"Em Piştgiriya Kurdên Êzdî Dikin, Ku Dixwazin Vegerine Warê Bav û Kalan"

"Em Piştgiriya Kurdên Êzdî Dikin, Ku Dixwazin Vegerine Warê Bav û Kalan"

.

A+A-

Bi gor deng û bahsên ku ji navçeya Batman û Merdînê tên, hinek birayên me yên Êzdî, ku dixwazinvegerine gundên xwe dikevin ber êrîşa parezvanên gund û hêzên noker ên dewletê.

Êzdiyên  Bakurê Kurdistanê , ku her tim di bin zilm û zordariya dewleta dagirker da bûn û tuşî gelek fermanan bibûn, di vê dawiyê da, ji ber rewşa şer û di bin zexta dewlet û nokerên wê yên navçeyê, mecbur man warê bav û kalên xwe bi ci bihêlin, zevî û bax û baxçe û malê xwe biterikînin û avareyê welatên Ewropa bibin.

Hinek hêz û aliyên navçeyê, ku bi salan zêviyê Êzdîyan ajotin, ji mal û bax û baxçeyê wan îstîfade kirin, îro jî nahelîn Êzdî vegerin bo ser mal û milkên xwe. Gelek astengîyan  derdixin ber pêşiya wan.

Nokerên rejimê yên navçeyê û parêzvanên gund, ku dur ji dab û nerîteyê Kurdî, dur ji nirxên mirovatî û exlakê, dest daniîne ser mal û milkên Êzd’idîyan, îro jî guhê xwe nadine biryarên dadigehan.

Saziyên fermî yên navçeyê jî, bi armanca ku dijberîyê di navbera Kurdên misilman û Êzdî kur bikin, berjewendiyên wan kesên ku bi zorê dest dane li ser milkên Êzdîyan diparêzin û ji bona cî be cî kirina biryarên dadigehê karên pêwîst nakin.   

Xuşk û birayên me yên Êzdî, ku dixwazin vegerine gundên xwe îro ji her demê pirtir hewcedariya alikarî û piştgiriya me ne.

Em van partî û rêxistinên siyasî, ku li jêrê navê  wan  hene, piştgiriya vegera xuşk  û birayên xwe yên  Êzdî bo ciyê bav û kalan dikin.

Em banga hemu rêxistinên mirov, dost, rêxistinên mafê mirov, Baro û rûsipiyên  herêmê, hemû partiyên siyasî û nunerên  herêmê dikin bila bi hawara xuşk  û birayên me Kurdên Êzdiyan da biçin. Bikevin navberê da ku birîna me a dirokî kûr nebe.

Em banga hemû hêzên hestyar û welatparêz dikin, ku bona parastina mafên Êzdîyan û piştgirîya li wan, destê xwe bidine hevûdu û înîsiyatîfekê ava bikin.

Mafê xuşk  û birayên me yên Êzdî ku yek ji perçeyek netewa Kurd in heye, ku ew di welatê xwe Kurdistanê da bi awayeke ewle jîyana xwe bidomînin û hebûna xwe ya neteweyî û çandî biparêzin. Xebat ji bo vê armancê, erkeke neteweyî, însanî û ehlaqî ye.

Em ji raya giştî ra dîyar dikin ku heta daxwazên rewa yên birayên me yên Êzdî cîh bi cîh bibin emê têbikoşin û pirsa hanê bişopînin.

Divê Êzdî bê tirs û xof û bi awayeke azad vegerên warê bav û kalên xwe.

10 Adar 2021

PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, TEVGER, PAK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin