operasyon pêk bînin û derbarê vê yekê jî, agahî dane Rûsya û Amerîkayê.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ew ê li dijî Rojhelata Feratê operasyonê dê encam bidin û derbarê vê yekê jî, agahî dayîne Rûsya û Amerîkayê.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan yekşemê 04-08-2019an di merasîma vekirina rêya Îzmîr û Stenbolê da axivî û got: " Dema me hewl da di nav axa Sûriyê de, rê li pêşîya gefên li ser welatê xwe bigrîn, gotin nekevin navenda bajarê Efrînê. Me guh neda wan. Em ketin Efrînê, em ketîn Cerablûs û Elbabê. Aniha jî em dê bikevîn Rojhelata Feratê. Belê, me ji Rûsyayê û Amerîkayê re jî gotiye. Heta ji wan deveran êriş li  ser me hebe, em nikarin hember wan bêdeng bimînin. Sebra me ne bêsînor e. Dawiya sebra me heye.”

Cihê behsê ye Tirkiyê bi hezaran leşker li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cî kirine û gefa operasyonê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwe.

Herwiha beramber wê yekê berpirsên Amerîkayê aşkere dikin ku HSD hevpeymanê wan e û ew nahêlin ti kes êrîşî HSDê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin