Êlên Bakurê Rojhilatê Kurdistanê

Êlên Bakurê Rojhilatê Kurdistanê

Wergêra ji almanî: Cankurd

A+A-

Êlên Bakurê Rojhilatê Kurdistanê

Dr. O. Blau

(Jêder: Kurdische Sammlungen von Albert Socin, St.-Pétersbourg, 1890)

Wergêra ji almanî: Cankurd

 

Li wê sêkoşeya balkêş, ku di ortê de seriyê rûmetdar ê Ararat bi ser sê memleketan de dinêre û kumê wî di sê golan de dixuye; Gök li herêmên Urisî, Şahî li ên Farisî û zireyê Vanê (Behra Wanê) li ên Turkî, pêşxaneyên sê neteweyan dikevin di nav hev de, ewên girêdayê sê baweriyên olî yên, ku li hember hev û din rawestîne.

Ji rojava û bakur ve cî û warên Ermenî, ji rojhilat ve êlên Turkmenî û ji başûr ve êlên Kurdî ta vê quncikî, ber bi jor ve.

 

Li hevçûna qewxiyan darbendên, ku siroşt û ramyariyê, netewayetî û baweriyê di nav gelan de danîne, hîn ranekirine, lê dîsa jî çare nîne li ber pêşketina hevnêzbûna tevan, bê ku taybetiyên her aliyekî tev li ên din bibin, û girêkeka siqa bi navhevketineke ethnografî pêda bibe.

 

Lew re berî dem derbas dibe, divê kevnecihên van neteweyan ji zanînê re bên servedan, berî ku ewan bi tevayî berşê (winda) dibin. Divê di serî de, bi hajêkirineke taybet li ser êlên kurdî bizaveke wilo bite kirin, ku xweybûna wan ji tevan bêtir bingef e.

Di serî de, çar êlên Kurdan, ku navçeya wan welatê navbera sê zireyan e: Celalî, Melanlî, Şikakî û Heyderanlî ne.  

Celalî ji Kurdan tevan bêtir li derveyî têkiliya bi destûra êlan re ne, ewa ku ji aliyê êlên başûrî ve hatiye paristin. Wek çawa ewan ji aliyê cîgahê xwe ve ên tev dûrtir pijiqiyane ji navika Kurdistanê, wilo jî  wan pir nijadên ne kurd di nav xwe de birine, û ew xûna ermenî, yezîdî ([1][1]) û turkmenî tev li ya wan bûye.

 

Wek tê gotinê ([2][2]) wan navê xwe ji şehzadekî (mîrekî) ermenî yê hêzdar û cengawer û bi navê Celal birine ([3][3]), ewê ku bi sedan sal berê jiyaye, û êlek Kurd di berdestiya wî de bû. Ji aliyê zimanî ve dij bi vê yekê tişt nîne, ji ber ku hevalbendiyên din jî, bo nimûne wekî desteyên derwêşên Celalî, li Multan, ku bi Seyid Celal El-Buxarî hatine navkirin, ewan jî bi wê şêweyê bûne xudan navê xwe, wek çawa êlan pir caran xwe bi navên mîrên xwe nav dikin. Ew nimûne taybetiyeke, ku di vî navî de, li ser pirsên pircarkî, ku min ji Celaliyan pirs kirine, ka wan xwe ji kijan êlên Kurdan dijimartin û ji kijan malbatê hatine, ji min re herdem bersivek didan, ku ewan tenê Celalî ne û tev Celalî ne. Tenê yekî bo min got, ku bavpîrê wî kurdekî Dumbelî bû: berçavkirinek, ku min nikanî bû tiştek ji wê derxista ji ber ku min nedikarî bi pey navê dawî ketama, ta carekê min di destnivîseke ferhengeke geografî da, ya ku Nî’metullah Şîrawî nivisî bû, ev ik dît: „ Dunbelî (bi Dam li gel Dal.) navê êlekê ye (taîfeyeke) Kurdan e, ewan Qizilbaşin, bi Turkî dipeyivin û ewan Şîî’ne, cî û warê wan wîlayeta Xoy ye „ ([4][4]) û hew..

 

Ji ber ku niha (mebest di dawiya sedsala nozdehê de) di herêma Xoy da hîç Kurdên koçer ne cîwarin. Diyare jêmayên wan êlên xwe di wan der û dorên çiyayî da bi ich kirine, ku ciyên niştewariya Celalî ne ([5][5]). Ez bêtir di wê yekê de dibînim, ku navê Celalî di binyada xwe de hîç ne navê neteweyî yê van Kurdan e, lê ew nîşaneke bangewazîkirinê ye (navê lexem e-Wergêr), di serî de, di nav niderdora wan de, ku ji netewayetiya kurdî ne  pijiqîne, ew nav li wan hatiye kirin. Wekî din jî di Turkî de ev alîkarî bo rohnkirina navê Celalî , ku Celalî bi wateya dewletdişkonî û serhildêr e. Ji aliyekî dî ve, tiştekî seyr e, ku ev nav yê hemî binemalên Kurdan, ên di berdestiya mîrê Ermenî Celal de bûn, û ji aliyekî din ve, ne wek serohata êlên Kurdan ên mezin e,  ku malbatên xwe li gor navên mîrên xwe nav dikirin (Ez dibînim, niviskar di vir de  ketiye çewtiyeke mezin, gava Celaliyan bi mîrekî Ermenî nav dike- Wergêr).

Dibe, ku destekariya pevçûn û cengewarî û talankeriya Celaliyan li hember hersê dewletên hevsînor re, ew rûmetnav ji wan re anî be. Herhal wan bi xwe jî ji xwe re ew nav wek nîşan birine û bi kêmasî niha ew êlnav bo cihêkirina xwe di vê navçeyê de bi kar tê. Hêzbûna vê êlê bi 5000 kon hatiye diyarkirin, ku di bin fermandariya serakê jêtirs Ateş Axa de ne. Ew jî bi xwe xûkmendê (Tehsîldarê) serdarê Mako, Elî Xan e. Wargehê serekîn ê Celalî di mehên zivistanê de senceqa Mako ye li ber Ak Gölê, ku çiyagoleke biçûk a bi masiyan zengîn e, dorgera wê dora 3 katan e, ewan bi cih bûne.

 

Li vir ewan hin caran di gundên xwe yên taybet de dijîn û carinan jî tev li êlin din in, ku ewan jî girêdayî Elî Xan in. Ewên paşîn evin: Pareke ji Milanlî û Heyderanlî, ji ewa dawî, şaxek ji Brukiyanî heye, emê careke din pêrgî wan bên. Pişt re êlên serbixwe yên Kendîkanî, Banîkanî, Misirkanî, Zindîkanî, û li dawiyê Karakoyunlî, ku ne sade Kurd e, divê ewan jî ji ên li dor Xoy rûdinin cihê bixuyin, û Yezîdî, ku ne ji wan Kurdan in û ne ji Turkmenan in, wek êlên hogir tên dîtin (Wek êlên serbixwe tên jimartin- Wergêr).

 

Gundên serekîn ên, ku li derdora Ak Göl dema zivistanê xelkê xwe dihêwirînin, evin: Xorof, Pêncerî, Tambat, Jêrkölpî ([6][6]), Zendşana, Balûla, Mewlî, Şiddî, Zekîrlî-Kargoç- Elî, Terekeme, Indşe, Üzgün, Nasik, Kosdu, Karabulak, Adagan, Tîkme (Divê ev bi ewa ku navê wê jî wilo ye û li paş Araratê biçûk cîwar bûye, neyê guhartin), û ji van pê ve hîn du gundên din jî hene, lê çekdarê min ê, ku kurdekî ji Mako ye, navên wan ji bîr kirine.

 

Celalî di teviya vê navçeyê de hêzdartirîn û belavtirîn êl e. Çembera barkirina wan parekê ji çiyayên sînorî yên Farisî-Turkî digire, ku li başûr û rojhilatê deşta Kara-Ainahê ye, rojavayê Diyadîn Balikgolê tê sînorkirin, û bakur- û ber bi bakurê rojava ve herêma Ararat ta bi qeraxê Araxes (Araks).

 

Hema berfa çiyan dest pêdike ku bih’ele, ewan dev ji Kişlakê (Zivistangehê) xwe berdidin, ku ber bi Yayleyên (Zozanan-Havîngehên) xwe bar bikin. Ew bi pezên xwe ve, di serî de, bi çem re di robarê re dadikevin, ewê di nihalê Kara-Ainah re ber bi Mako ve diherike û pişt re xwe bi rêbirrkî davêjin ser rêya karwanan, ewa rêya ku Erzerum û Tebrîzê bi hevdu ve girê dide, û di 3 katan de li jêriya Bayezîdê sînorê tirkî derbas dikin. Li gorî pêketina wan, ku li vê herêmê an li wê çêdibe, û vî rûyê çiya an wî rûyê din digirin, da bavêjin ser karwanên biharê. Van talanan di Gulanê an Hizêranê de her sal çêdibin û wilo dirêj dikin, ta sînorparêzên Faris an Turk pêwîst dibînin, ku bi deselatdariya çekdar wan ji vê yekê rawestînin.

 

Dema ez di Hizêran a 1857ê de di wê sînorê re derbas bûm û min şevîna xwe li Kilisakendê kir, bi hatina me re qeral bi nişkî hat agahdar kirin, ku Celaliyan di şevînê de bi hezar konan li Defîlê, di rêya pan de, ku katekê dûrî çadiregeha qeralgehê ye, kon vegirtine, hema pezê du gundan derkirine û karwanek şelandine, û di pevçûna wan de li gel karwanê hinde kes birîndar bûne. Ji ber xedarbûna dijwar û çalakiya ku Celalî pê hêrişên xwe yên talanên xwe dikin, tirs avêtine dilên hemî daniştvanên aşt ên li deştê. Hîn piştvaniya çekdar cilên xwe ne kirine ber xwe, talankeran xwe bi şûn ve kişandibûn berqefên çiyan, ku kesek nema bi pey wan dikeve. Ji dehan sal ve rêwî tev li ser van kiryarên xwînî yên Celalî dipeyivin. Di dema nû de egereke taybet pêda bûye, ku dihêle ewan bi bêtir viyan, bavêjin ser herêma Ovaçîk a qeralê Faris. Ev jî Xelîfe Kolî Xan e, ewê ku Wagner di bin navê Xul Xan de dinase ([7][7]), kurekî wî heye, Kerîm Axa, yê ku demeke dirêj li xangeha Elî Xan ê Mako derbas kiribû. Li wir Fatme ya bedew, dota „qîza“ tenha ya serwerê kurd ji wî hezkiribû, û loranî bavê wê minê ne kiribû keça xwe bide wî, ew keç piştî gelek karên nebaş û dijwar revand navçeya Ovaçîkê. Ji ber vê yekê Elî Xan bi 3000 çekdar avêt ser Ovaçîkê û gef û gurr dan, ku ewê tev bide ber agir û şûr gava dota wî û zavayê nehezkirî nedin dest wî.

Hîngê Urisan di cengên xwe yên paşîn de dij bi Turkan Beyazîd bi dest xwe ve an bûn, û hêzeke Uris jî li nêzîka sînorê li girên Kasdîolê bû. Kulî Xan ji tengerewşê alîkarî ji serdarê wan xast, û wan jî bi gotineke hişk, ji ber têkiliya baş bi Elî Xan re, ku dostanî di nav wan de hebû, kanî bûn wî bo vekişanê ji wir bilivînin. Ew vegeriya çû, lê her sal Celaliyên xwe dişandin ser wan, ku ziyanên talanê bigihînin navçeyên Kulî Xan, ku seriyê qeralê şah diêşandin. Di dema ku hovîtiya pîremêr delîve ji xwe re distand, Kerîm Axa û Fatme Xanim di qonaxa Kilissakend de dijiyan, ewa ku li dergahên wê du gur û du qoç û qoçikên koviyan, ku ji nêçîrê  bi dest ketine, hatine tijî kirin û daliqandin. Jîneke xanedanî derbas dikirin, ew mîna Nemrûdê çiyan, û ewa din jî wek durreya Ovaçîkê.

 

Gava ku Celalî xwe di dijwariya pêşvehatina cendirmeyan an hêzên fermî de dibînin, tenê  ji wan ve rêçûna şevekê pêwîste, ku xwe bigihînin nav herêma tirkî. Ev qiracê biçûk ê Kasî Golê ye, lê têr çêrgeh e, ew der, ku çadirgeha hemî Kurdên ji gavanan hevser in bo 40 rojên havînê ye, ango ji Gulanê ve ta bi destpêka Abê. Di vê demê de, ên ku li ber zireya biçûk a navê qiracê jê hatiye hetanî çêrgeh şîn dimînin, qoçandariya tirkî  li hember wan e, di rêya karwanên ku ji Tebrîzê ve bi bar û pertalên xwe ve, li wir pênc rojan cîwar dibin. Bi ser ve jî, ji ber şînbûna geya wilo dixuye, ku delîveyeke asan bo talanê çêdibe, ewa ku hewesa Kurdan bilind dike, û dihêle, ku ewan ji berqefên zinaran ve binêrin, ka sewalek verê bûye, an xirarekî pertalan bê pawan li nêzîk wan e, derdora rêyên qoçandariyê, ku karbidestên wê di vê çadirgeha havînê de, bi kêmtir paristina çekdar mane. Lê gava qoçandarî ji çadirên xwe vedigerin zivistangeha Kizil-Dize (Kela Sor –Wergêr) nav kunkên erdê (maxên di zevînê de- Wergêr), Kurd jî dev ji çêrgehên wê tengenewalê berdidin, û Celalî hinek ber bi rûyê Araratê ve vedikişin û hinek jî bi pişta çiyan ve, bi aliyê Diyadînê ve diçin. Di wê navê de hinek obên Kurdan ên din tev li wan dibin, ji ewên ku zivistangehên (qişlaqên) wan li herêma turkî an rûsî ne, û bi wan re çêrgehan parve dikin, an jî penahendên, ku ji aliyê xûnê ve kurdin, tev li wan dibin, ewên ku ji ber ramyariya karbidestên turk a ji cîhilkirinê an jî ji ber tirsa Nîzam, mîrzayê mezin, an Sar (Keyserê Urisan-Wergêr)  xwe didin aliyekî û dîsa vedigerin jîna koçeriyê. Wilo qelfê Celaliyan her sal bi gelek seriyên din dirêjtir dibe, bi taybetî ji destpêka cengên rûsî-turkî yên dawîn ve. Êlên biçûktir, ku di zozanan (yayleyan) de tev li Celaliyan dibin, Edemî, Sipirlî û hinek şax û binemalên Heyderanlî. Êlên ku ji aliyê fermandariya turkî ve li Diyadînê û li derdora wê hatine cîwarkirin evin: Sivkanlî, Me’manlî, û Edemanlî ne, ên pêşîn ji van, ê Sila’lî ye, evin ku emê careke din bên ser wan, ên din jî di koka xwe de Heyderanlî ne. Li gorî nêv ewan ji Edemî yên koçerin. Wilo pir êlên kurdî bi du navan tên navkirin, yekî kurt û yekî dirêjtir, bê ku ciyawaziyek di wateyê de bite bi cih kirin, bi kar tên.

 

Wilo mera Sîvkîlî li gel Sîvkanlî, Kazîlî li Kazkanlî, Maneklî li gel Manûkanlî, Mela li gel Melanlî, Sumayî li gel Sumaylî, Marçor li gel Malçoranlî dibihîse; rewşeke, ku ciyawaziyên di navbera gotinên rêwiyan de, rave dike. Ez bawerim, ku min berçavkirinek aniye zimên, ku navşêweyên dirêjtir bo parê cîwarbûyî ji malên êlê bêtir bi kar tê (Niviskar peyva erebî rea’ya - رعايا  bi kar aniye-Wergêr)  û şêweya kurt, tersî wê yekê, bo malbatên koçer tê gotinê ( Niviskar peyva koç - كو bi kar aniye-Wergêr), Lê Kurd bi xwe vê yekê nakin serohat. Ger (Koçer) be ([8][8]), di navbera wan de çi hevbendî namîne, ên cîwar bûyî ji aliyê birayên koçer ve tên nizimkirin û zorlêkirin. Ewana kêmtir asê ne, lê mera nikane wêrekiya wan a serohatî wek yên koçerên serbixwe wilo bilind bibîne. Lawazî û daketina jinên kurd li gundên derdora Bayezîd û Diyadînê di nav Osmanliyên wan hêlanan de bi rastî heye. Celalî pesna xwe didin, ku ewan hemî koçerin, lê di rastîniyê de, tevî ku li ser zevînên farisî, tirkî û rûsî pezên xwe diçêrînin, ne Şah, ne Sultan û ne jî Sar wek serak ji xwe re minê dikin, tenê Elî Xan ê ji Mako mezintirîn serdarî ye li ba wan, ciwanmêrekî êla wan e û xanedantir e di nav giş axan de. Di herêma çolkirina Celalî de sînorê wan ji aliyê başûr û başûrê rojhilat ve digihe Melanlî an (Mela-Kurd) û ewan bi (Mîlanlî an Mîlan) jî tên navkirin. Ewan ji pişta Heyderanlî ne. Lê ji zû ve bûne wek desteyeke (Taîfeyeke) bi serê xwe û bi tevlêbûna bermayên hinek êlên bi hêz bûne. Navenda zozana (Kişlaqa) wan çiyayê Kotûr e û çiyayên di navbera Kara Ainah û Xoy de ne. Di nexşeyan de ev girêka vî çiyayî wek adetê Cîlan Dax (Çiyayê Maran-Wergêr) tê navkirin. Bilindtirîn herdu seriyan bi Çîbûklî û Sîwandax tên navkirin. Zincîra çiyayên vulkanî, ku wê girkê bi zincîra Araratê ve girêdide, bi navekî hevreyî Mamiş Xan tê navkirin, navekî ku li gel navên herêma wê hêlê wek Mamiş-Şerîf û Mamişan, wa êla kurdî, ya ku bi navê Mamiş û niha Fraser wê ji Bilbas bi bîra me tîne.([9][9]) Ev xêza çiyan herêmeke farisî ye, belê ew navçeya Kotûr ser ji nû ve ketiye destê Tirkan. Di van xêzikên diyarkirî de Melanlî tenê di pênc gundan de li ser zevînê farisî ne: Kurdîkend, Kara-Axaç, Kizilşe-Kela, Karakûş û Karpût, bi tevî li navçeya herikîna Ak-Çay (Çemê Sipî-Wergêr) di nav çiyan de li ser qeraxê wî yê rastê, cîwarin. Bêtir bi başûr de navbera Çorûk û Xoy de, hîn xirabeyên belengaz ên Xanê Kurdik hene, ku cîwarbûna Kurdan a berê li wir nîşan didin, lê niha Kurdan wan cî war berdan e.

Tersî vê yekê tê gotin, ku li sirtên rojavayê çiyayê Mamiş Xan, êleke Kurdan heye, ku ne di bin destê Tirkan de û ne jî di bin yê Farisan de ye. Hevpiştê Melanlî ye û navê wê Ellend e, li wir cîwar bûye û gelek gundên wê kiştûkalî hene, wek şaxin taybet ji Kurdên Melanlî, ji min re hatin gotin; Melanlî bi xwe, Lîvanlî, Sarîmlî û Kûseler, ev navê paşîn tenê wek turkî-farisî yê bo pêkenînê dixuye, ku ji kosebûna rêyên wan hatiye. Di herêma wan de jî, hinek obên van êlan li kenaran belavin, wek Heyderanlî li rojava û Şikakî li başûrê çiyayê Kotûr. Wilo wek nimûne di salên dawîn de Marxur an Malxur ji Heyderanlî di nav Mela (Milan) de, ku li Cîlandaxê cîwar bûne, niha ji nû ve ber bi memleketa Urum ve çûne, ku bi wî navî ta niha hem Kurd û hem jî Turkmen wan navçeyên anatolî û ermenî yên qeyseriya yûnanî ya berê navdikin. Min ewan pişt demekê li nêzîka Melazgerd bi terzekî koçerî di bin navê Malxuranlî de dîtin. Mela îro jî bi tevayî serberdayekî xav, xirap û gemarî ye wek Celalî. Ez pêrgî koçbûneke wan di navbera Haramî û Qere-Ainah de hatin, ku li kenarê başûrê deştê diçû, di wê demê de, ku Celalî kenarê bakura girtibû. Ew ob dora 200 gayên barkirî bû, ku kon û zar û zêç hilgirtibûn. Mêr û jin, bêtir bi peyatî diçûn, pir kêm malbatek suwar hebû. Di rewşeke wilo de, divê mêr bi çek li ser paşqirka hespê ba, jin tev li zarokan li ser paşpişta hespê ba. Karwanê wan hejarî û belengazî nîşan dida, pezên ku hin hezar gav bi pey wan ketibûn, pir hindik û jar dixuyan, tenê mêrmezinê obê, ku xanedan û rûmetdar dixuya, serêlê wan dora 200 gav di serî de bi suwarî diçû û li gel wî tenê jineke ciwan û rindik, ku bi şêweyeke cilberkirina ne cuda ji ên din, li mehîneke gewrequrşînî suwar bûbû. Ew bi xwe, Hesen Axa, ku ciwanekî geş û xurt, dîmen rûmetdar û serbilind bû, silav bi „Selamûeleykum“([10][10]) dida, ew pir li wî dihat û di peyvînê de xwe wek xudan serohatinek hêja diyar dikir, ku têgihîştî û rastiyar dixuya. Ew fermandarê bêtir ji 800 kon bû, ji 2500 konên an xaneyên Melan bi giştî. Dihat berçavkirin, her xaneyek xudan konekê bû, ku di orta wê de perdeyek hebû, aliyek bo xwemal bû û yê din jî bo jin û zarokan bû. Tenê bo serêl û bi taybetî xanedanan konekî cuda ji h’erîmên (حريم) wan re hebû, kona kurdî ya adetî li ser 6-8 stûnan e, her yek ji wan 2- 2 ½ Zollan ( Zolleke almanî 2 ½ - 3.30 Centîman e –Wergêr) qalind e, di ser wan re konê, ku ji mûyê bizinan tev li hiriya reş û mor a miyane, tevnekirî hatiye rêxistin, ji sê aliyan ve dora nîv bejmêrekê bi kêlekan ve daketiye û ji bin ve bi benan hatiye girtin, aliyê pêşîn wek adetê bi tevayî vekiriye an jî bi xaliyan hatiye peçandin. Bi singan ve li va alî hespên xudanê kon tên girêdan, gava ew li mal be, di hindir de xalî û kulav tên rêxistin, ta ciyê ku agir tê de tê dadanê, hêla bermaliyê jî ji aliyê pêşîn ve baş girtiye, belê tê re tê dîtin.

Li başûrê navçeya, ku Mela cîwar bûne, piştî zireya Urumyah ([11][11]), ku bi dirêjiya kenarê wê yê rojavayî û ta bi nêzîka zireya Wanê, wargehên Şikakî belavin, yek ji êlên kurdî yên sade û mezin, ewa ku ez navê wê wilo dinivîsim, weku mera her dibihîse jî, Şikêk (Şeqoiq li gor raporên misyonerî yên amerîkî) an Şikêxt, ku di devê gel de pir caran dibe Şkeft jî. Di destnivîsa Nîmettullah de wilo ye:

(Şiqaqî nam taîfe est ez tewaîf Kurd û ez tewabî’ Qizilbaş Mih’el îşan der Newah’î Tebrîz û Siraîst شقاقى نام طايفه است أز طوايف كرد وأز توابع قزلباش محل ايشان ( در نواحى تبريز وسرايست   

 

“ Şikakî navê êlekê ye ji êlên Kurdan û pêkevên Qizilbaş, ware wan li navçeyên Tebrîz û Sera ye.”

 

Ew navê paşîn dibe jî tenê navê herêmekê be, ku di navbera herdu zireyan de ye (Wan-Urumiyah –Wergêr) li navçeya Albagê. Nî’metullah hêza 60.000 mal dide vê êlê. Niha ev êl nema li derdorên Tebrîzê rûdine, belê wê xwe bi çiyayên li sînorên rojavayî yên Aderbeycanê û hinekî jî xwe bi ser herêma turkî ve bi şûn ve kişandiye. Li ba wan jî hîn rêbaza êlî bi şêweyekî bê xemtir maye. Bo yek serkêş heye, ew jî kesaniya serekê malbata tewr xanedantir e. Niha, ji ber serhildana wan dij bi deselatdariya farisî pir bi navê Elî Axa tê navkirin, ewê ku di çiyan de li rojavayê Urmiyah cîwar e. Taîfe li 7 êlan parve dibe, navên wan ji min re axayekî Sumayî bi vê terzî gotine:

Sumayî, Bodrayî, Tergewer, Mergewer, Gever, Mogor û Şemisiddîn. Bo her êlekê ji van axayek (serakek) heye, ji aliyekî ve ji hêla çandeya ku dem bi dem bêtir damaran berdide kenarekî zireya Urumiyah, û ji aliyekî ve ji ber hêzdariya Kurdên serbixwe yên mîrana Rowandozê, bergeha koçberiyê li ber wan hatiye tengkirin û tenê di nav navçeya çiyayî ya zirav de, ewa ku li kenarê rojavayî yê zireyê (Urmiyah-Wergêr) ji wan re dimîne, û gellekan ji wan jî bi dehan sal e xwe ji jîna koçeriyê cihê kirine û vehesa xwe di jîna niştewariyê de dîtine. Hetanî di bajêr û warên vî alî de jî, bi nav ji êlên Sumayî û Budrayî niştewar bûne. Tergewer û Mergewer li sirtên, ku bi navên wan in, li ser sînorên turkî-farisî niştewar bûne ([12][12]) Gavar û Gever hîn koçerin, li aliyê turkî yê geliyê robarê Nehel an Nihil([13][13]), û li wir pir Nestorî “Filleh-Wergêr tev li wan bûne. Şemdînî û Mogor an Mukurî li dawî, bêtir li bakur-rojavayê deştên Albag (Arrhapachitis) û Marastan belav bûne.

 

Çolistana mezin û dewlemenda Albagê di dema gera min de, di Augusta 1857ê de, ji aliyê pênc obên Mukurî ve, ku di bin serkohiya Ahmed Axa de bûn, hatibûn girtin. Êlên koçerî yên serbixwe, ku li rojava- û başûrê rojavayê sînorên navçeya Şikakî, Hergî, Paçkî, Mikrî, Zerzaw, Bilbas û Caf – kesaniyên tabelav ên van hemî êlan, di nav Şikakî de jî li her derekê belav in. Navê neqenc ê hovbazî û çav li talanê, ku berê bi ser Şikakî ketibû, êdî pir winda bûye.

 

Min ewana li her ciyekî baş dîtin, kiryar û ne dijwar bûn, li Dîlman ewan her car dihatin bazarên hefteyî ji her hêleke derdorên wir, bêtir yek rojkî pir ji dûr ve, û ne kêm xwe tev li karwanên bazarganên nestorî û ermenî dikirin, ku ji wir ta bi Wanê, ta bi Urmiyah û Tebrîzê diçûn, hikariya “bandora” mîsyonxaneya amerîkî li gel pêşdaçûna civakî û serohatî ya gelokê “gelê biçûk ê” Nestoriyan, li vir hebûye. Pişt re zarava Şikakî bi rêya şandiyekî amerîkî ji aliyê rêzimanî û ferhengî ve, dê bite kar anîn. Ew ne pir cihê ji aliyê herêmên bakurî ve tê peyivanin, li gor berçavkirinên min ên, ku heta ji min hatiye min kiriye, lê tê de kêmtir bêjeyên, ku ji Ermenî û Turkî hatine birin, hene bêje, ku ji devzara Celalî, Melanlî û Heyderanlî ne.

 

Em ji nû ve berê xwe ji sînorê bakurî yê navçeya Şikakî ve bidin bi Araratê ve, li deşta, ku di navbera Murdaçay Firate rojhilatî” li rojava û bakur hatiye girtin û ji rojhilat ve bi xêza sînorên turkî-farisî hatiye xêzkirin, emê pergî êla kurdên Heyderanlî, an jî bêtir xirabeyên wan bên, ji ber ku wê jî ji ber fermanên fermandariya pir ji xweybûn û hevgirtina xwe ji dest daye. Li vir şaxeke rojavayî û yeke rojhilatî ji va êla jimarpir divê ji hevdu cihê bên nasîn.

Ji ên rojhilatî, ku çadirgehên xwe yên zozanî di koça, ku di navbera Bendimahî, kaniyên Murad (Çemê Murda-Wergêr) û rêya Bayezîdê de, vegirtine û serakê wan ê pîremêrê jêtirs Hesen Axa ye, pênc êl girêdayîne: Ajanlî, Hesenî, Adamanlî, Brukiyanî û Çêkemî.

Adamanlî û Burkiyanî wek me li jor gotiye, pareke wan li gel Celalî, serbixwe ji Heyderanlî li wan deran dimînin. Hinek şaxên Sîla’lî, mebest Sîvkanlî di bin serkohiya serakê xwe A’sim Axa de, û piştî ku teze malbateke cuda bo Sîvkanlî pêda bûye, ewa ku serakê wê E’lî Tagorî Axa ye, xwe bi Tagorî navdike. Ev E’lî wek rêformdarekî ye di nav Kurdan de, ew di cengê de binzabitek bû û bi neviyê Abdulmecîd re (Sultan Abdulmecîd-Wergêr) xilatkirî vegeriya, ew cil û bergên xwe yên fermî ji xwe datîne û bi zûkî dest bi nûkirinan dike, ji bo wê yekê ew ji serakê êlê bilindtir dibe, xwetêwerkirin û dilxweşnebûn ji her terzekî li ba çêdibin, û di havîna çûyî de li dora wî 150 kon hatine jimartin. Teviya konên li aliyê rojhilatî yê navçeya Heyderanlî dora 4000 ye, pareke Adamanlî li Diyadîn û Bayezîdê cîwar e û bi averêkirina (transporta) pertalan, bi karwanên gayan li ser rêya Erzerumê, ku diçe Tebrîzê, xwe gêro kiriye.

Şaxê rojavayî yê Heyderanlî xwe li teviya bakurê zireya Wanê ta bi Firat belav kiriye. Navika navçeya wê û wargehê êla wê ya kevin, ewê navê wê jî jê hatiye, geliyê Heyder Begê ye, ku ne dûr ji Arşîş ve dikeve nav korta Wanê. Li vir û li derdorê Heyderanliyên, ku niha jî dora 1000 konên wan heye, cîwarin. Şaxên vê êlê evin: Hazranlî dora 400 kon e, Sîpanlî li dor Sîpan-Daxê bi 300 kon, Malxuranlî, niha li navçeya Melazgerd pezên xwe diçêrînin, bi 180 konan, û Zereklî an Zirkanlî, ku li teviya herêmê belavin û xwe li herdu layên Firat ta bi qeza  Xoy jî belav kirine. Ji bilî vê jî li hin deran di nav Heyderanlî yên rojavaî tektek cî bi cî wan Heyderanlî yên, ku ne ji pîre kurdekî wî şaxî ba, minê ewan wek Heyderanliyan navbikirana, wî ez hokirim, ku van Heyderanlî yên li vira, tev biyanî ne û giş ji niştê xwe yê berê Diyarbekir hatine.

Nimûneya Heyderanlî dihêle, ku mera niha baş têbigihe çi di bin navên êlên koçer û êlên rûniştî de tê nasîn, aniha vê êlê bizava bi cih- û warkirina Kurdan ji aliyê fermandariya “hukûmeta” turkî ve di rewşa xwe de berçav kir. Bo vê armancê li geliyê Murdaçay ta bi Kara Derbendê, ku gundê Kurdalî yê hîn di nexşeyê “xerîteyê” de tune ye û dikeve navbera Daghar (Li nêzîk wê jî pêşxaneya bakurtirîn a neqşên kevirî heye) û Sêdî Xan, min pêşvehatintirê wargehên Heyderanlî yên cîwarkirî dîtin. Ev cîwarbûn tenê bo wê yekê ye, ku di zeviyan de kar bikin, ji ber giringiya êmê zivistanê, ji pêz re, lê di mehên havînê de ewana jî wek Turkmen ên cîwarbûyî li Faristanê, tenê mêr û mişk bi zozanan de bar dikin, da konên xwe li qenterên çiyayî yên hişîn vegirin, wilo ku mera di vê saldemê de li her derekê rastî gundên dev jê berdayî tê, an jî ewên ku tenê niştevanên ermenî tê de li şûn mane.

Cihêbûna (Cêlaka) van ji ya koçeran tenê ewe, ku evan ne wek êl, lê belê wek civatekê hevdu girtiye, û ne her li çiya û baniya diherin û tên, ewan tenê di çêrgehên derdora gundê xwe de digerin. Wilo li ciyê êlê civateke bajarvanî pêda bûye. Cîwargehên kurdî li deşta Alaşgerdê di bin çavdêriyeke taybet a qaîm-meqamê Topraqkelê de ne, ewê ku bi piranî di koka xwe de Kurd e, lê dîsa jî bi zordariyeke bê sînor, ku li wan dike,  xwe taze mijûl kiriye. Da di wan civatên, ku Kurd û Ermen bi hev re dijîn, wilo ji hev cihê bibin, û gundên tê de kêmikên neteweyî ji gund derkevin û ji xwe re gundin din lêbikin. 

 

Wilo di teviya nihalê de carinan gundên kurdî ne û carinan yên ermenî ne, lê belê bi piranî niştevanên ermenî ne, weku ev cedwela li xarê ji wan gundên ku min di rêya xwe de dîtine, pêk tê, pêdivî jî tuneye, ez bibêjim, ku wargehên ermenî (navçeyên) bêtir bi çalakiya çandinî, xanedanî û paqijiya xwe, ji yên Kurdan hêjatir dixuyin:

 

Dêlîbaba                                        ermen.                                                                        50 mal in

Dêghar                                           kurd.                                                                            20 mal in

Kurdalî                                           ermen.                                                                        30 mal in

Sêdî Xan                                        ermen.                                                                        20 mal in

Xoşiyan                                          kurd.                                                                            15 mal in

Mizûrî                                             ermen.                                                                       15 mal in

Çêlgan                                            ermen.                                                                        20 mal in

Biçûk                                               kurd.                                                                          45 mal in

Karakilîse                                      ermen.                                                                          40 mal in

Ondaşlî                                          ermen.                                                                        13 mal in   

Kêlasor, Daşlîçay û Alîgor (Ji revokên farisî û urisî ne)    

Üçkilîse                                          ermen.                                                                        30 mal in

Diadîn                                              kurd.                                                                          72 mal in

Diadîn                                               ermen.                                                                      02 mal in

 

* (Em dibînin, ku navên gelek êlên ermenî wek Kurdalî, Sêdî Xan, Çêlgan..kurdî ne û lew re ez dibêjim, ku niviskar bi şaşî ewan bi ser Ermeniyan ve jimartine-Wergêr)

Di tenişta Heyderanlî de, ewên li van deran, ku bi nîvekî ji sê piştan de cîwar bûyî ne (üç baban oturmuş “Sê bavên min li vir jiyane“ kevintirîn bîranîna kurdekî wir e), bi piranî, û bi rastî, gelek ji zû ve li vê deştê, êla Sila’lî cîwar bûye, ewa ku ji aliyê malbatê ve jî ji merivên Heyderanlî ye, lê xwe ji demekê ve ji wan cihê kiriye, ku êdî nema bi ser wan ve tê jimartin. Hemî şaxên ku bi ser vê êlê ve tên jimartin û tev li hev di gundan de rûdinin, şeş in: Manûkanlî, Kurdikî, Sîvkanî, Heyderlî, Kazkanlî, Diyûnglî (Diunigli).

Ji xwe li vir ne asan e lêkolîna koka kurdî ya malbatan bite kirin ji ber ku ewana koka xwe ya kurdî dipeçinin û xwe wek osmanlî diyar dikin.  Ji ber ku ewan dikevin berdestiya „xizmeta“ leşkerî û hemî „bê îstîsna“ bi Turkî baş dizanin, lew re ewan vê diyarkirinê, bi gelemperî, wek rastiyê dibînin, û dibe demek nêzîk bê, ku ewan neteweyetiya xwe bi tevayî di nav êla serdest a osmanî de bipişifînin. Ji aliyê nasdana baweriyê ve jî, wilo dikin, hinek ji ber nezanî, hinek jî ji ber xwepêçana dij bi Turkan, cihênebûna xwe ji wan tînin zimên, bi wê şêweyê, ku gava tu ji wan dipirsî, ka ewan ji çi desteyê „mezhebê“ ne, va bersiva bi wan xweş tê, dibêjin:“ Desteya Sultan a me ye jî! Xwedê camêr e!“ cil û bergên gelêrî, û çekên Mirzax û Mirtal, ku hildigirtin, wek berê li Diyadînê kêm tên dîtin.

Di nav xwe de hîn wek berê bi zarê xwe yê Kurmancî dipeyivin, lê bi Turkan û Ermenan re ji neçarî, bi zimanên din dipeyivin. Wilo hemî van êlan bêtir û bêtir, hinek ji wan ji ber cihêbûna ji torevaniya xwe û ji ber çolberiyê, wek Celalî û Melanlî, ên din jî bi rêya cîwarkirina wan bi zorê tev li neteweyên din kirinê, wek Heyderanlî û Şikakî, ji dema cihêbûna ji merivên êlên xwe ve dadikevin pileyeke bindestiyê, neteweyatiya xwe ji xwe dikin, xweybûna wan ji ber tevlihevbûna niştevanî tê talankirinê, û tiştekî ne hindik e, di va sîstema ku fermandariya turkî li hember Kurdan bi kar tîne, ne tenê merbendên, ku nijadan wilo bi hişkî dipişifîne, lê belê ol jî di ortê de heye. Taze li vê dawiyê, herêma Hekariyan a serbest, bûye navçeyeke turkî, serakê Hekariyan, Hecî Ehmedê Başkela, hatiye hildan, bûye paşa û bandora deselatiya wî bi gelek efendiyên stanbolî yên pacstandinê „tehsîldariyê“  hatiye dagirtin([14][14]).

 

Bermayê wêjevaniya gelêrî û arxêyolocî, ku di nav van êlên hêla bakurtirîn ji navçeyên serhedî yên Kurdistanê de hîn maye, li gor rewşa gihîştina wan a rûh’î bi tevayî tê çaverêkirin, hindik e, lê hîn bi gişkî winda ne bûye. Pirsên li ser navên stêrkan li ba wan bi piranî bê bersiv dimînin, lê belê yekî Heyderanlî wilo ewan navkirin:

Mêzîn: Bo Hirçê Mezin e, ku li gor Lerch ([15][15]) di zarava Kurmancî de Mêzîn, wek tê berçavkirin mîna peyva Erebî û Turkî (ميزان) Mîzan bi şêweya wan stêrkên navkirî ye.

 

Karandiz: Sirius e, ku gotina Lerch tîne bîra mera, gava ew dibêje, ku di zarava Zaza de Camûs KaranStêrkek e di zivistanê de vedibirîse“ bi nav dike, nîvê duwemînê Karandiz, bi paşpirtika peyva turkî (Jildiz) re tê berhevdan, (Dibe diz  ji peyva kurdî dizî û diz hatibe ne ji turkî –Wergêr) li ba Şikakan Sirius bi Çawran Kermî tê navkirin, ku di Kurmancî de nêzîkî Kawran Keran e (Lerch a.a.O.) û tê gotinê, ku bi wateya „Germîbirr“ e. Di destpêka Sirius da, ango destpêka Abê, êdî germî kêmtir dibe.

Pêvurk: Stêrka Orion e, ewa ku wek dixuye, li ba Lerch ne hatiye rohnkirin û Pêwir hatiye navkirinê (Li Çiyayê Kurdan - Rojavayê Kurdistanê hîn ta niha weku Lerch nivisandiye „Pêwir“ wilo tê navkirin-Wergêr).

Vênus bi Stêrka Sibê tê navkirin.

Di warê nivîsandinê de divê wek histobariyeke bê berxwedarîkirin nemîne, gava rêwî dixwazin xwe bi kêlên goristanên kurdî mijûl bikin. Bo Kurdan, bi piranî, di çembera mal barkirina wan de, goristan hene, ku ne hindik jî di van cihên çalkirinê de, neqşên di kêlan de kolayî dîsa hene. Kêm caran ewan wek niviştên kevirî yên berê hatine jimartin, û di vê rewşê de jî, ewan bi Erebî bêtir ji Kurdî hatine nivisandinê. Lê evên bi Erebî jî, gava tê de nav û nijadmendiya kesê mirî hebin, dîsa giringin bo dûroka êlan.

Du tene ji van mezelên kurdî bi ber çavên min ketin, a yekemîn di tevlêka çemê Bendîmaî bi zireya Wanê re, li qeraxê wê yê çepê, ji rêya ku piştî pireyê ber bi zireyê ve diçe. Ewa din jî li nêzîka gundê Ermeniyan ê niho Çawirma (Çêwîrme) 1½ katekê „sae’tekê“ li rojavayê Xunûs e, li wê derê, ku kêla mezelê Kurdê pîrozmend Ereb Dada û gelek mezelên Kurdan hene, wek kevneşop û neqşên Arabêsk, bi çewtî hatine jimartin. Li ser kevirên - wek adetê- giş çekên kesê çalkirî, û hin caran jî hespê wî, bi şêweyekî kolandina xav hatine neqiş kirin. Li wan herdu ciyan, kevneneqşên nivisandî jî tên dîtinê.

Destniviştên berhemên bi zimanê kurdî, li wan derdoran, ku vê nivisandinê armanc kiriye, gelek kêmin, ji ber ku ne pirtûkxaneyên kesanî û ne jî yên bo gişkan vekirî li ba van êlên bin ve çûyî hene. Qefta destenivîsên kurdî yên civandî, ku mera dikare bibêje ew mezin e li gor rewşên heyî, û min li ba Jaba Consulê rûsî li Erzerûmê dîtiye, hema hema bi giştî ji navenda Kurdistanê ne. Lê belê kurdekî xwende, pêşnimêjê (îmamê) gundê Muzûrî (Li jor binêre), ku navê wî Mulla „Mela“ Mehmed e, ji min re gotiye; melayekî Bayezîdê, Ehmed Efendî XonXanî?“, gelek bi zimanê kurdî ravekirinên „tefsîrên“ Quranê, pirtûk û dersên kurdî bo ciwanan, ji wan jî helbestek bi sernavê „Nuvar – Nûbihar“ bi metnên erebî, turkî û kurdî nivisandine. Ew di dema jiyana (Mehmed) de li Bayezîdê miriye, kêla mezelê, li gel dema mirina wî jî ew dizane.

MehmedîMuxteserî Şarîe’t hebû, berhevoka zagona musilmanî – wek dixuye-, bo ku di navçeyênên kurdî de, ji bo bikaranîna rojane, hatiye nivisandin. Ew wek tiştekî hîç naye bawerkirin dixuya, ne jî dihat bi dest xistin, û ne jî wî dixwast wê berhemê bifiroşe. Ew dora sed û pêncî pelikên Folio bû bi şêwenivîseke nûjen bû, pêşî û paşî ji hev ketibûn.

Tersî vê yekê, van êlên bin ve bûyî bi xwe di stran û kilaman de zengînin. Ne tenê ewên di barkirin û koçerêyan de, di berqefên zinarî de rûniştîne, wan şerbêjokên xwe yên kin û asê dihêlin deng lê bên vedan, di nav Kurdên cîwarbûyî de jî, ên ku mera li wan deştan dibîne, û hinek ji wan jî bi êvarê mêrên gund li dora xwe dicivînin û bi stranên xwe pesindariya mêrxasên cengewer distirê.

Wilo Çeto yê Heyderanlî, rûniştvanekî gundê Kurdalî qefteka ji 20 stranên cûrecûre dizane, û Omer Axa, kurê Hesen, li Diyadînê dibêje, ku ew 40 stranan dizane. Wî bê rawestan stra û dengê xwe, di her kilamekê de, wilo diguhart, carina siviktir, carina bi meqamekî girantir, carina bilind û hin caran jî bi hûrbêjeyî, û herdem jî bi rûlivkên jîndar, ku li gel strana xwe diyar dikirin, bê ku mera têbigihe metnên stranê jî, ku wî bi zanayî û xişûşî distira. Pir bi dilmendî wî du kilam stran, ku li ser dilbera wî an avîna yekî din bû: yek li ser Ermeniyeka bedew a ji Karakilîsê bû, ewa ku kurdekî carekê bi dest xwe xistibû û ji ber hezkirina xwe ji wî re amade bû bibe Muhemedî (Musilman-Wergêr). Lê belê keşeyan xwe xistin wê têkiliyê û hêştin, ku biçe leşkeriyê; ya din jî wî ji min re malik bi malik wergerand Turkî, weku ez li vir, di dawiya van berçavkirinên xwe de, belav dikim.

(Me strana bi Almanî nivisandî, ji nû ve wergerandiye Kurdî-Wergêr)

Tu xweşikî wek ro û hîvê

Tu keça delaltirî li Diyadînê

                                                          Kesa, dilbera min!

Tu gustîlka xwe bide min

Min jî desmalek sipî daye te

                                                          Kesa, dilbera min!

Gustîlka sipî di tiliya min de ye

Desmala sipî li ser seriyê te ye

                                                          Kesa, dilbera min!

Pereyên min nînin

Hespê min biçûk e, qimeya min biçûk e

                                                          Kesa, dilbera min!

Birayê te rê nade min

Pismamê te nahêle tu bê ba min

Kesa, dilbera min!

Raste, ezê te birevînim bibim çiyê

Ezê dîsa vegerim jîna koçeriyê

                                                          Kesa, dilbera min!

 

                                                      

 

[1][1] ) Yezîdî Kurdin (Wergêr)

[2][2] ) Wagner, Reise nach Persien II, S. 232

[3][3] ) Celal ne navê Ermeniyan e (Wergêr).

[4][4] ) Navê pirtûkê di pêşgotinê de wilo hatiye: Kîtab Xerabet întîsab, û fehresta wê, ku di pêşiyê de tersî wê bi tevayî şêweyekî din e: Kîtab

Xerayêb întîsab Bustan Siyah e. Ew bi zarê Farisî ye û hêj nû ye.

[5][5] ) Li gor Lerch (Mel. Asiat. II r. 642) Dumblî jî niha (sedala 19ê) li bakurê Palo dijîn.

[6][6] ) Wilo dixuye, ku ji Jêr-Köprü, ji “pireya erdê” hatiye, ji ber ku bêjeya Turkî li ba Ermeniyan her weku köprü, kirpî û tiştên wilo tê guhartin.. (Lê belê Jêr-Köprü bi Wateya pireya jêrîn e, ne pireya erdê ye – Cankurd)

[7][7] ) Wagner a. a.O.II, Rûpel 231û 311

[8][8] ) Ji aliyê êtmymologî ve ev bo hemî êlên koçer bi kart ê (Binêre Lerch in Mél. Asiat III, Rûpel 632) Lê ew dibîne, ku nav sînorkirî tê gotin, ne wek ew di rastiê de belav e. Wilo navê Kara Çadir (Reşmal-Wergêr) bo êlên Kurdan tê gotin, çi cîwar bûyî û çi koçer bin, û li ba Kurdan hemî mal (kon) reşin. Konên sipî min tenê carekê dîtin, li ba êleke ne kurd ya li nêzîka Erîvanê bû. Turkmen jî di hin rewşan de bi Kara Çadir tên navkirinê. (Di vê binxêzikê de niviskar gotina çer wek bêjeyeke turkî dibîne-wergêr)

[9][9] ) Fraser, Travel. In Koordistan. Rûpel 102. Rastenavê Bilbos, ku Fraser  aniye, hinek din Bulbasî dinivisin, eve jî  li gorî Nîmetullah Mscr. Bilbas e. Di dema wî de ev êl dora 20.000 xane bû. ((قرب بيست هزار خانه

[10][10] ) Silavdana Kurdan a adetî (Selam Eleykum) e, ku bi (Selam Eleykum) tê bersivdan.

[11][11] ) Navê rastir ji Urumiyah Urmî ye, ji ber ku ew şêwe lib a geografên ermenî jî heye (Care yekem, hîn di sedsala 8ê de, Ghevond li ba Şah Nazarian- Histoiré des guerres des Arbaes, en Arménie, rûpel 129) û li ba xelkê wirê jî, tenê zarê niviskî li ba hokiriyan, li ba Ereban û  Farisan şêweya mêzayî Urmiyah û Urmûmiyah pêda kir, wek ji Mako, Makuyeh, û ji Xanig,Xaniye, ji wan jî Nî’metullah wilo rave dike : أروميه بضم أول وثاني مع الواو وبكسر ميم وياء تحتاني وهاء ساكنة.

[12][12] ) Min di hinek nexşeyan de Cergewer li ciyê Tergewer dîtiye, lê ew şae çapê ye.

[13][13] ) Ev çemê, ku bi ser herêma Tigris (Dîcle-Wergêr) ve ye, tenê li ba Morier Voyage en perse, II, p. 109 yê çapa fransî de jî dibînim.

[14][14]  Ji eyaleta wî yê Pacê jê distîne: Başkela, Zirnik-Maaden, Çolamerk, Lêwî, Dijar, Tuçub, Gever, Çîrwate, Çel, Orgamar, Bajêrkê, Xanig û Kotur

[15][15] ) a, a, O. S. 633

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum