"Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin"

"Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin"

PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî

A+A-

PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê weha ye;

"Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya  Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr  û hunermend jî beşdarî vê  şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan  de qalabalixîyeke mezin  êrîşeke ne mirovane  birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33  Reweşenbîr û hunermed  û 2 xebatkarên  Hotêlê  hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji bo laîkan dê  bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê  êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Lê mixabin qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine  aşkere kirin.

Em qesas û  êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin