Elî Îbrahîm: Li Rojavayê Kurdistanê zemîneke libar ji bo avakirina dijberiya rastî ya Sûriyê heye

Elî Îbrahîm: Li Rojavayê Kurdistanê zemîneke libar ji bo avakirina dijberiya rastî ya Sûriyê heye

.

A+A-

 

Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê: Li Rojavayê Kurdistanê aliyekî tenê nikare mafên kurdan biçesipîne, divê ENKS û PYNKê li ser projeyekê rêk bikevin.” 

 Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Elî Îbrahîm radigihîne, li Rojavayê Kurdistanê aliyekî tenê nikare mafên kurdan di destûra Sûriyê biçesipîne, divê ENKS û PYNKê li ser projeyekê rêk bikevin.”

Serokê xwecehiya ENKSê ya Rihayê û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Elî Îbrahîm li ser destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî ji K24ê re ragihand, diyaloga yekrêziya Kurdî ji bo Rojavayê Kurdistanê û kurdên her çar perçeyên Kurdistanê girîng e. Kurd li Sûriyê li pêş destkeftiyên girîng ne. diyaloga ku li Rojavê Kurdistanê tên encamdan, hêviyên her kurdî dilsoz tê de ne.

Diyar kir jî: “Partiyek yan aliyekî siyasî yê kurdî li Sûriyê bi tena xwe nikare di pêşeroja Sûriyê de xwedî pêgeh be û hebûna kurdan wek miletekî ku li ser axa ya dîrokî dijî di destûrê de û mafên kurdan ên rewa biçespîne. Ji ber wê divê hemû aliyên kurdî û bi taybetî her du aliyên sereke ENKS û PYNK li ser projeyekê kurdî rêk bikevin, dê destkeftên kurdan hem li navxweya Sûriyê û hem li ser asta navdewletî bên qebûlkirin.”

Elî Îbrahîm got jî: Li Sûriyê bi tevahî, tenê li Rojavayê Kurdistanê zemîneke libar heye ku dijberiya rastî ya Sûriyê lê were avakirin. Heger kurd bikarin navmala xwe rêk bixin, kurd dê bikare roleke sereke tê wê yekê bigire. Ev jî li ser serkeftina diyaloga Kurdî – Kurdî disekine. Heger me karî bi hev re ev ezmûn derbas bikin, piştre emê ligel pêkhateyên din herêmê girêbesteke civakî ava bikin û em ê bikarin projeya dijberiyê ya avakirina Sûriyayeke demokratî, parlamenî, firehalî û mafên hemû pêkhateyan tê de parastî bin pêk bîbin.

Tekez kir jî: “Tenê aliyên navdewletî ji bo mafên kurdan hatine xetê. Dewleteke di asta Amerîka de dema dikeve navbera ENKS û PYNKê de giraniyekê dide kurdan. Herwiha Fransî û Brîtanî jî li ser xetê ne. Anku giraniyekê vê deverê Kurdistana Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe heye.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê got: “Di vê qonaxê de divê aliyên kurd nakokiyên xwe bidin aliyekî. Destkeftên mezin li Rojavayê Kurdistanê li pêş kurdan e. Heger kurd di vê qonaxê de li hev nekin, tiştê di destê wan de heye jî dê ji dest bidin, ji ber ku gefên di navxweya Sûriyê û gefên herêmî li ser kurdan hene.

Derbarê dubare vekirina ofîsa PDK-Sê li bajarê Kobaniyê de, Elî Îbrahîm diyar kir: “Pêştir jî ofîsên PDK-S û ENKSê li Kobaniyê hebûn, lê piştî êrîşa DAIŞê her du ofîs hatin girtin. Piştre jî zemînê siyasî ne li bar bû ji bo vekirinê. Vekirina ofîsa PDK-Sê, cihê dilxweşiya hemû xelkê Kobaniyê ye, ji ber ku cihê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye û rêbaza Barzaniyê Nemir di dilê Kobaniyan de heye. Ofîsa PDK-Sê, mala Barzaniyê Nemir e, anku mala her kurdekî dilsoz e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin