Êlên Iraqê: Em ê çekan rakin!

Êlên Iraqê: Em ê çekan rakin!

Êlên başûrê Iraqê çend mercan ji bo rawestandina xwepêşandanan li ber Hikûmeta Heyder Ebadî datînin û gefa rakirina çekan jî dikin.

A+A-

BILEZÎNIN!

Yek ji mercên êlên başûrê Iraqê ew e, ku pêwîst e Hikûmet daxwazên xwepêşanderan bi awayekî lezgîn bicî bike.

Herwiha hişyarî dane Hikûmetê, heger daxwazên xwepêşanderan neyên bicî kirin ew ê çekan bikar bînin.

Êlên başûrê Iraqê di nav gefên xwe de ji Hikûmetê re gotin:

"Em ê çekan li dijî her hêzekê rakin ku çekan li dijî xwepêşanderan bikar bîne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin