• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 31 °C
  • Hakkari 24 °C
  • Şırnak 31 °C
  • Ağrı 27 °C

"Em nikarin hebûna xwe îsbat bikin"

"Em nikarin hebûna xwe îsbat bikin"
Kasim Ergun: Em Wek Ermenên Rûbirûyî Qirkirinê Bûne Nikarin Hebûna Xwe Îsbat Bikin

Kasim Ergun ku wek siyasetvan di siyaseta Kurd de xebatên siyasî dike, yek ji neviyê Ermenên ku ji qira 1915’an bavê wî rizgar bûye ye.

Ew bi eslê xwe ji Ermenên bajaroka Sason a Batmanê ye ku kalê wî tevî 5 birayên xwe di qira Ermenan de hatine kuştin.

Ji wê karesatê tenê bavê wî rizgar dibe ku ew jî dibe misilman û nifşê wan bi vî awayî digihîje vê heyamê.

Kasim Ergun ku Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ye di sed saliya qira Ermenan de, çîroka malbata xwe ji Dengê Amerîka re vedibêje.

“Em ne tenê bi awayê fizîkî her wiha ji aliyê çand, ziman û baweriya xwe ve jî hatine qirkirin û niha jî ew qirkirin bi awayên cuda berdewam dike.”

Birêz Ergun helwesta Tirkiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li hember qira Ermenan rexne dike û li ser vekirina arşîvên dîrokê mînaka malbata xwe dide.

“Serokomar dibêje, werin arşîvên me vekirî ne. Lê bavê min piştî ku wefat kiriye, navê wî yê Gerabet kirine Suleyman û em nikarin xwe bigihîn bapîrên xwe. Her çiqas me serî li Wezareta Navxweyî da jî me nekarî em eslê xwe derxin holê. Yanî hê jî em nikarin hebûna xwe li vî welatî îsbat bikin.”

Siyasetvan Ergun bang dike, Tirkiye êdî vê qirkirinê wekî cenosîd qebûl bike û çi mafên hemwelatîbûnê yên neviyên Ermenan hebin li wan vegerîne.

“Heger 100 sal berê di nav civaka me û welatên rojavayî de, bizaveke xurt a li dijî komkujiyan hebûya karesatên mîna Enfal, Helebçe û Şingalê çênedibûn.”

Denge Amarika

Ev nûçe 642 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Tevgera Gorranê bersiv da Tirkiyê07 Tîrmeh 2018 Şemî 22:41
  • Erdoğanî HDP tohmedar kir06 Tîrmeh 2018 În 20:15
  • Ew çima ji me hez bikin?12 Hezîran 2018 Sêşem 23:29
  • Amed Dike Qêrîn û Dinale30 Gulan 2018 Çarşem 13:53
  • Carekê li eynikê binêrin19 Gulan 2018 Şemî 13:58
  • Sîyasetvan û kes16 Gulan 2018 Çarşem 23:18
  • PAK-Ciwan Swêd14 Gulan 2018 Duşem 23:51
  • Metirsiya sextekariyê di hilbijartina Iraqê de11 Gulan 2018 În 22:50
  • Bloka Kurdî çi ye?28 Nîsan 2018 Şemî 12:09
  • YSK li ser Huda Par'ê biryar da!25 Nîsan 2018 Çarşem 23:17