"EM AGIRÊ NEWROZÊ JI BO YEKITÎ Û YEKRÊZÎYÊ GUR BIKIN!"

"EM AGIRÊ NEWROZÊ JI BO YEKITÎ Û YEKRÊZÎYÊ GUR BIKIN!"

.

A+A-

PSK, TEVGER, PAK, PDK-Bakur, Pêlkurd: EM AGIRÊ NEWROZÊ JI BO YEKITÎ Û YEKRÊZÎYÊ GUR BIKIN!

"Wek em dizanin meha adarê bi rojên kêfxweşî û serketinê û bi rojên xirab û trajedîyan di dîroka Kurd û Kurdîstanê de cîhekî girîng digire. Yek ji wan rojan jî 21ê adarê roja Newrozê ye. Lê mixabin îsal jî netewa Kurd Newrozê di rewşeke awerte da pîroz dike. Eger Covîd-19 astenga sereke be, astenga din jî qedexe û zextên Dewleta Tirkîyeyê ne.

Bêgûman Newroz sersala hemû neteweyên Aryanî ye. Lê ji bo Kurd û Kurdistanîyan cejna Newrozê xwedîyê cîyekî taybetî ye. Kurd û Kurdistanî hem wek cejnekê, hem jî wek roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûnê pêşewazîya Newrozê dikin. Ji ber vêyekêye, dewletêndagîrkerpîrozkirina Newrozê qedexe kirine.

Gava dîtin ku nikarin pêşîya pîrozkirina Newrozê bigrin; vê carê jî xwestin bikin malê xwe. Bi helwest û kiryarên xwe xwestin pîrozkirina Newrozê ji armanc û meqseda wê ya bingehîn bidûr bixin û naveroka pîrozkirinê sivik û bêwate bikin.Dewletên dagîrker û hinek hêzên din dixwazin pîrozkirina Newrozê ji zeman û mekanên giranbihayîyên dîroka neteweya Kurd bidûr bixin û pîrozkirinê şolî û aloz bikin.

Bibîranîn û pîrozkirina Newrozê, di zemanê xwe de û bi armanca xwe, dijî dagîrkerî, zulim û zordariyê bûye sembola berxwedana neteweyî. Herweha li dijî înkar û asîmîlasyonê, bûye amoreya geşkirin û nûjenkirina mêjû û hafizeya Kurdistanî.

Newroz îro li Başûrê Kurdistanê bi azadî pîroz dibe. Bi vê minasebetê jî Newroz dibe derfeta şahî û geşkirina hişmendî û bidestxistinên Kurdistanî. Li Rojavayê Kurdistanê li hinek bajaran pîroz kirina Newrozê ji ber helwest û êrîşên dagirkeran qedexe ye. Li bakur û rojhelatê Kurdistanê mixabin hînê jî Newroz bi reng û dengên azad û bi armancên xwe yên sereke nayê pîroz kirin.

Dewleta Îslamî ya Îranê sala borî li gelek cîyên Rojhilatê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê qedexe kiribû û îsal jî bi îhtimalek xurt dê weha be. Lê ew dê nikaribin li ser vîn û hesta neteweya Kurd bibin xwedî biryar. Agirê Newrozê ku sembola azadîyê ye, dê li rojhelatê welatê me bilind û gûr bibe.

Li Bakurê Kurdistanê dewleta dagîrker bi hemû îmkanênxwe dêhewlbidekupêşîyapîrozkirinaNewrozêasteng bike. Lê pêwîste ku li Bakurê Kurdistanê Newroz bi armanca xwe û di dema xwe de, ji ber sedemên covîd-19 kêm be jî, bi awayên cuda bihê pîroz kirin. Li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê divê bibe egera geşepêdana axaftina bi zimanê xwe. Herweha bibe platforma bidestxistina mafên neteweyî, civakî û çandî û herweha bibe qada bidestxistina mafê çarenivîsîna miletê Kurd.

Kurdistanîyên hêja!

Rojhelata nêz û naverast di nava guherînên berbiçav de ne û navenda guherînan bêşik dê Kurdistan be.Hêzên dagirker êdî wek berê nikarin serwerîya xwe bimeşînên û netewa Kurd di bin nîrê koletîyê da bigirin. Guhertina hevsengiya hêzên herêmê û yên zilhêzên cihanê jibo doza azadiya Kurd û Kurdistanê derfetên nû peyda dike û zemînêxweştir dike.

Ev kês û derfeta ku di Rojeva Kurdistanê de bûye dîyardeya sereke, girîngîya yekitî, hevkarî û yekrêzîya neteweyî ya Kurd û Kurdistanîyan zêdetir ferz dike. Kurd tenê bi hevgirtin û yekrêzîya neteweyî dê bikaribin destkeftîyên xwe biparêzin û dê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanêpêngavênbiryardêrbavêjin.

Li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina destkeftîyên federe, ji bo avakirin, yek kirin , xurt kirin û pêşdebirina dezgehên dewletbûnê û ji bo rêliberxweşkirina azadî û serxwebûnê, beriya her tiştî divê yekrêzî û hevgirtina hemû partîyên sîyasî yên kurdistanî bê xurt kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî destpêka serkeftinê,di yekrêzîya hêzên neteweyî yên li vî perçeyê welatê me de derbas dibe.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo rêlibergirtina şikesta hişmendîya neteweyî, niştimanî, ji bo hûnandin û geş kirina bîr û bawerîya azadî, rizgarî û serxwebûnê gava yekem ewe ku hemû hêzên neteweyî, Kurdistanî dest bidin hev û ji bo bihevre xebat, hevkarî û tifaqên neteweyî, niştimanî gavan bavêjin.

Bi minasebeta pîrozkirina Newrozê divê em hewildanên yekitî, hevkarî û yekrêzîya neteweyî geş bikin. Divê em parastin û vejandina hişmendî û destkeftîyên neteweyî derxin pêş.

Bijî newroz, sembola berxwedan û tekoşîna azadî û serxwebûnê!

Bijî yekrêzîya neteweya Kurd û Kurdistanîyan!"

20.03.2021

PSK, TEVGER, PAK, PDK-Bakur, Pêlkurd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin