Em bi hev re dikarin biguherînin

Em bi hev re dikarin biguherînin

Hûn ji welat çiqas dûr bin û mafê we yê dengdanê tunebe jî, hûn dikarin tesîr li hilbijartinê bikin. Hûn dikarin xwe bighînin mirovên xwe, dost û nasên xwe, ji bo piştgiriya helwesta me bikin, dengê xwe bidin namzedên me.

A+A-

Nûnerayetiya Meclîsa PSKê Derveyê welat û Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa bi beyaneke hevbeş bangê hemû Kurdistanîyan kirin ku di hilbijartina herêmî de piştgirî bidin Tifaqa W.elatperwer û Demokrat. Beyana wan wek lê jêr e:

 

JI HEMÛ HEMWELATIYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ KU LI DERVEYÎ WELAT DIJÎN

Ji hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê re du hefte mane. Wek tê zanîn Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK û Partiya Azadiya Kurdistan PAK, bi piştgiriya hêz û kesayetiyên welatparêz, bi namzetên serbixwe di bin navê Tifaqa Welatperwer û Demokrat beşdarî hilbijartinan dibin.

Em bi daxwaza ku bajarê xwe bi rê ve bibin derketine rê. Em dixwazin bi xizmeteke hîn baştir û rengê Kurdayetiyê bidin bajarên xwe. Em dibêjin gelê bakurê Kurdistanê êdî ne bê çare ye, êdî di navbera HDPê û partiyên dewletê de ne bê alternatîf in. Ev pêngava ber bi avakirna alternatîfeke xurt, pêngaveke girîng e. Ev pêngav wê deriyê ber bi civateke pir reng û pir deng, bi tolerans û xweşbîniyê veke.

 

pak-u-psk.jpg

Wek ji we jî diyar e, sîstema hilbijartinan ya Tirkiyeyê dest nade ku em li ser navê partiyên xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Ji bo partiyên Kurd û Kurdistanî, beşdarî hilbijartinan nebin her cûre astengî him yê yasayî û hem jî yê fîîlî derdixin pêşiya me. Ji ber vê yekê em bi namzedên serbixwe dikevin hilbijartinan.

NamzetênTifaqa me ev in:

  1. Ji bo şaredariya Batmanê M. Feyyaz Ekmen
  2. Ji bo şaredariya mezin a Diyarbekir Sait Aydoğmuş
  3. Ji bo şaredariya Peyasê (Kayapınar) Ahmet Zeki Ekinci
  4. Ji bo şaredariya Yenişehirê Ramazan Kahramaner
  5. Ji bo Rezan (Bağlar) a Diyarbekir Hidayet Fidan
  6. Ji bo şaredariya mezin a Mêrdinê Abdulkadir Demir
  7. Ji bo şaredariya Qoserê (Kızıltepe) Şeyhmus Ünal
  8. Ji bo şaredariya Mûşê Ali Ziver Çakı

Her weha Tifaqa Welatperwer û Demokrat, piştgiriya namzedê serbixwe ya şaredariyamezin a Îstenbolê Mehmet Celal Baykara û namzedê serbixwe yê şaredariya Vartoyê Abdulbarî Han dike.

Em dixwazin çend agahdariyên praktîk li ser du xalên ku dikare ji we re nezelal be, bighînin we.

Her bajar, bajarok deng dide şaredariya xwe. Lê bajarên ku di statuya şaredariya mezin de bin, tevî navenda wîlayetê, hemû qeza û gund jî dengên xwe didin şaredariya mezin. Diyarbekir, Mêrdîn û Îstenbol di statuya bajarê mezin de ne. Tevî navenda van her sê bajaran hemû qeza û gundên girêdayî wan jî deng didin ji bo şaredariyên mezin.

Namzedên serbixwe di pusulaya dengdanê ya yekpare de li milê rastê, bê sembol, bi navê xwe cî digrin.

Hemwelatiyên hêja,

Hûn ji welat çiqas dûr bin û mafê we yê dengdanê tunebe jî, hûn dikarin tesîr li hilbijartinê bikin.

Hûn dikarin bi riya sosyalmedyayê û telefonan xwe bighînin mirovên xwe, dost û nasên xwe, ji bo piştgiriya helwesta me bikin, dengê xwe bidin namzedên me. Her weha hûn dikarin tevî kampanyaya me ya piştgiriya maddî ya ji bo Tifaqa Welatperwer û Demokrat bibin.

Bi silavên me yên Kurdistanî û dostanîyê…

Em bi hev re xurt in. Rewşa nuha neqedera me ye, em bi hev re dikarin biguherînin.

Nûnerayetiya Meclîsa PSKê Derveyê welat                             

Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin