Ehmedînejad bang li Rûhanî kir ku îstîfa bike

Ehmedînejad bang li Rûhanî kir ku îstîfa bike

Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ragihand ku baweriya xelkê, bi hikûmeta niha ya Îranê nemaye û divê Hesen Rûhanî îstîfa bike.

A+A-

Mehmûd Ehmedînejad li ser medya civakî peyamekî bi dîmenkî belav kir.

Ehmedînejad ragihand ku xelkê Îranê ji rewşa niha ya Îranê gelekî aciz e.

Serokkomarê berê yê Îranê got ku aboriya welat li ber parçebûnê ye û diyar kir ku baweriya gel qet bi hikûmetê nemaye.

Ehmedînejad destnîşan kir ku hebûna Hesen Rûhanî û hikûmeta wî ziyanê dide xelkê Îranê û bang li Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kir ku îstîfa bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin