El Nusra xwe ji şerê Îdlibê re amade dike!

El Nusra xwe ji şerê Îdlibê re amade dike!

Li bajarê Idlibê ku di bin kontrola hêzên opozisyonê de ye, rêxistina Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nusreya berê ya ser bi rêxistina El-Qaîde ve, kampeke nû ya rahênan û perwerdekirinê bo çekdarên xwe vekiriye û xwe ji şerî re amade dike.

A+A-

Cebhet el-Nusre navendeke nû ya pewerdeya leşkerî li Idlibê vekiriye û xwe ji bo şer amade kiriye, çekdarekî Nusre jî dibêje wê Idlib ji Rûsyayê re bibe goristan.

 

Li vê kampê çekdarên radîkal fêrî hemû awayên taktîk, xweragirî, rûbirûbûn û êrîşên jinişkave dibin. Çekdarên Tehrîr El-Şam xwe ji şerê pêşbînîkirî ji aliyê artêşa Sûriye û Rûsyayê ve bo ser Idlibê amade dikin.

 

Tevî ku El-Nusre ji aliyê piraniya welatan wek rêxistineke terorîst tê naskirin, lê bi awayekî eşkere û li ber çavê kamîrayên kenalên ragihandinê, ew hêza xwe nîşan dide û herî dawiyê jî, li navçeyeke Idlibê li nav Sûriyê, bi dehan çekdar kom kirine, û ew çekdar li ser awayên cuda yên şer tên perwerdekirin.

 

Tiştê balkêş di nav van çekdaran de ku ew bi cilên yek reng û yek şêwe derdikevin, ew jî wek artêşeke rêxistinkirî xuya dike, lê di nav dîmenan de, çekdarek pêşnegiya tevahiya çekdarên din dike, ku cilê wî  ji tevahiya çekdarên din cuda ye. Ew çekdar bi cilên çekdarên El-Qaîde derdikeve û alek di destê wî de ye, ku simbolên Nusre û radîkaliiya Isalmî li ser xuya dike.

 

 

Li vê kampa meşq û rahênanê çekdarên Tehrîr El-Şam berî her tiştî fêrî awayên taybet ên rûbirûbûna êrîşa jinişkave ji aliyê artêşa Sûriyê û Rûsyayê dibin.

 

Li gor çavkaniyên hikûmetê, piştî grûpên çekdar ên radîkal û Tehrîr El-Şam li Idlibê bihîstin ku artêşa Sûriyê dê di demeke nêzîk de êrîşî ser wan bike , ketine rewşeke awarte.

 

Heman çavkanî dibêjin, ku Tehrîr El-Şam li bajarokên parêzgeha Idlibê dest bi girtina wan kesan kiriye ku peywendiyê bi hikûmetê re dikin. Herwiha Navenda Lihevkirinê ya Rûsyayê dixwaze ligel xelkê bajarokên Idlibê jî wek ên başûrê Sûriyê lihevkirinekê pêk bîne, daku şerekî mezin neqewime.

 

Di vê derbarê de Tirkiyê bi her awayî be naxwaze şer li dijî grûpên girêdayî wê li Idlibê biqewime, lê ligel Rûsyayê ye ku Tehrîr El-Şam jinav biçe. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsyayê gotibû me ji bo jinanvbirina El Nûsrayê, hêzên Tirkiyê li Îdlibê bicih kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin