Em dengê Kurdistanê dighînin cîhana spanîaxêf

Em dengê Kurdistanê dighînin cîhana spanîaxêf

Wefta PAKê bi rêberên KurdisCat re li ser rewşa heyî ya Kurdistanê axifîn û qala kar û barên ka çewa çêtir di derbarî Kurdistanê de înformasyon bighînin raya giştî ya dinyayê.

A+A-

Wefta PAKê bi rêberên KurdisCat re li ser rewşa heyî ya Kurdistanê axifîn û qala kar û barên ka çewa çêtir di derbarî Kurdistanê de înformasyon bighînin raya giştî ya dinyayê.

Wefta PAKê ku ji Nîmet Mumtaz Aydin, Nîhat Akar, Dara Ersönmez û Zana Suphandagi pêkhatî di gera xwe ya Katalonyayê de bi berpirsên KurdisCat re hevdîtinek pêkanîn. Di hevdîtinê de serokê KurdisCat Komîteya Piştgiriyê ji bo Kurdistanê Jordi Vazquez û Marc Markeu beşdar bûn.

KurdisCat 2003an de hatiye damezirandin. Endamên wê ji Katalanî û ji Kurdên her çar perçên Kurdistanê, pêk tê. Xebata wan a sereke danasîna Kurd û Kurdistanê li Katalonyayê ye û bi riya medyayê belavkirina înformasyonê li dinyaya Spanîaxêf e. Jordî Vazquez jî sosyolog e û li ûnîversîteyê mamoste ye û herweha rojnamevanîya serbest jî dike, bi taybetî nivîs û şîroveyên wî  yê li ser Kurd û Kurdistanê gelek car di rojnameyên Katalanî, Spanî de dertên û di programên kanalên televîzyonê jî mirov rastî wî tê. Li ser Kurd û Kurdistanê du pirtûkên wî yên çapkirî hene.

Serokê KurdisCat Jordi Vasquez dema qala kar û xebatên xwe dikir digot: ”Em di derheqê Kurdistanê de konferans, semîneran didin, bi unîversîteya re kar dikin, partiyên siyasî û dezgehên dewletê agahdar dikin. Em li Katalanyayê û li cîhana spanîaxêf bûne navnîşan. Şîrket, unîversîte, partî, dezgeh, komele, medya me vedixweynin da ku em herin li ser Kurd û Kurdistanê axaftin bikin, semîner an konferans bidin”. Jordî di axaftina xwe de diyar kir ku KurdisCat xwe bi perçeyekê Kurdistanê hidud nake, bêyî ferq têxe navê, hemû Kurdistanê wek qada xebata xwe dibîne û got: ”Dema Kobanê Rojavayê Kurdistanê, dema Şingalê û nuha bi rizgarkirina Musulê ve girêdayî Başûrê Kurdistanê dertê pêş. Jordî da diyarkirin ji ber xebatên wî yê li ser Kurdistanê, Tirkiye qedexe daniye serê ku here Tirkiyê.

Wefta PAKê jî bi dûr û dirêj qala rewşa nuha ya bakurê Kurdistanê, qala avakirin, bernama PAKê û di derheq bûyer û rûdanên li Kurdistanê polîtîka û dîtinên wê kirin.

Berpirsên KurdisCut bi taybetî di derheqa PAKê de gelek pirs pirsîn û di dawiya hevdîtinê de diyarkirin ku wê ev hevdîtin wek roportaj di rûpela xwe de wê belav bikin ku di cîhana Spanîaxêf de seriya deh hezar kes ew dişopînin.

PAKê ji ber kar û xebatên KurdisCatê spasî serok û berpirsên wê kir û tîşortên bi amblema PAKê diyarîyê wan kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin