"Em li Îsraîlê ji bo serxwebûna Kurdistanê dua dikin"

"Em li Îsraîlê ji bo serxwebûna Kurdistanê dua dikin"

Stranbêja kurd a cihû Hadassa Yeshurun: Em li Îsraîlê ji bo serxwebûna Kurdistanê dua dikin

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xanima stranbêja kurd a cihû Hadassa Yeshurun, ku li Orşelîma Îsraîlê dijî, heta niha ji bo piştgiriya Hêzên Pêşmerge çend stranek tomar kiriye. Yeshurun niha xwe amade dike derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê de jî stranekê amade bibe.

Hadassa Yeshurun ku ji bo piştgiriya doza kurd gelek çalakiyan de beşdar dibe, di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re dibêje, xewna wî ya mezin ew e, li Hewlêra paytexta Kuridstanê konsertekî saz bike.

Te çawa dest bi tomarkirina stranên kurdî kir?

Em di esilê xwe de kurd in lê pir ji mêj ve li Îsraîlê dijîn. Em kurdên cihû ne. Herdem bapîrên me yên mezin digotin em ji Kurdistanê hatine.

Tu gelek caran cilên kurdî li xwe dikî. Li ser van cilan îsraîlî çi dibêjin?

Ez pir hez ji lixwekirina cilên kurdî dikim. Min biryar daye di piraniya aheng û konsertên xwe de cilên kurdî lixwe bikim. Hevalên min ên îsraîlî bi dîtina cilên kurdî matmayî dibin. Hinek ji wan daxwaza cilên kurdî ji min dikin. Niha ew jî carna cilên kurdî lixwe dikin.

Te stranek li ser “pêşmerge” got, ev stran çawa hate pêşwazîkirin?

Ev stan bi başî hate pêşwazîkirin. Bi taybetî kurdên vê derê gelek jê hezkirin. Min dît di torên civakî de parvedikirin. Ji ber vê dilê min pir xweş dibe. dixwazim di demekê nêzîk de li ser serxwebûna Kurdistanê jî stranekê bêjim. Dibe di demekê nêzîk de ev stran were belavkirin jî.

Îsraîlî çawa dinerin karên te yên li ser Kurdistanê?

Rastiyek heye û dixwazim bêjim; hevalên min hemû xwe weke dostê kurdan dibînin. Herdem ji bo karê min piştgirî didin min û min handidin. Ji xwe hevalekê min xwest ku li ser serxwebûna Kurdistanê jî stranekê bêjim. Eger Kurdistan bibe dewlet, ez dixwazim pasaporta min a Kurdistanê hebe. Li Îsraîlê em ji bo serxwebûna dewleta Kurdistanê duayan dikin.”

Stranên te bi xwe kêm in, zêdetir berhemên stranbêjên kurd dibêji. Herwiha klîbên te jî kêm in lê beşdarî gelek aheng û konsertan dibî, çima?

Rast e, ji ber karûbarên jiyana xwe, nikarim hemû dema xwe ji bo karên hunerî terxan bikim. Lê di hemû aheng û konsertên li Îsraîlê de stranan dibêjim. Di hemû aheng û kosertan de stranan ji bo Kurdistanê dibêjim. Niha çend stranekê amade dikim, ku yên min bixwe ne. hêvîdar im di demeke nêzîk de amade bibin.

Tu gelek giringiyê didî kurd û Kurdistanê. Çima heta niha te serdana Kurdistanê nekiriye?

Birastî jî gelek dixwazim werim Kuridstanê lê ji bo min nagunce. Ez herdem dibêjim; xewna min ew e, ku li payxeta Kurdistanê Hewlêrê konsertekê saz bikim. Ahenga min jî teybetî ji bo pêşmerge û koçberên kurd ên şerê DAIŞê be.

Pêwendiya te ya li gel kurdên îsraîlî çawa ye?

Pêwendiya min a li gel kurdên vê derê pir baş e. ji ber konsert û stranên min, tev jî min nasdikin. Gelek hevalên min ên baş ên kurd hene.

Baş e, li gel kurdên parçeyên din ên Kurdistanê?

Çend hevalekê min li Hewlêr û Silêmaniyê hene. Xelk jî bi berdewamî name û şiroveyan bo min dinivîsin. Lê hinek bi kurdî dinivîsin, mixabin ez jê fêm nakim.

Tu kurdî, stranên kurdî jî dibêjî. Çima heta niha fêrê kurdî nebûyî?

 Çend gotinên kurdî dizanim. Weke; çawa yî, başî? Silav, ez ji te hez dikim. Lê ev gotinên destpêkê ne. dixwazim fêrê kurdî bibim. Weke hûn dizanin fêrbûna ziman bi tevlîbûna civakekê dibe. ji ber jiyana me ya li Îsraîlê, tevlîbûna me ya nav civakeke kurdîaxêv nebûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin