• Diyarbakır 14 °C
  • Batman 17 °C
  • Hakkari 5 °C
  • Şırnak 15 °C
  • Ağrı 8 °C

"Em rêxistinek netewî ne "

"Em rêxistinek netewî ne "
”Em rêxistinek netewî ne û berjewendiyên netewî li ser hemu berjewendiyan re digirin”

Serokê Komela Zehmetkêşanê Kurdistana – Îran: Abdullah Muhtedî

”Em rêxistinek netewî ne û berjewendiyên netewî li ser hemu berjewendiyan re digirin”
 

Köroglu Karaaslan

Demek pêş de li Hewlêr di sazîyeka lêkolînên stratejîyên siyasî de seminarek hate amadekirin. Berêz Abdulah Muhtedî di vê semînarê de derheqê îran û Rojavayê kurdistanê de agahiyên gelek girîng û balkêş dane guhdarên semînarê ko ji grubek biçuk ji akademîsyen, rojnamevan, kadroyên siyasî û îdarî yên Hewlêrê pêk hatibu.

Beriya ku em behsa babet û mesajên semînarê biken divê ronkirinek li ser Komela Zehmetkêşanê Kurdistan a Îranê û serokê wê hêja Abdullahê Muhtedî veden.

Wek ku tê zanîn Komela Zehmetkêşanê Kurdistan di salên 1970 yî de li zindanên rejima şahê îranê de ji aliyê grubek girtiyên şoraşgerên Kurd ve li ser esasên Marxist – Lenînîstî (sosyalîstî) hatibu avakirin. Di salên dawîya bilindbuna opozîsyona –muxalefet- îranê de ciheka xwe ya taybet hebu. Piştê ketina rejima Şahînşahî ya îranê wek hêzek berpirsiyar li Rojhelatê Kurdistanê de xebata xwe geş kir û piştê PDK Î di nav gel de bu hêzeka berbiçav. Bi ked û xebata xwe di nav xelkê rojhelat de cihek bi bandor peyda kir. Li Kurdistanê beşdarê damezrandina şurayên xwecih –mehelî- bun û di idareya welêt de buna xwudan rolek girîng. Kurdistan demek bi destê van şurayên xwecih hate birêvebirin, heta ku rejima Xumeynî ya fondemantal cihê xwe qewî kir vê carê mudaxela kurdistanê kir. Kurdên rojhelat bi yekdengî dijê mudaxele ya rejima Xumeynî rawestiyan û piştê demekê danustandinên li gel îdareya Xumeynî ji neçarî dest avêtin bikaranîna çekan. Di vê demê de 3/2 zêdetir ji xaka Kurdistanê di bin îdareya Kurdan de bu û Komela jî şirîkê rêvebiriya welêt bu.

Dema vê şerê de Komela kete nav gengeşiyên teorîyên Marxiszm û Lenînîzmê ya demê ku hemu hêzên çeprew – sosyalîst ya cîhanê girtibu bin bandora xwe. Komela herçend wek grubek Maoîst xwuya be jî bandora Troçkîzmê jî xwuya dikir. Mixabin ev gengeşî û alozîyên teorîk bune sebep ko Komela di kongreya xwe de biryar da ku wek rêxistineka Îranî tevbigere, li hemu Îranê şoreşek sosyalist wek armanc helbijart. Piştê vê biryarê Komela hêdî hêdî hêza xwe wenda kir û lawaz ket. Demek şunda Kurdistanî û Îranî ji hev veqetiyan bune du bal. Demek dirêj dengê xebata Komela kêm bu, lê kadro û endamên Komela Zehmetkêşan her dem di hewildanekda bun ku ji xebata şoreşgerî ya Kurdistanê dur nekevin.

Di dîroka rêxistinan de hindek kadro henin ko kadroyên sereke ne û şiyan û qabîlyetê wan hene ku ji nuve birêxistinî bibin. Malbat a Muhtedî jî malbatek kurdperwer û rewşenbîrin, Abdulahê Muhtedî jî yek ji wan entellektulên kurdperwer û têr û tejiye. Nuha serokatiya Komela Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê dike û carek din bi têkilî û xebatek nudem rêxistina xwe bihêz dike û îro di rojeva tevgera şoreşgerî ya Kurdistana Rojhelat de cihek teybet dagirtiye.

Semînera hêja Abdulahê Muhtedî li ser sê beşên esasî birêve çu.
Beşa yekî agahîyek berfireh li ser îranê bu ku ji dîroka kevin destpê dike, guherîn û pêşveçunên siyasî, civakî, etnîk û çand û hunerî û gelek taybetmendî û cuwaniyên erdnîgariya Îranê ber çavên guhdaran rêzkir. Ji ber ku babeta me ya esasî rojhelatê Kurdistanê ye emê li vir behsa vê babetê nekin.
Beşa duduyan Rojhelatê Kurdistanê bu, ji dîrok, demografiya, çand û huner û siysetê pêk hatibu.
Di vê beşê de berêz A. Muhtedî bal kêşande ser hêza çanda Kurdî ku dewleta îranî bi hemu hukumetên xwe ve nekarîne ziman, çand û hestên kurdayetî ji nav biben, vê çand û neteweya qedîm biken beşek ji Farisîaxêvên îranê. Herçend lê xebitîne jî Kurd Farisîze nebune û wek xwe mane. Eger îro em dikarin behsa pirrengîya çandên îranî biken berxwedana Kurde ku vê taybetmendiyê zindî hêlaye.

Rejima îslamî xwest hemu civakê mecburê yek reng û yek cure jiyanê bike, lê tevgera siyasî ya rojhelatê Kurdistanê reng û formê xwe guhert û pir rengî û hemu şiweyên jiyanê bi azadîxwazî bo herkesek parast. Ev taybetmendiyeka sereke ya tevgera siyasî ya rojhelate, ko ev ro jî hemu hêz û rêxistinên rojavayî prolarîzmê, pirdengiyê diparêzin û çanda bihevrejiyanê di nav civatê de cih buye. Civata Kurd bi rengên jiyanê ve ji civakên din yên îranê cuda ye, ev jî berhema xebata siyasî ya partiyên Kurdistanê ye ko ji şiveya jiyana civakên din vediqete.

Piştê rejima Xumeynî ku bê munaqaşe rejimek tund û totalîterî ya fondamantalîste, Kurd tu car dev ji berxwedan û tekoşîna bi destxistina mafên netewî bernedane û her diçe ev berxwedan bihêz dibe. Ji bilê ku Rojhelatê Kurdistanê piçek hatîye îhmal kirin û durê çavan buye jî îro hatiye merheleyek bilind ku Kurdên hemu parçeyên Kurdistanê çav lê ne. Di demên bêdengiyê de jî li Rojhelat dijê rejima îslamî ya tundrew her berxwedan berdewam buye û gelek caran, bala cîhan a azadîxwaz li ser xwe komkiriye. Wek grevên dikan dadan, greva mamostayan, çalakiyên xelkê Mahabat û yên din.
Ji ber ku qebul nekirine bibine beşek Farisiaxêvên îranê, rojavayî hunerên muzik û edebiyata kurdî deî cihê xwe yên taybet û payebilind bidest xistine.

Hemu partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê her dem bi berpisiyarî tevgerane û ji bo parastina destkeftiyên Başurê Kurdistanê karîne bi tevayî kar û çalakiyên xwe yên çekdarî rawestînin û benda bihêzkirina destkeftiyên Başur bimînin heta dem hatî. Ji ber ku êdî tu hêzeka dagirker nikare destdirêjîya Başurê Kurdistanê bike , em dikarin bêjin dem hat ko em carek din çalakî û xebata xwe ya netewî di nav welêt de bilind biken.

Tevgera rizgarîxwaz a rojhelatê kurdistanê di kar û xebata xwe de tu car zerarê negihandiye tekoşîna netewî ya parçeyên din yê azadîxwazî. Ev berpirsiyarîya netewî ye ku erkê her tevgerak a netewîye li her parçeyek kurdistanêye û her partî rêxistinek siyasî divê gorê vê pîvanê helwest bigire.

Her weha berêz Abdulah Muhtedî bal kêşand li ser helwest, rewş û siyaseta dewleta îranê û got:
Îran di nav krizek aborî de ye. Ji ber ku siyaseta xwe ya şie mezheb û radîkal ixrac dike û dixwaze rojhelata navîn gorê pîvanên xwe dîzayn bike pareyek gelek mezin xerc dike û ji mafê xelkê xwe dibire û ji bo ixrackirina terorê bikartîne berê tîrên dewletên cîran û dewletên mezin yên cîhanê jî li ser vê dewletêne. Ev kriza aborî nerehetî û gilî û gazindên gelê îranê ji mezin dike. Her çend li gel Amrika û Ewropa lihevhatina bikaranîna teknolojiya atomî pêkhatibe jî dewletên rojavayî bi dewleta îranê re lihev nînin. Ji xwe ruhaniyên îranê li Amrika tu car naxwazin lihev bin , lewre ji wanre dijminek lazime ko xelkê îranê pê mijul biken. Ev sîstem bê dijmin nikare li ser piyan bimîne.

Dewleta îranê dijê Kurd helvesta xwe dijwartir kiriye, Kurd jî dijê dewletê îro aktîvtirin, derket holê ku Kurd û dewleta îranê di heman cemsergeriyê de (Kutup) nikarin cih bigirin. Ev dewlet şirîkê qetlîamên Suriye, Yemen û Iraqê ye, îxraca terorê karekî serekî yê dewleta îranê ye.
Ev rejim bi van kiryarên xwe dikare dawiya xwe nêziktir bike; ji bo em Kurd vê pêvajoyê bi serketî bimeşînin muhtacê çendin kar û kiryaranin:

1) Her çend PDK Î û komela parçe bibin jî li rojhelat du balên sereke yên siyasî hene û ew jî PDK û Komele ne.

2) Parçebuna her du hizban jî di tevgera rizgarîxwaz de detayin.

3) Li Rojava pêvîstî bi bereyek (eniyek) niştimanî heye. Em amadene ku li gel hevalên ji me veqetiyayî re runin û biden bistînin

4) Divê kongre ya niştimanî li rojhelatê Kurdistanê çêbe – piştgiriya PDK –başur lazime-

5) Divê ji bo merkezîkirina hêzên pêşmerge hewildan hebe.

6) Avakirina dezgeyek kar û barên dîplomasî ya merkezî.

7) Bihêzkirina dezgeyên medyayî.
Eger bereyek niştimanî ava nebit jî em û PDK î dikarin lihevhatina navbeyna xwe de xwurt û bihêz biken.

Piştê semînera berêz A. Muhtedî dawî lê hat guhdarên semînarê jî li gel nirxandinên kurt pirsên xwe jî arasteyê berêz kirin.

Çend pirsiyar û bersîvên balkêş yên Kak Abdulah Muhtedî bi vî rengî bun:

Hun rêxistinek çepgîr û Marksitin li ser Amrika û Europa raya we çiye?

Belê em rêxistinek çepin lê ne Marxiyetek tundin. Çepîtıya me wek sosyal demokrasiya Europîyan e. Ji xwe civata me jî ji vê zêdetir rê nade çepîtiyê. Têkiliyên me li gel Amrika û Europa heye û em pabendê nirx û hêjayiyên rojavayî ne.

Hun di warê îdeolojî de wek PKK çeprewin gelo têkiliyên we li gel PKK çawanin?

Ne xêr tu tiştên me û PKK ne wek hev in. Em rêxistinek netewîne û berjewendiyên netewî li ser hemu berjewendiyan re digirin, ew îdeolojiye xwe ya tunrew li ser civakê ferz diken.
Tehemula wan ji tu fikir û nêrînên cuda re tuneye.
Ew dijê nirx û hêjayiyên şaristaniyeta –medeniyet- rojavayîne , em li gel nirx û hêjayiyên rojavayîne. Em parastina destkeftiyên hemu parçeyên Kurdistanê diken , ew pasevaniya sinurên dewleta îranê diken. Em dewleta kurdî dixwazin ew dijê dewleta netewîne.
Û ya herî giring jî sîstema kanton ji nav birina siyaseta kurde.
Vêca çiyê me dişibe hev.

Ji facebook

Ev nûçe 673 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din