Ehmedînejad ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê namzediya xwe eşkere kir

Ehmedînejad ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê namzediya xwe eşkere kir

.

A+A-

Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ragihand ku wî namzediya xwe bo hilbijartinên serokomariyê yên 18ê Hezîranê têne kirin daniye û got, heger namzediya wî bê vetokirin ew dê encamên hilbijartinan qebûl nike û deng jî nede.

Ehmedînejad ragihand ku wî ji bo hilbijartinên 13emîn ên serokomariya Îranê namzediya xwe tomar kiriye û got, heger namzediya wî ji aliyê Konseya Destûrê ya Yasadanînê ve were vetokirin, ew ê encamên hilbijartinê qebûl neke, deng nede û piştevaniya ti aliyekî jî neke.

Ehmedînejad diyar kir ku divê mafê hilbijartinê bi awayekî fermî û tam bidin gel û got, redkirina namzedan dijî destûrê ye ku yên vê bikin wê hesab bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin