Em Gefa Dewleta Îranê Protesto Dikin

Em Gefa Dewleta Îranê Protesto Dikin

“Daristan, bax û baxçeyên welatê me neşewitîne”

A+A-

Demek e Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê ji ber kar û çalakiya Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilata gund û deşt û çiya û geliyên vî beşê welatê me topbaran dike, bax û baxçe û  zêvî û darîstanan tev ajalan dişewitine.

Dewleta dagirkera Îranê qima xwe bi vê yêkê neaniye û gefa Herêma Kurdistanê dixwe û dibêje, “eger pêşiya bizava tekoşerên Kurdistana Rojhilata negrî, ezê êrişa Hewlêr û ciyên dinê bikim.”

Em partî û rêxistinên Kurdistana Bakur, piştgiriya xwe xebata rewa ya hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilatê û li hember gefa dewleta İranê piştgiriya xwe Hêrema Kurdistanê eşkere dikin.

Dewleta Îran şuna, ku gund û deşt û çiya û geliyan bide ber topan û gefa Herêma Kurdistanê bixwe, divê rêz li  mafên netewî û demokratîk yên gêlên Îranê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî bigre û binase.

Em partî û rêxistinên siyasiyên Kurdistana Bakur, daxwaz ji Koma Milletan, dewletên Rojava, dezgeyên mirovî yên navnetewî dikin, ku pêşiya êrîşa dewleta Îranê bigrin, da ku gefa Kurdistan Başur nexwe û daristan, bax û baxçeyên welatê me neşewitîne.

30.06.2016

HAREKETA AZADÎ, PDK-BAKUR, PAK, PAKURD, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin