Êlih: Ji bo Ataturk bi kurdî sitirî

Êlih: Ji bo Ataturk bi kurdî sitirî

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê şagirt û xwendekar ji dibistana sereteyî heta zanîngehê bi fikir û îdeolojîya Kemalîzmê dihên perwedekirin

A+A-

Îro li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dameziranerê dewleta Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk di 79 salîya mirina xwe de hatîye bibîranîn; li Êlihê jî merasimekê hatîye li dar xistin û hemû erkana wilayetê bêşdar bûye;  xwendekareka lîseyê di pola 12ê min de bi navê Leyla Gok ji bo Ataturk bi kurdî sitirîye û pesnê wî daye. Di strana xwe de gotiye; "way dinya, xaîn dinya di vê dinyayê de Mistefayê min mirîye" û bi çepikan hatîye pêşewazîkirin.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê şagirt û xwendekar ji dibistana sereteyî  heta zanîngehê bi fikir û îdeolojîya Kemalîzmê dihên perwedekirin; di derbarê Ataturk de di nav xwendekaran de çalakîyên cûda û pêşbîrk dihên lidarxistin; û bi vî hawayî Ataturk bi şagirt û xwendekarên kurd didin heskirin.

Li Tirkiyê her sal di roja mirina wî de di 10ê Mijdarê saet di 9.05ê de jîyan deqîqeyek dihê rawestin; ji bo Ataturk merasim dihên  li darxistin; mezelê û peykerên wî dihên tewafkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin