’Em piştgirîya referandûmê jî, piştgirîya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî dikin’

’Em piştgirîya referandûmê jî, piştgirîya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî dikin’

PAK li Stenbolê beşdarî pîrozbahîya 60emîn salvegera damezrandina PDK-S yê bû

A+A-

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Mehmet Gul roja 18.06.2017an , li Stenbolê beşdarî civîna pîrozbahîya 60emîn salvegera damezrandina PDK-S yê bûn.

Li ser navê PDK-Syê, ENKSyê û gelek partîyên din axaftin hatin kirin.

Li ser navê PAKê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun axaft. Kasim Ergun di axaftina xwe de PDK-S ji ber xebata wê ya 60 salî ya di rêya azadîya Kurdistanê de pîroz kir û girîngîya vê xebata 60 salî  ya di dîroka Kurdistanê de anî ziman.

Kasim Ergun got ‘’Li Rojavayê Kurdistanê gelê me di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe. Ji bo ku em bikaribin feydeyê ji vê rewşa heyî bigirin, gava yekem tifaqa navxweyî ye. Mitabaqatên Dihok û Hewlêrê hêvîyên baş da gelê me. Lê mixabin ev pêk nehatin. Nuha PYD, ji alîyekî pêwîstîyên van Mitabaqatan pêk nayne, ji alîyekî jî endamên ENKS yê û yên partîyên digire, xebata partiyan qedexe dike’’.

Kasim Ergun rola dîrokî ya Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê anî ziman û got ‘’Em piştgirîya referandûma serxwebûnê jî, piştgirîya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî dikin. Divê hemû Kurdên cîhanê, di vê meşê de li gel xuşk û birayên xwe yên başûr bin’’.

pak-s.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin